12 Aralık, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Meşa banga beşdariya mitîngê: Êlih ji mitînga ‘Azadiyê’ re amade ye

Li Êlihê bi sedan ji bo beşdariya mitînga “Azadî û Demokrasiyê” meşiyan. Di meşê de banga beşdariya mitîngê li gelê kurd û gelê Êlihê kirin.

Platforma Saziyên Demokratîk li Êlihê di 17’ê Mijdarê li dijî qeyûman û tecrîdê mitînga bi dirûşma “Azadî û Demokrasiyê” li dar dixe. Amadekariyên mitîngê îro jî li Êlihê berdewam kirin.

Hevserokên Giştî yên DBP’ê Keskîn Bayindir û Çîgdem Kiliçgun Uçar, parlamenterên DEM Partiyê, pêkhateyên Platforma Saziyên Demokratîk, rêveberên DEM Partiyê, DBP’ê û gelek welatî li Parka Yilmaz Guney kom bûn û li ser Cadeya Diyarbekir meş li dar xistin û belavokan li esnaf û welatiyan belav kirin. Di meşê de xelkê Êlihê vexwendin mitîngê. Welatî û esnafên li ser cadeyê jî destek dan meşê.

Di meşê de dirûşmên “Bijî berxwedana gelê kurd”, “Qeyûm talan e, berxwedan jiyan e”, “Jin jiyan azadî”, “Bijî berxwedana Êlihê” hatin berzkirin. Her wiha di meşê de defjenena li erbaneyê da û coş û peroş dan meşê.

Meş li Çerxerêya Basinê bi dawî bû û li vir daxuyanî hat dayîn. Ewilî Hevserokê DEM Partiya Êlihê Mustafa Tekîk axivî û li dijî tayînkirina qeyûman gel vexwend mitînga sibê.

Piştre jî Parlamentera DEM Partiyê ya Wanê Gulcan Kaçmaz Sayyîgît axivî û nerazîbûn nîşanî tayînkirina qeyûman û tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan da. Sayyîgît li dijî qeyûman û tecrîdê tevahiya gelê kurd vexwend mitîngê.

‘Gelê qeyûm û tecrîdê qebûl nake’

Parlamenterê DEM Partiyê yê Şirnexê Zekî Îrmez jî axivî û diyar kir ku gelê Batmanê wê xwedî li îradeya xwe û azadiya xwe xwedî derkeve. Îrmez anî ziman ku heta aştî û azadî pêk neyê wê dest ji berxwedana xwe bernede û got: “Gelê kurd bi salan e ji bo azadiyê, hebûna xwe, nasnameya xwe, îradeya xwe li ber xwe dide. Gelê kurd dibêje qeyûm talan û dizî ye. Lewma jî gelê kurd li ber xwe dide. Wê gelê kurd heta dawiyê li dijî tecrîdê rabê û li ber xwe bide.”

Îrmez di dawiya axaftina xwe de banga beşdariya mitîngê kir û xwest hemû gelê kurd û gelê Batmanê li dijî qeyûman û tecrîdê tev li mitîngê bibe.

Piştî daxuyaniyê kêliyek çalakiya rûniştinê hat lidarxistin û di çalakiyê de stranên kurdî hatin gotin.