13 Aralık, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Serokên Baroyan: Qeyûm ne rewa ne jî hiqûqî ne

Serokê Baroya Mûşê Kadîr Karaçelîk li Êlihê bertek nîşanî tayînkirina qeyûm da û wiha got: “Tu bingeheke hiqûqî ya tayînkirina qeyûman û rewatiyeke wê nîne. Dest ji vê sepana derhiqûqî berdin.”

Bertekên li dijî tayînkirina qeyûman li Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê, şaredariyên Êlih û Xelfetî ya Rihayê didomin. Serokên baroyên Mûş, Riha, Amed, Şirnex, Sêrt, Wan, Colemêrg, Agirî, Semsûr û Bedlîsê û endamên lijneyên rêveberiyê, li pêşiya Edliyeya Êlihê bertek nîşanî qeyûman dan.

Serokê Baroyên baroyan di daxuyaniyê de bertekên xwe nî,şanî tayînkirina qeyûman dan û anîn ziman ku tu aliyekî wê yê hiqûqî û rewa tune ye. Baroyan banga rakirina vê sepanê kirin, ev sepana ku mafê bijartin û hilbijartinê binpê dike û hiqûqê serûbin dike, divê tavilê ji holê were rakirin.

Her wiha bang li darazê hate kirin û wiha hate gotin:  “Divê meqamên darazî li gorî hiqûqê teserrûfan bikin. Divê dev ji helwestên xwe yên qarîneya bêgunehiyê binpê dikin berdin. Em li dijî wê ne ku darazê weke amûrekê bi kar tînin.”

Hiqûqnas piştre jî çûn serdana Hevşaredarên Êlihê Gulistan Sonuk û Yeşîl Işik.