Operasyona leşkerî ya li çolterê Çiyayê Bagokê yê navçeya Nisêbîn a Mêrdînê hatiye destpêkirin didome. Liv û tevgera leşkerî ya hewayî û bejahî berdewam e. Hat zanîn ku li ser herêmên çolter liv û tevgereke zêde ya hewayî heye.
Li Geverê operasyona leşkerî
Li qada Geliyê Diriyan a li navçeya Geverê operasyona leşkerî hate destpêkirin. Li gundên Bilindbasan, Soryan, Dileze, Marê, Şahê, Pagengê û Şîşemzîn ên girêdayî navçeya Geverê ya Colemêrgê operasyona leşkerî hate destpêkirin. Operasyon, li dijî Geliyê Diriyan hatiye destpêkirin û gelek leşker û cerdevan tev li bûne.
Di heman demê de hat ragihandin ku li ser rêya di navbera bajarokê Bajêrgehê û navenda Geverê de jî xebatên lêgerîna mayinan tên kirin.
Li Bazîdê ‘Herêma Ewlekariya Taybet’
Li herêma navbera gundên Zoravaya Agirî û Jorînekê ya navçeya Bazîdê, ketin û derketin ji bo 15 rojan ji aliyê hêzên dewleta tirk ve hate qedexekirin.
Herêma navbera gundên Zoravaya Agirî û Jorînekê yên navçeya Bazîdê ya Agiriyê ji bo 15 rojan weke ‘Herêma Ewlekariya Taybet’ hate ragihandin.
Hêzên dewleta Tirk ragihandin ku ketin û derketina herêmê heta 29’ê Mijdarê hatiye qedexekirin.