13 Aralık, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Serokê ÎHD’ê Kuçukbalaban: Ji bo biçin Îmraliyê dê serlêdanê bikin

Serokê Giştî yê ÎHD'ê Huseyîn Kuçukbalaban xwest rêxistinên sivîl bi Rêber Abdullah Ocalan re hevdîtinê pêk bînin û got: “Ji bo heyeta ÎHD'ê biçe Girava Îmraliyê em ê serlêdaneke nû bikin.”

Serokê Giştî yê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Huseyîn Kuçukbalaban, banga Serokê Giştî yê MHP’ê Devlet Bahçelî ya ji bo Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û nîqaşên “pêvajoya nû” ji Nûçegîhanê Ajansa Mezopotamyayê (MA) Omer Gungor re nirxandin û diyar kir ku daxwaza aştiyê daxwazeke heyî ye û divê bi gavên teqez pêş bikeve. Huseyîn Kuçukbalaban anî ziman ku piştî nîqaşan qeyûm tayînî Mêrdîn, Êlih, Xelfetî û Esenyurtê kirin û got: “Ji ber vê yekê em dikarin bêjin pêşiya pêvajoya aştiyê ji aliyê hikûmetê ve hatiye xitimandin.”

Huseyîn Kuçukbalaban da zanîn ku her çend qeyûm di rojevê de bin jî, ji vir derketinek pêkan e û wiha got: “Em wekî İHD’ê li hemû bajarên ku qeyûm hatine tayînkirin geriyan. Me ev tişt dît: Gotinên di 1’ê Cotmehê de dest pê kirin ku ‘Bila Abdullah Ocalan were meclîsê biaxive’ ji aliyê gel ve bi erênî hatine pêşwazîkirin. Me dît ku hêviyeke erênî afirnadine, lê ji aliyekî ve jî bi tayinkirina qeyûman ev hêvî hinekî veguheriye rewşeke bêewlehiyê.”

Huseyîn Kuçukbalaban diyar kir ku tayinkirina qeyûman û daxuyaniyên piştî wan nîşan didin ku wê ev pêvajo hişktir bibe û wiha axivî: “Helbet ji bo civakîbûna aştiyê me dixwest em bi saziyên sivîl, rêxistinên ked û pîşeyî û saziyên baweriyê re bên cem hev û em bi hev re di warê aştiyê de li ser rola rêxistinên sivîl biaxivin. Amadekariyên vî karî hê jî berdewam in. Lijneyên Komeleya Mafên Mirovan ji niha ve ji bo avakirina aştiyeke mezin dixebitin. Di heman demê de nêrînên me hene ku dewlet bi tayînkirina qeyûman pêşiya vê pêvajoyê asteng dike.”

Huseyîn Kuçukbalaban xwest Bahçelî binê banga xwe tijî bike û wiha berdewam kir: “Piştî nîqaşan operasyon nesekinîne. Li tevahiya Kurdistanê qedexeya li ser xwepêşandan û çalakiyan hatiye kirin. 65 jê zarok zêdetirî 250 kes hatine binçavkirin. 19 kes ku 3 ji wan zarok in û yek ji wan ji sedî 74 astengdar e hatine girtin. Divê hikûmet dest ji van pêkanînan berde. Ji ber vê yekê divê ev mijara qeyûm ji rojevê bê derxistin. Pêwîst e hikûmet mijara tayînkirina qeyûman ji rojeva xwe derxîne. Li şûna wê divê divêtiyên gotinên xwe pêk bînin û ji bo Abdullah Ocalan şert û mercan ava bikin.”

Huseyîn Kuçukbalaban bal kişand ser girîngiya “pêngavên miseogerkirî” û wiha lê zêde kir: “Pêngavên navborî divê bi gavên pêbawer bên xurtkirin. Divê hawirdoreke demokratîk ku hemû beşên civakî li ser rêya aştiyê bibin xwedî gotineke hevpar bê avakirin. Divê rê li ber hevdîtina bi malbat û parêzeran a Abdullah Ocalan re bê vekirin. Niha tenê hevdîtinek hat kirin. Paşê ji bo raya giştî daxuyanî hat dayîn, lê paşê dîsa cezayê dîsîplînê hat birîn. Civak êdî ji van cezayên dîsîplînê bêzar bûye. Êdî ev, tiştên ku civak dixwaze bi xwe ne. Bi taybetî jî gelê kurd. Her wiha bilêvkirina aştiyê di nava civakê de hêviyekê çêdike. Divê ev hêvî bê mezinkirin.”

Huseyîn Kuçukbalaban xwest rêxistinên sivîl bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re hevdîtinê pêk bînin û got:  “Ji bo heyeta ÎHD’ê biçe Girava Îmraliyê e mê serlêdaneke nû bikin.”