Encûmena Civakî ya Ermenî û rûspiyên êlên Ereb serdana kampa Holê kir û piştgirî da Operasyona Ewlehiya Domdar a QSD û YPJ’ê. Her du şande bi fermandariya Odeya Operasyona Ewlehiya Domdar re civiyan. Şandeya Encûmena Civakî ya Ermenî bi serkêşiya hevserok Yervent Kesîriyan, serokê Meclisa Giştî Arvî Qasabiyan û şêwirmendê giştî yê meclisê Îmad Teteryan bû.
Di civînê de şandeyê, piştgiriya operasyonê kir û anîn ziman ku ji bo parastian ewlehiya herêmê gelek girîng e.
Şandeyê destnîşan kir ku divê ji pirsgirêka girtiyên DAIŞ`ê û malbatên wan ên di kampan de çareseriyek bê dîtin û bang kir ku civata navneteweyî têkildarî vê mijarê berpirsyariyên xwe bi cih bîne.
Di dawiya serdanê de, şandeyê bi navê meclisê diyarî pêşkêşî rêveberiya kampê û fermandariya Operasyona Ewlehiya Domdar kir.
Şandeya din ji zêdetirî 20 rûspiyên êlên Ereb ên kantona Cizîrê pêk hat.
Şandeyê di serdanê de, rewşa kampê û Operasyona Ewlehiya Domdar û encamên wê nas kirin. Şandeyê spasiya hêzên operasyonê kir ku hewl didin şêniyan ji şaneyên DAIŞ`ê biparêzin.
Rûspiyan piştgiriya operasyonê, hêzên ewlekariyê û yên leşkerî û hewldanên wan ên ji bo parastian ewlehiya herêmê û biratiya gelan kir.
Operasyona Ewlehiya Domdar 7 roj e berdewam e.