Ji kembera erebî ya rejîma Baasê û heta hewldanên Erdogan ên îro tên kirin ji hev ne cuda ne, her yek xwedî armanc e, ew jî guhertina demografiya herêmê ye. Dixwazin bi van guhertinên demografîk re bibêjin ku ev der ne erdê kurdan e. Dixwazin kurdan ji ser axa wan koçber bikin û li cihê wan ereban bi cih dikin. Ew kesên ku li herêma kurdan tên bicihkirin ne kesên ji rêzê ne, piranî ew malbat in ên ku endamên wan komên çeteyan e, ku girêdayî Dewleta Tirk in.
Dewleta Tirk behsa hebûna nêzîkî 4 milyon sûriyeyiyan ên li Tirkiyeyê dike. Li gor agahiyên ji civînên Dewleta Tirk û Rûsyayê yên li Soçiyê hatin lidarxistin, tê gotin ku herdu dewletan li hev kirine ku wan penaberên Sûriyeyê derbasî deverên sînor bikin.
Dewleta Tirk navê deverên ku dagir kiriye dike herêmên rizgarkirî. Deverên ku piştî dagirkeriya wan radestî komên çete kirine û her roj li wan deveran revandina mirovan, dizî û talan tê kirin, li gor Dewleta Tirk deverên rizgarkirî ne. Lê li gor Dewleta Tirk ew deverên ku li bin serweriya Rêveberiya Xweser -ku bi ya Dewleta Tirk xeternak in- ku gelên wê xwe bi xwe bi rê ve dibin divê bên ‘rizgarkirin’ anku dagirkirin.
Wekî beriya êrîşên li dijî Efrîn û paşê Girêspî û Serêkaniyê dîsa Dewleta Tirk bi rêya medyaya xwe amadekariya dagirkirina deverên din ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dike. Nexasim piştî serketina Donald Trump a di hilbijartinên Amerîkayê de û daxuyaniyên wî yên berê ku digot em ê hêzên xwe yên li deverê vekişînin, bêtir Dewleta Tirk li dijî herêmê dîsa dest bi gefên dagirkeriyê kir.
Di van rojên dawiyê de dîsa rêjima Erdogan li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê gefên êrişeke dagirkirinê ya nû dixwe; bi hincet û mehneya ewlekariya sînorê xwe yê bi Sûriyeyê re. Lê di rastiya xwe de ji gava ku ew deverên sînor ketine destê Rêveberiya Xweser heta niha, anku di nava 9-10 salên dawî de rojekê êrîşeke li dijî Dewleta Tirk ji wî sînori nehatiye kirin.
Di rastiya xwe de tirs û xofa Dewleta Tirk destketiyên kurdan e, tirs û xofa wan peydabûna statuyekê ji bo kurdên Rojava ye. Metirsiya Dewleta Tirk avakirina sîstemeke demokratîke ku hemû gelên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bikarin bi wê pergalê serbest û azad bi hevre bijîn. Metirsiya wan ew e ku ew pergala demokratîk bibe mînakek li herêmê.
Ji aliyekî din ve jixwe her ku Dewleta Tirk di warê aborî de tengav dibe û bi qeyaneke aborî re rû bi rû dimîne şer û pevçûnê tîne rojevê û bala raya giştî ya Tirkiyeyê dide ser şer û qaşo xetereya man û nemanê ya gelê tirk.
Herwiha Erdogan di nava vê xirecir û qeyranê de dixwaze hinek sererastkirinên zagonî jî bike da ku rê li pêşiya wî vebe ku careke din jî bibe serokkomar.
Dewleta Tirk ji destpêka aloziya Sûriyeyê xwest ku bi riya komên çete û paramîlîter herêma sînor bixe bin kontrola xwe, lê piştî ku ew bi ser neket bi her awayî piştgiriya çeteyên DAIŞ’ê kir ku bi wê peywîrê rabin. Lê bi saya fedakarî û berdêlên mezin kurdan hêzên YPG û YPJ’ê ava kirin û paşê jî bi tevlêbûna hemû pêkhateyên herêmê Hêzên Sûriya Demokratîk ava kirin û nehiştin ku herêm bikeve destê DAIŞ’ê.
Piştî wê jî wekî her kes dibîne êdî Dewleta Tirk dijminahiya xwe ya li dijî kurdan û projeya Xweseriya Demokratîk aşkera û zelal tîne ziman û êdî ne tenê bi riya çete û hêzên paramîlîter êdî bi xwe û artêşa xwe bi her awayî şerê vê herêmê dike.
Rayedarên Dewleta Tirk ji aliyekî bi devkî behsa çareseriyê dikin, lê di pratîkê de dijminahiya xwe ya li dijî hemû gelê kurd ê li Bakur û Rojava aşkera dikin. Behsa çareseriyê dikin û piştî çend rojan qeyûman diavêjin ser şaredariyên kurdan û gefa dagirkirinê li rojavayê Kurdistanê dixwin.
Lewre jî niha Dewleta Tirk dixwaze korîdora xwe ya dagirkeriyê berfirehtir bike û hinek deverên din ên di destê Xweseriya Demokratîk de mane dagir bike.
Ji aliyekî din ve Fermandarê Giştî yê QSDˈê Mezlûm Ebdî têkildarî êrişên dawî ên Dewleta Tirk ên li ser herêmê got: “Armanca sereke ya Dewleta Tirk a ji van êrişan ew e ku Rêveberiya Xweser têk bibe, statuya herêma me lawaz bike û gelê me neçarî koçberiyê bike. Herwiha got ku: “Eger ev êriş bi vî rengî berdewam bikin, em mecbûr in asta bersivdayînê ji berê xurtir bikin.”
Bêguman gelê kurd jî li dijî van gef û destdirêjiyên li ser vîna xwe bêdeng namîne û wê bêdeng nemîne. Çi li Bakur çi li Rojava gelê kurd dê li ber xwe bide û li dijî van zext û zordariyan serê xwe netewîne.