12 Aralık, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Pêwendiya ziman û muzîkê

Adar Jiyan
Adar Jiyan
Li gundê Dengiza ku bi ser Stewra Mêrdînê ve ye wekî zarokê herî dawî yê malbata ku ji 9 zarokan pêk dihat, hatiye dinyayê. Dibistana seretayî li gundê xwe, dibistana navîn li Stewrê, Lîseya Îmam-Xetîbê li Mêrdînê xwend. Pêşî li Zanîngeha Harranê, Fakulteya Perwerdehiyê, Beşa Hînkirina Dersan, paşê Zanîngeha Enqereyê, Fakulteya Ziman, Dîrok û Erdnîgariyê, Beşa Ziman û Wêjeya Fransî qedand. Li Elezîz, Sêwas, Dilok, Mêrdîn, Yozgat û Konyayê mamostetî kir. Ji bilî mamostetiyê nivîsên wî yên der barê ziman, çand û wêjeyê de hatine weşandin. Jiyana xwe ya nivîskariyê bi nivîsandina gotar, helbest û nirxandinên di kovar û rojnameyên cuda de didomîne. Di van demên dawî de zêdetir li ser pedagojiya perwerdehiyê rawestiyaye. Li ser vê mijarê gelek pirtûk, gotar û nirxandinên wi hatine weşandin.

Ji bo ku mirov formên vegotina çandî biafirînin û hest û boçûnên xwe derbibirin û ragihînin civakê, pêdivî bi du hêmanên girîng heye; yek jê ziman e, ya din jî muzîk e.

Mirov raman û serpêhatiyên xwe yên hestyarî yan bi peyv û hevokan an jî bi deng, rîtm û awazan derdibirin.

Ziman wekî alava têkiliyên şênber û pejnkar, muzîkê jî wekî alava têkiliyên razber û hestyar tê bikaranîn. Herwiha ziman ji bo gihandina nirx, dîrok û kevneşopiyên civakê tê bikaranîn.  Muzîk jî bi heman awayî di vegotinên rêûresm, kevneşopî û heta nirxên neteweyî yên ku wateya çandî hildigirin de tê bikaranîn. Muzîk di derbirina nasnameya çandî û nirxên civakê de roleke pir girîng dilîze. Aheng, hem di ziman hem jî di muzîkê de cihekî girîng digire. Ziman bi avahiya ahengî û teşeya hevokan tê bikaranîn. Bi heman awayî, di muzîkê de, rîtm ji bo destnîşankirina melodî û vegotina hestyarî tê bikaranîn.

Bi rastî mirov dikare bibêje ku ziman bi serê xwe cureyekî muzîkê ye. Lewre ziman bi deng, awaz, teql û rîtma xwe, gelek hêmanên newayî û ahengî di xwe de dihewîne. Cureyên edebî/wêjeyî yên wekî helbestê ku li ser hêmanên muzîkê bandorê dikin, rastênehviya ziman û muzîkê bêtir aşkera dikin. Ziman wateyên peyvan vedibêje, muzîk jî rewşên hestyarî tîne zimên. Belê muzîk di tunebûna peyvan de jî bandoreke hestyarî ya kûr li ser zimên dike. Zimanê zikmakî bandoreke mezin a erênî li behreya muzîkê dike. Gelek delîlên ku bandora zimanê dayikê ya li ser behreya muzîkê piştrast dikin hene.  Zimanê dayikê û paşxaneya çandî ya mirovan hem bandorê li behre û şiyana wan a muzîkê dike û hem jî şiyan û şêwaza wan a hunerî baştir dişêwîne.

Bandora zimanê dayikê ya li ser karîn û şiyana mirov, bêtir xwe di qada muzîkê de dide der. Di xwezaya hinek zimanan de bastûreke newadar û ahengdar a ku zimanê dayikê ji zimanê biyanî û zimanên din cudatir dike heye. Bêguman hinek ziman ji zimanên din bêtir xwediyê bastûreke rastir, kirbdartir û teqldartir in. Ev cudahî jî bandorê li behreya bihîstin û hilberîna mirov a muzîkê dike. Bastûr/avanî û ahengiya zimanê dayikê jî bandorê li têgihîştina rîtm û awaza muzîkê dike. Taybetmendiyên rîtmîkî yên zimanê dayikê dibe alîkar ku mirov rîtma muzîkê baştir fam bike an jî bi hêsanî qalibên rîtmîkî biafirîne. Di pêwendiya ziman û muzîkê de, çarçoveya çandî ya zimanê zikmakî jî dîsa bandorê li ser awa û şêwaza muzîkê dike.

Çanda neteweyî xwediyê taybetmendiyên muzîkê yên pîvan, awa û awazên xweser û taybet e. Ji ber vê yekê, çand û zimanê dayokê yê ku takekes pê re mezin dibe, bandorê li awayê têgihiştin û pêşkêşkirina muzîkê dike. Li gel pêwendiya ziman û muzîkê, hevşibiya navbera ziman û muzîkê jî rolke girîng dilîze. Di navbera ziman û muzîkê de hêmanên mîna hev hene. Teqla (wezna) zimên û aheng û awaza muzîkê gelek caran dişibin hev. Ev şibandin hem di hevsengiya zimanê mirov ê dayikê de hem di şêwaza axaftinê de û hem jî di vegotina muzîkê de xwe bi awayekî aşkera dide der. Behreya têgihiştina zimên û pêwendiya zimanê dayikê û muzîkê bandorê li behreya têgihiştina mirov a bihîstî û hestyarî dike. Hestiyariya deng û awazên zimên jî bandorê li behre, karîn û şiyana bihîstin û analîzkirina/ dahûrandina muzîkê dike.

Perwerdehiya ziman û muzîkê, hem di qada hunerî û çandî de hem jî di têkiliyên civakî/neteweyî û navneteweyî de xwediyê risteke girîng e. Zimanê dayikê di perwerdehiya muzîkê de jî roleke girîng dilîze. Avaniya rêzimanî ya zimên behreya têgihîştina bingeh û jêrxana muzîkê tebûttir dike. Wekî din jî avaniya rêziman a zimanê dayikê, behre û şiyana têgihiştin û watedarkirina muzîkê baştir dike. Cerbeziya zimên, pêvajoya xwendin, nivîsandin û performansa muzîkê xurtir û bikêrtir dike. Bêguman bandora zimanê dayikê her gav li behre, şiyan û cerbeziya muzîkê jî heye. Belê şiyana muzîka gelemperî ya mirov, bêtir ji hêla faktorên rakendî/genetîkî, hawirdorî û perwerdehiyê ve tên şêwandin.

Muzîk li gel zimên di domana jiyana mirovahiyê ya derbirin û ragihandina cîhana hestyarî de jî risteke bingehîn dilîze. Lewre ziman ji bo derbirin û ragihandina wateyan tê bikaranîn. Muzîk jî wekî zimanekî taybet di vegotina razber û hestyarî de tê bikaranîn. Di navbera van herdu awayên derbirinê de qadeke têkildar û tevlihev jî heye ku ezmûna mirovî dewlemendtir û kûrtir dike. Zimanê zikmakî yek ji wan faktoran e ku karîn û şiyana mirov a têgihîştin û hilberîna muzîkê pêk tîne. Zimanê stranî û melodîk bandorê li têgihiştina muzîkê ya kesane jî dike. Wekî mînak; hinek ziman hene xwediyê bastûreke ahengdarî û awazî ne; belê hinek ziman jî hene xwediyê bastûrek westar, hişk û zexm in.  Ev ciyawazî hem ji hêla erênî û hem jî ji hêla neyînî ve bandore mezin li şiyana bihîstin, analîzkirin û hilberîna muzîkê dike.

Têkiliya navbera muzîk û fêrbûna ziman jî têra xwe girîng û bibandor e. Hem muzîk û hem jî ziman fonksiyona mejiyê mirov zêde dikin û hem jî piştgiriyê didin pêvajoyên fêrbûn û bîranînê. Stran, çîrok û rîtuelên kevneşopî piştgiriyê didin vedîtina wateyên kûr ên zimanê dayikê. Têkiliya ku di navbera muzîk û fêrbûna zimanê dayikê de pêk tê, ji têgihiştina bihîstî bigirin heta pêşketina bîranînan, gelek têkiliyên din jî di xwe de dihewîne.

Her ziman û çand li gor bastûr û taybetiyên xwe yên xweser ên vegotina muzîkê, têkildarî hev in û bi hev ve girêdayî ne. Zimanê dayikê hem bandorê li çarçoveya çandî û hem jî li awayê famkirina muzîkê dike. Avahiya/bastûra rîtmîk û newadar a zimanên ji hev cihê hêmanên bingehîn ên muzîka çandî pêk tîne. Ji ber vê yekê çanda ku takekes pê re mezin dibe, dike ku takekes zimanê xwe yê dayikê baş fêr bibe û di qada muzîkê de bi kar bîne. Hevşibiya ku di navbera ziman û muzîkê de pêk tê bandora zimanê dayikê ya li ser muzîkê zêdetir dike. Teqla/kirpandina zimên û hêmanên rîtmîkî yên di zimên de bi awaz, newa û ahengiya muzîkê re hevsengî û rastênheviyekê pêk tîne. Ev hevsengî û rastênhevî dibe alîkar ku takekes zimanê xwe yê zikmakî û şêwaza axaftinê di vegotina muzîkê de nîşan bide. Bandora zimanê dayikê ya li ser muzîkê, bi zimanê gerdûnî yê muzîkê ve jî girêdayî ye. Pêdiviya mirovan bi vegotina hestî, têkilî û girêdana çandî wekî pireke/amûreke bihêz e û ziman û muzîkê bi hev ve girê dide. Çawa ku takekes û civak ziman û çanda xwe di muzîkê de nîşan didin, ziman û muzîk jî bi vê pêwendiya xwe ya yekta behreya takekes û civakê ya muzîkê xurtir û dewlemendtir dike.

Wekî ku li jor jî hate diyarkirin, hem ziman û hem jî muzîk du amûrên hêzdar û bandordar in ku ji bo derbirina hest, ragihandin û derbirina çanda neteweyî tên bikaranîn. Zimanê dayikê bandorê li ser muzîkê û gerdûnîbûna muzîkê jî bandorê li ser zimanê dayikê dike. Ji bo wê divê her netewe muzîka xwe bi zimanê xwe yê zikmakî/neteweyî pêk bîne da ku karibe ragihîne qada navneteweyî.