12 Aralık, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Berxwedan û hêvî

Kurd ji bo mafên xwe radibin û serketinên siyasî bi dest dixin. Ev yek hişmendiya kolektîf xurt dike û hesta kontrolkirina şert û mercên jiyana xwe bi pêş dixe.

Wezareta Karên Navxweyî ya Tirkiyeyê qeyûm tayînî şaredariyên Mêrdîn, Êlih û Xelfetiyê yên DEM Partiyê kir. Polîsan di saetên serê sibehê de şaredarî dorpêç kirin. Di salvegera 4‘ê mijdara 2016‘an a darbeya siyasî de qeyûm tayîn kirin.

Rêveberiyên Xwecihî ji bo ku gel karibin xwe bi rêve bibin û ziman, nasname û çanda xwe biparêzin, xwedî risteke bingehîn in. Biryara li ser çawaniya birêvebirina mal, tax û bajar û kîjan berendam an partî herî baş berjewendiyên niştecihan temsîl dike, di bingeha xwe de di destê civaka xwecihî de ye. Rêveberiyên xwecihî rasterast îfadeya demokrasiyê ne û divê li gor wê, bi hêz û bi biryar tev bigerin.

Tayînkirina qeyûman

Tayînkirina qeyûman a li ser şaredariyên Mêrdîn, Êlih û Xelfetiyê ji aliyê gelek kesan ve nayê qebûlkirin. Rexnegir dibêjin ku ev pêkanîn dengê gelê herêmê û nûnerên wan ên hilbijartî paşgûh dike. Biryargirtin û sepandina tedbîran ji aliyê desthilatdariya navendî ve dibe sedema parçebûn û paşgûhkirina çînên cihêreng ên civakî. Herwiha tê îdiakirin ku tayînkirina waliyan bi armanca di nav civata kurdan de lawazkirina tevgera siyasî ya kurd û têkbirina otonomî û mafên kurdan ên li Tirkiyeyê ye. Ev siyaseta tayînkirinê gelek caran weke navgîna pêkanîna siyaseta tunehesibandin, tunekirin û spekulasyonê tê dîtin.

Tê ragihandin ku civakên ku ji hêla qeyûman ve tên bi rêvebirin gelek deyn berhev kirine. Rexnegir îdia dikin ku ev deyn ne ji bo berjewendiyên gelê herêmê hatine kirin, lê ji bo dewlemendkirina hinek alîgiran xizmet kirine. Ev yek dibe sedem ku civakên xwecihî ji ber tercîhên xwe yên siyasî bên cezakirin, lê çavkaniyên xwecihî û mîrateya çandî tên paşguhkirin an jî tunekirin.

Pêwîstî bi aştiyê heye

Tê gotin ku hewldanên aştiyê yên rastîn ji îfadeya devkî tenê zêdetir hewce dike. Divê pêwîstiyên aştiyê bi awayekî çalak û şênber bên bicihanîn û ji bo ku çareseriya adil û domdar pêk bên divê di şert û mercên wekhev de nîqaş bên kirin. Kiryarên rû didin gelek caran gefê li van îdealan dike.

Parastina hebûnê

Bang li hemû komên civakî tê kirin ku li dijî van pêkanînên ku weke antîdemokratîk tên dîtin dengê xwe bilind bikin. Li dijî binpêkirina mafên bingehîn divê ji bo xwerêveberî û parastina nasnameya xwe ya çandî û zimanî ku weke mafekî bingehîn ê mirovî tê dîtin berxwedan bê kirin. Berxwedana psîkolojîk a civaka kurd di rûbirûbûna kêşeyên siyasî û civakî yên ji ber biçûkxistin û zextên demdirêj derdikevin holê faktoreke girîng e. Vê berxwedanê bi kûrahî di dîrok û çanda kurdan de cih girtiye û hem di stratejiyên takekesî û hem jî di stratejiyên kolektîf de bi şêwazên cihê xwe dide der.

Gelê kurd li dijî zilma ku berdewam dike berxwedaneke xurt bi pêş xistiye. Hêmana bingehîn a vê berxwedana psîkolojîk, parastin û pêşxistina ziman, çand û kevneşopiyên xwe ye. Li qadên ku nasname û çanda kurdan tê tepisandin parastina ziman û pêkanînên çandî weke berxwedanekê ye. Muzîk, wêje û mîhrîcanên kevneşop ne tenê ji bo pêşxistina nasnameya çandî, di heman demê de ji bo xurtkirina civakê di warê psîkolojîk de jî xizmetê dikin.

Hevgirtin û hestên civakê

Aliyekî din ê berxwedana psîkolojîk jî hevgirtina xurt a di nava civaka kurd de ye.

Di demên nediyarbûn û zordestiya siyasî de, şebekeyên malbat û civakê wekî destekên girîng ên derûnî tev digerin. Ev tor piştgiriya hestyarî peyda dikin, hesteke aîdiyetê bi pêş dixin û rê didin kesan ku trawmaya kolektîf bi rê ve bibin û li dijî gefên derve bisekinin.

Seferberiya siyasî jî di berxwedana psîkolojîk a kurdan de xwedî risteke girîng e. Beşdarbûna çalak di pirosesên siyasî de, çi bi rêya hilbijartinan be, çi bi xwepêşandanan be, çi bi rêya piştevaniya partiyên kurdistanî be, ne tenê xizmeta peydakirina armancên siyasî dike, belkî jixwebawerî û xwebikaranîna xwe bihêz dike. Ji ber ku kurd ji bo mafên xwe radibin û serketinên siyasî bi dest dixin, ev yek hişmendiya kolektîf xurt dike û hesta kontrolkirina şert û mercên jiyana xwe bi pêş dixe.

Perwerde û berxwedan

Ji bo berxwedana derûnî jî perwerde weke amûreke girîng tê dîtin. Bi rêya perwerdeyê, mirov ne tenê jêhatîbûnên ku hewce ne ji bo pêşdebirina xwe di warê aborî de û tevlîbûna siyasî werdigirin, lê ew di heman demê de rêgezan werdigirin ku dîroka xwe, çand û rewşa xwe ya siyasî baştir fam bikin û bi awayekî rexneyî bipirsin. Perwerde hêzê dide ciwanên kurd ku çerxên marjînalbûn û bindestiyê bişikînin û tevkariyê li berdewamiya mîrata çandî û siyasî dike.

Stratejiyên têkoşînê

Di asta kesane de, kesên ku bi bandor dibin bi gelemperî stratejiyên rûbirûbûna hestyarî û derûnî yên taybetî bi pêş dixin da ku bi dijwarî û stresa rojane ya ku ji nezelaliya siyasî û cihêkariyê derdikevin re mijûl bibin. Di nav wan de teknîkên wekî parvekirina ezmûnan bi kesên hemfikir re, vekişîna nav civakên taybet ên ku tê de ewlehî û têgihiştin heye û herwiha bikaranîna mîzahê wekî navgînekê ji bo rûbirûbûna rewşên dijwar hene. Bi tevayî nîşan dide ku berxwedana psîkolojîk a kurdan bi hewldana xwerêveberiyê û koka kûr a kevneşopiyên çandî ve girêdayî ye. Ev çavkaniyên psîkolojîk ji bo serweriya dijwariyên siyasî û civakî yên domdar hewce ne.