13 Aralık, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

DEM Partî: Ne qedexe û qeyûm lê divê zimanê Kurdî azad bibe

Komîsyona Ziman, Çand û Hunerê ya DEM Partiyê bal kişand ser zext û êrişên li ser ziman û çanda Kurdî. Hevberdevkên Komîsyonê gotin: "Sed sal in zimanê Kurdî qedexe ye. Çandkujî û zimankujiya li ser Kurdî didome. Em gazî dikin ku Kurdî bibe xwedî statuyek fermî."

Komîsyona Ziman, Çand û Hunerê ya DEM Partiyê ji bo balê bikişîne ser zext û êrişên li ser ziman û çanda Kurdî yên di demên dawî de, li avahiya Rêxistina DEM Partiyê ya Amedê civîna çapemeniyê li dar xist.

Di civîna çapemeniyê de pankarta mezin a “Ji bo zimanê kurdî her dem têkoşîn li her derê têkoşîn” vekirin. Hevberdevkên Komîsyona Ziman, Çand û Hunerê ya DEM Partiyê Heval Dilbihar û Cemîle Turhalli daxuyanî xwendin. Heval Dilbihar bi zaravayê kurmancî û Turhalli jî bi zaravayê kirmancî daxuyanî xwendin.

‘Sed sal in zimanê Kurdî qedexe ye’

Dilbihar diyar kir ku êriş û zext û zordariyên li ser zimanê Kurdî ji destpêka komarê û heta niha bi awayekî bênavber didomin û wiha got: “Di sedsala çûyî de desthilatdarên yekperest ev welat kirin goristana çand û zimanan û hemû zimanên li vî welatî kuştin. Êrişa herî mezin jî li ser zimanê Kurdî hat kirin. Ji ber êriş û zordariyan gelê Kurd bi hezaran qaset û pirtûkên Kurdî di bin axê de veşartin. Ji ber axaftina bi zimanê Kurdî gelek Kurd hatin qetilkirin, derbkirin, girtin. Di zindanan de ji ber Kurdî girtî hatin îşkencekirin. Bi sedsalekê zext û zordarî bi awayekî dijwar li ser Kurdî hatin meşandin. Di sedsala 21emîn de hê jî li Tirkiyeyê zimanê Kurdî wek zimanekî qedexe, nenas, nediyar û tune tê hesibandin. Di hemû desthilatdariyên Tirkiyeyê de feraseta tunehesibandin , redkirin, pişaftin û hewldanên jiholêrakirinê hatin domandin, zêdekirin û kûrkirin. Hişmendiya yekperest a ku bi neyartiya Kurdî didomîne niha jî bi awa û rêbazên cuda hewl dide ku Kurdî ji holê rake.”

Çandkujî û Zimankujî

Dilbihar destnîşan kir ku polîtîkayên çandkujî û zimankujiyê yên ku sed sal berê niha hatibûn sîstematîzekirin û meşandin heta niha xisareke mezin di warê zimanî û çandî de derxistin holê û wiha domand: “Ji serê sedsala 21emîn heta niha ev polîtîkayên zimankujiyê, bi destê hikûmetan, mufetîşên giştî, memûrên rêveberiya awarte hatin meşandin. Bi raporên veşartî, bi cezayên pareyan, bi qedexe û zextan, bi reftarên qirkirina spî û pişaftinê spî, bi çalakiyên pisporane yên mihendisiya siyasî, xwestin ku van polîtîkayan bigihînin encamekê. Ev polîtîkayên ku sed sal berê niha hatibûn sîstematîzekirin, îro jî ji aliyê qeyûmên hikûmeta AKP-MHPê yên ve tên domandin. Bi destê qeyûman ew polîtîka adapteyî şert û mercên îro kirine û dixwazin bi rêya pergala qeyûman encam bi dest bixin. Lewma dîsa qeyûm tayînî şaredariyên me yên Mêrdînê, Êlihê û Xelfetiyê jî kirin û vîna gel desteser kirin. Bi tayînkirina qeyûman berî her tiştî destdirêjî xizmeta pirziman kirin. Di malperên şaredariyan de xizmeta bi Kurdî rakirin; li gel desteserkirinan li gelek cihan konserên bi kurdî hatin betalkirin û êrişên li ser zimanê Kurdî zêdetir bûn.”

‘Em ê dev ji doza zimanê kurdî bernedin’

Dilbihar da zanîn ku gelê kurd li dijî van polîtîkayên tunekirinê, di dawîya çaryeka sedsala 20emîn de bi daxwaza azadiya çand, ziman û nasnameya xwe dest bi têkoşîna parastin û pêşvebirina nirxên xwe yên neteweyî kir û ev yek anî ziman: “Bi vê têkoşînê re zimanê Kurdî roj bi roj bi pêş ket û berbelav bû. Îro bi milyonan Kurd ji bo parastin, pêşvebirin û azadiya zimanê Kurdî têdikoşin û li ber xwe didin. Em bi hêsanî negihîştin vê qonaxê. Me gelek berdêl dan. Bila tu kes nebêje qey em ê doza zimanê xwe berdin, em ê zimanê xwe di tariyê de bihêlin. Qeyûm û hêzên ku îro hewl didin vîna gelê Kurd desteser bikin û ji holê rakin bila baş bizanin ku zimanê Kurdî hebûn, nirx û xeta Kurdan a bingehîn û jêneger e; me çawa heta niha ji bo doza zimanê Kurdî têkoşîn kiribe em ê îro jî bi heman xebat û xîretê têkoşîna xwe bidomînin û mezintir bikin.

Em wek DEM Partî li ser bingeha polîtîkayên pirzimanî û pirçandiyê dê her dem û li her derê têkoşîna xwe ya ji bo zimanê Kurdî û hemû nirxên Kurdewar bi awayekî herî şênber, domdar, mayînde û encamgir bilindtir û berfirehtir bikin.”

‘Divê zimanê Kurdî bibe xwedî statuyek fermî’

Dilbihar anî ziman ku ew careke din dibêjin ku divê zimanê kurdî bibe xwedî statuyeke fermî, bibe zimanê perwerdehiyê û got: “Ji bo vê jî em bang û gazî li hemû kurdan, partî, sazî, palatformên azadîxwaz û demokratîk û hemû derdorên mirovahîparêz dikin ku di serî de li Kurdistanê li hemû cihên ku kurd lê dijîn li dijî her cureyê qeyûm, tunehesibandin û hewldanên jiholêrakirina zimanê Kurdî têkoşîna hişmendî, rêxistinkirin û perwerdehiya zimanê kurdî li her derê bilindtir û berfirehtir bikin. Bijî Zimanê Kurdî. Her Bijî Têkoşîna Ji Bo. Zimanê Kurdî!”