12 Aralık, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li derdorên Elbakê geriyanek-II

Îhsan Colemêrgi

Piştî geriyana li derdorên kelata gundê TAXIKÊ yê ser Elbakê, em derbasî gundê SOREDÊR’ê bûn. Gundî navê xwe jî dêra navdar a kevirên dîwarên wê ji derve bi kevirên gêcê ên sor hilgirtiye.

Dêra xerabe di nav xaniyên gundî de berze bûbû. Ev dêr dereke navdar a ELBAKÊ ye. Li gor dîroknasan di navbera sedsala 7. û 9. de hatiye avakirin. Dêr bi navê Ezîz Ejmîacîn tê nasîn. Avahîsaziya kube ya navendî bi lewnê çar belgan hatiye çêkirin. Mirin û wêrankirin li wê dêrê jî bûye mêvan. Neyarên çandê goştê wê xwarine, tenê hinek hestî mane.

Dîsa li gor hin daxuyaniyan Dêra EXTERMAN’ê li ber avahîsaziya dêra vî gundî hatiye çêkirin. Rastî jî avahîsaziya wê ya di nav berxwedanê de hêjayî dîtinê ye. Ked, hunêr, zehmetkêşiya mirovan di nav dîwarên wê yên cih bi cih wêran bûyî de dihat dîtin. Lê kambaxkirin û xerabkirinê ziyanekî mezin daye avahîsaziya wê ya payebilind. Mîrateyeke din a mirovatiyê ya ku şahidiya dîroka herêmê dike roj bi roj ber bi mirinê ve diçe.

Dema ku em ji dêrê dûr ketîn roj ava bûbû. Çend birên pezî yên ku li derdorên rê diçêriyan û şivanan berê wan dabûn gundên nêzîk xuya dibûn. Gundê Kanîreşê yê rojhilatê Soredêr’ê li ber bine çiyayê nêzîk ê tixûbî bû. Li wê derê jî kevirên nîşana tixûbî li bilindahiyên çiya hatibûn çikilandin. Ew kêleber nîşaneke parvekirina welatê bindest bû.

Roja 6’ê gelavêjê em çûn dîtina bendava Gundê XANESOR’ê, yê ku li serdema Şaristaniya Ûrartûyiyan de hatiye çêkirin. Rêka başûrê Gundê Qereçyan her ku diçû bilind dibû. Xuya bû ku derdorên Xanesorê sedsalên şûnde bûbû zozana gundên deverê. Serê meha gelavêjê şînatiya Deşta Xanesorê rengê xwe guherîbû. Li bakurê deştê tenê avahiya goveyekê û xaniyê şivanan ê malmezinê eşîra MERZIKIYAn yên ku li gundê Qereçyan dirûniştin hebûn. Bes serdema çûyîna me de ew avahî jî vala bûn. Li başûr û rojava deştê kelehqola (qerekolên ku bi awayê kelehan hatine avakirin) ku li ser girekî bilind hatibû avakirin aliyên deştê li bin venêrînê digirt. Doranên kelehqolê bi nêrîngehên bilind û amûrên teknolojiyê ve hatibûn dorpêçkirin. Dever bi temamî li nav bêdengiyê û tirsê bû. Jixwe deşta XANESOR’ê nêzîkê xeta tixûbê Îranê bû. Berhema deverê ya herî kevnar bendava serdema desthelatdariya Ûrartûyiyan, anku ya xwemalê binemala BÎANÎ ya bû.

Sê hezar sal berê jiyan dabû

Bendava ku deşt û serê gelî gihandî hev sê hezar salan beriya roja me jiyan dabû erdnîgariya deverê. Deşta Xanesor’ê ya di bilindahiyên çiyayan de wekî sîniyekî gilovir fireh bûyî pir ciwan xuya dibû. Bendav ji aliyê deştê ve vedibû rojava û derê gelî. Ji bo ku berhemdariya deştê zêde bibe û pêş ve biçe wê serdemê jiyan daye rûyê wê. Dîwarên bendavê 2,5 metreyan fireh, 95 metreyan dirêj bûn, mixabin hinek beşên xîmê wê jî, di demeke nêzîk de hatibûn hilkolan û  herifandin. 500 metreyan li rojavayê bendavê serê girekê ji bona parastina bendavê çaxên pêşiyê kelatek biçûk hatiye avakirin. Ji ber ewlekariyê me nikariya biçin derdorên wargeha kelatê. Li aliyê dêrê yê geliyê rojava dîsa xîmên şûnwarekî kevnar dihatin dîtin.

Deşta Xanesorê 600 salan berî niha jî di nav tixûbê ku di navbera Safewî û Osmaniyan de hatibû diyarkirin de jî cihekî girîng bû. Bi taybetî osmaniyan êrişên li ser Selmas, Dileman û Ûrmiyeyê ew deşt wek baregahekê bikaranî bûn. Leşkerên osmaniyan ên nîzamî û hêzên mîrekên kurdan li wê deştê digihiştin hev. Jixwe Deşta Xanesorê hinek deverên başûrê Gerava Wanê, ji hêla Elbakê ve girê dide rojhilata Kurdistanê.

Li gor daxuyaniyan deşta demsala biharê av li ser singê wê dipengiya, wargehekê teyran bû. Lê di serdema çûyîna me de, ji ber bandora çekên kelehqola nêzîkê tixûbî, teyran jî ew wargehê xwe yê qedîm terikandibû. Li deverê dengê çûkan jî nedihat bihîstin. Teyrên ku ji germiyanê dihatin zozanan wargehên xwe berze kirîbûn. Tiştê herî nebaş ew bû ku kevirên dîwarên bendavê cih cih ji aliyê dijminên çanda herêmê ve hatibûn tevlihevkirin. Herwiha bermayiyeke mirovatiyê ya ku xwe digihîne 3 hezar salan beriya roja me, bi zanebûn di kûrahiyên axê de dihat berzekirin. Hem jî ew karesat li ber çavên leşkerên kelehqolê pêk hatibû. Dihat dîtin ku, ew kevirên serdema şaristaniya Ûrartûyiyan, bi zanebûn ji çavan dihatin dûrxistin.

Li gor daxuyaniyên mamoste Miraz ÇENÎ jî aliyê coava bendavê yê başûr kevnewarekê wê serdemê bûye. Li girê bilind ê li başûrê Gundê Qereçyan jî ji dûr ve hejmareke zêde şikeft dihatin dîtin. Dihat zanîn ku hinek ji wan şikeftan ew bûn ên ku Ewliya Çelebî di gernameya xwe de qala wan kiriye. Dîsa li bilindahiyên girê başûrê Gundê Taxikê cihê ku jê re digotin Girê Tîj’ jî şûnwarekî bajarekî kevn hebû. Mirov dikare bibêje dîroka sê hezar salan a beriya roja me, li ser wan gir û baniyên bilind wargehên jiyanê, li bedenên kevirên ber singê wan jî bi dehan şikeft hatine kolan.

Girên bilind, banî û newal

Herwiha li derdorên çemên serê Rûbarê ZÊya Hekaryan pêk anî raçandineke şûnwarî hebûye. Serê Deşta Elbakê, ya girên billind, baniyên berfireh û newalên ku ji avê pêk hatine beriya şoreşa neolîtîk mirov dane ber hembêza xwe, ew dergûşa xwe ya bilind û kêrhatî hejandine û mêjandine. Bêşik ew çal, navdol, kêrî û banî ji demên qedîm ve wargeheke dapîr û bapîrên kurdan eşîretên hûriyan bûne. Yekemîn car wan ew dever ji xwe re kirine wargeheke jiyanê.

Di heman demê de ew dever hewzeya Gerava Wanê ya warê berxwedanê bû ku li ser bajarê Ûrartûyiyan TÛŞBA bû û herêmên Selemast, Dîleman, Şahpûr û Ûrmiye yê girê dida hev. Rêkên leşkerî û bazirganiyê li wê herêmê derbas dibûn. Ji ber ku, hem li başûr û rojavayê Deşta Xanesorê, hem jî li rojhilat û bakurê wê çiya bilind dibûn û rê nedidan ji bo hatin û çûyîna karwanan. Li deştê kêmasiya herî mezin bê avî bû. Li gor zozanên hêla Hekaryan kanî, av û deravên wê kêm bûn. Sedemê çêkirina bendava Ûrartûyiyan jî xuya ye ku kêmasiya avê bûye. Lê Ûrartûyiyên ku xwestine avê bikin mêvana Deşta Xanesorê, bendavek çêkirîbûn. Bes desthelatdarên 3 hezar salan piştî li wê herêmê hatî ser karî, bendavçêkirinan bihêle, kevirên bendava ku Ûrartûyiyan çêkirî jî dabûn derxistin û belavkirin.

Roja 6’ê gelavêjê piştî nîvro em çûn goristana rojhilata Kelata Taxikê. Mezinahî û berfirehiya goristanê şahidê yekemîn bû derbarê serboriya kelatê de. Li nav goristanê jî bedenên kevirên kelatê yên ku berê xwe didan rojhilat bi awayekî wurşedar dihatin dîtin. Ewliya Çelebî neheq nebûye gotî “Ev kelat bi destê mirovan nehatiye çêkirin.”

Li ber binê zinarên kelatê deriyên du lendên pêxepika yên derdiketin navserên kelatê ji aliyê bakur û rojhilatî ve zirav, ji aliyê başûr ve fireh dibûn. Mirov dikare bibêje ku ji serdema Ûrartûyiyan heta sed salên beriya me jî ew kelata binavûdeng, navendeke rayedariyê ya deşt û zozanên hêla Elbakê bûye. Pêwîst e ku ji wê re bibêjin ‘Kelata Elbakê a Navendî.’ Hêja ye ku derdorên Kelata Elbakê ya ku bi delaliyên xwezayî ve hatiye xemilandin, bibe şûnwarekê geşt û seyrangeha neteweyî. Şûnwarnasan ku ji dîtinên fermî dûr, ên xwedî bext û wijdan divê li derdorên wê lêkolînan bikin û rastiya dîroka herêmê bidin zanîn.

Mamoste Miraz, hevjîna wî Naîme û lawê wî Nejdet, sê rojan mêvanperweriyeke bêkêmasî nîşanî me dan. Hem ji bona mêvanperweriyê, hem jî ji bona agahiyên Mamoste Miraz ên giranbaha gelek spas. Ez, Besê, Viyan û neviyê min Aşîl roja 7 gelavêjê bi dilşadî vegeriyane TUŞBAyê. (DAWÎ)