12 Aralık, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Dayikên Şemiyê xwestin kujerên Alî Tekdag bên darizandin

Dayikên Şemiyê ji bo Alî Tekdag ê ku 33 sal berê ji aliyê dewleta Tirk ve di bin çavan de hat qetilkirin hatin ba hev. Dayikan xwestin kujer bêndarizandin.

Dayikên/Mirovên Şemiyê ji bo aqûbeta xizmên xwe yên di bin çavan de hatine windakirin û qetilkirin bipirsin û ji bo darizandina faîlan, cara 1025’emîn li Qada Galatasarayê hatin ba hev.

Dayikên Şemiyê, ji bo kujerên Alî Tekdag ê ku 33 sal berê li Amedê hat revandin û qetilkirin, ben darizandin edalet xwestin. Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan û Parlamentera Stenbolê Kezban Konukçu, Parlamenterê TÎP’ê yê Stenbolê Ahmet Şik û gelek parêzvanên mafan tevlî çalakiya vê heftê bûn. Seroka Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya şaxa Êlihê Sîbel Çapraz daxuyanî xwend û diyar kir ku ev 30 sal in daxwazên wan a heqîqet û edaletê nayên bicihanîn.

Sîbel Çapraz çîroka Alî Tekdag vegot û bi bîr xist ku DMME’yê Tirkiye mehkûm kiriye.

Sîbel Çapraz got, “Em ê dest ji daxwaza edaletê ya ji bo Alî Tekdag û ji bo hemû windahiyên xwe bernedin û dewlet neçar e li gorî pîvanên hiqûqa gerdûnî tevbigere. Em ê bi têkoşîna xwe her tim vê yekê bibîr bixin.”