Hevserokên Giştî yên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogûllari û Tuncer Bakirhan bi Serokê Giştî yê Partiya Pêşerojê Ahmet Davutoglû re hevdîtin kir û piştre li navenda giştî ya Partiya Pêşerojê daxuyaniyeke hevpar dan.
Di daxuyaniyê de ji ewil Davutoglû axivî û got ku guftûgoyên di navbera partiyan de girîng in. Davutoglû, wiha got: “Bi taybet jî di van rojan de ev hevdîtin gelek girîng in.”
‘Qeyûm li Tirkiyeyê belav bû’
Piştre jî Hatîmogûllari axivî û bertek nîşanî tayînkirina qeyûman da. Hatîmogûllari, da zanîn ku tayînkirina qeyûman belavî Tirkiyeyê jî bû. Hatîmogûllari, wiha bang li partiyên siyasî kir: “Werin em bi hev re têbikoşin û qanûna tayînkirina qeyûman ji holê rakin. Têkildarî vê mijarê em pêşniyarqanûnê bidin.”
Bi domdarî Hatîmogûllari bal kişand ser gotinên Serokê Giştî yê MHP’ê Devlet Bahçelî û got ku serdana xwe di çarçoveya van gotinan û çareseriya pirsgirêka kurd de pêk anîne.
Nasnameya Tirkiyeyê
Hatîmogûllari, wiha domand: “Di hevdîtinê de me got ku divê pirsgirêka kurd bi rêyên aştiyane û demokratîk were çareserkirin. Bêguman peyamên me pir zelal bûn. Belê pêdiviya vî welatî bi aştiyê heye. Bi qasî petrola ji bo şer dikin xwîna mirovan li ser wê axê heye. Werin em nehêlin hêsrên çavên dayikan birijin. Rêya vê pir hêsan e. Mîna gelê kurd, gelê tirk jî gelekî qedîm ê vê xakê ye. Gelên me ji bo van rojan bedelên giran dane. Di serî de gelê kurd, tevahiya gelên din bêguman dikare li ser xwişk-biratî, aştî û nasnameya Tirkiyeyîtiyê, li ser bingeha hemwelatiya Tirkiyeyê, bi sererastkirinên biçûk dikare mesele bê çareserkirin.”
Bang
Hatîmogûllari wiha bang li hemû derdoran kir: “Em careke din bang li kesên dixwazin li Tirkiyeyê stranên aştiyê bên gotin, yên dixwazin li Rojhilata navîn stranên aştiyê bên gotin dikin; werin em ji bo aştiyeke birûmet bi hev re berpirsyartiyê li xwe bigirin. Werin em bi hev re aştiyê li ser zemîneke demokratîk mezin bikin.”
‘Em ê tişta dikeve ser milê me bikin’
Hatîmogûllari, pirsa têkildarî hevdîtina Bahçelî û Erdogan a îro jî wiha got: “Gotinên Bahçelî hene û her hefteyê dibêje ‘ez li pişt gotina xwe me.’ Em jî dixwazin gavên demokratîk bên avêtin. Ji bo aştiyeke birûmet, DEM Partî amadeye tişta dikeve ser milê xwe pêk bîne. Erdogan jî hêj tu nexşerêyek eşkere nekiriye. Gelo ev biryar bi hevkariya îktîdarê hatiye dayin? Em nizanin ka çi difikirin. Em li bendê ne ku heke fikrekî wan a çareseriyê hebe, serokkomar vê parve bike.”
‘Divê mirov biaxive’
Davutoglû jî piştî Hatîmogûllari axivî û ev tişt anî ziman: “Tiştekî girîng e ku partiyên siyasî bi hev re hevdîtinan bikin.” Davutoglû, bal kişand ser geşedanên li Rojhilata Navîn û got: “Rêbazekî mêtingeriyê ya pir hêsan heye. Heke hûn bixwazin herêmekê birêve bibin, divê hûn dabeş bikin û birêve bibin. Heke hûn ne hêmayekî mayinde bin, wê demê dê ji hev parçe bikin, berê wan bidin hev da ku hemû ji bo aştiyê bên ber piyê we. Piştî ewqas tecrûbeyan divê aqilek jê wer girtin. Ji bo vê jî divê em xalên hevpar zêde bikin, deriyê guftûgoyê vekirî bihêlin.”
Davutoglû, got ku daxuyaniyên Bahçelî ew keyfxweş kiriye û wiha domand: “Bingeheke guftûgoyê û ev tiştekî baş e. Ez piştgiriyê didim gotinên birêz Bahçelî. Ji ber ku li Rojhilata Navîn pêleke nû ya mêtingeriyê heye ku heta dixwaze pergala Sykes-Picotê jî belav bike. Di serdemeke wiha de pêdivî bi dengê aqilane heye. Lewma gotinên birêz Bahçelî erênî ne. Weke Partiya Pêşerojê em ji bo çareseriya pirsgirêka kurd a bi rêyên demokratîk amade ne. Me tecrûbeyên xwe bi hevserokan re parve kirin. Em li ser sedemên bidawîbûna pêvajoya çareseriyê axivîn, me xeletî vegotin.”