12 Aralık, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Şêniyên Mîdyadê bi meşa meşaleyî qeyûm şermezar kir

Li navçeya Midyadê ya Mêrdînê, gel desteserkirina Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê, şaredariyên Êlih û Xelfetiyê bi meşa meşaleyî şermezar kir.

Girse ji navenda navçeyê heta xaçerêyê meşiya û pankarta “Qeyûm darbe ye, dest nede vîna min” vekirin. Parlamenterê Mêrdînê yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) George Aslan, Hevşaredara Bajarê Mezin a Mêrdînê Devrîm Demîr, rêxistinên DBP û DEM Partiyê yên bajar û navçeyan û gelek kes tevlî meşê bûn. Di meşê de dovîzên “Bimre koletî bijî azadî”, “Qeyûm bicehime”, “Berxwedan jiyan e” hatin hilgirtin û timî dirûşmeya “Bijî berxwedana Êlihê” berzkirin.

Li vir Parlamenterê DEM Partiyê George Aslan diyar kir ku destserkirina vîna gel ji ber bêtehemuliya dewlemendiyên çandî ye û got: “Heke hûn dixwazin aşitî pêk were, deriyê Îmraliyê vekin. Tecrîda li ser aşitiyê rakin.”

Hevşaredara Bajarê Mezin a Mêrdînê Devrîm Demîr jî diyar kir ku tişta hatiye kirin desteserkirina vîna gel e û got: “Gelê me bi rojan e li Mêrdîn, Êlih, Xelfetî û Esenyurtê li ber xwe dide. Divê baş bizanin ku ev gel wê ti carî vê polîtîkaya rizîyayî ya qeyûman  qebûl neke.

Daxuyanî bi berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû.