Li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê berhevkirina zeytûnan dest pê kir. Wek kevneşopekê, piştî barana pêşîn a dawiya payîzê û destpêka zivistanê, cotkar dest bi çinîn û berhevkirina zeytûnan dikin. Li kantona Firatê ku darên zeytûnan wek çandiniyeke nû ketiye herêmê, cotkaran dest bi çinînê kir. Cotkarên herêmê ji ber êrişên dewleta Tirk a dagirker bi fikar diçin nava zeviyan.
Nûçegîhana Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA) Sariya Şêxo li ser çotkarên zeytûnan ku di bin êrîşên Dewleta Tirk a li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de nûçeyek amade kir.
Cotkar dibêjin çandina darên zeytûnan ji salên 2002`yan ve bi berfirehî ketiye nava çandiya kantona Firatê, bi taybet li gundên Kobanê. Herî zêde darên zeytûnan li gundên başûr û rojavayê Kobanê têne çandin. Cotkar Meryem Mihemed a ji gundê Bûbanê yê Kobanê, 600 darên zeytûnan çandine û niha dest bi berhevkirina zeytûnan kiriye. Meryem diyar kir ku berhema 600 darên zeytûnan têra debara malbatekê dike, lê îsal zeytûn ji par kêmtir in û got: “Darên zeytûnan du salan carekê berhemê didin, lewre salekê berhema wan kêm e salekê jî zêde ye. Îsal di dema vebûna kulîlkan de bayê kur li herêmê rabû û kulîlkên daran weşiyan, lewre berhema îsal kêm in.”
‘Dewleta Tirk êrîş dike’
Gelek zeviyên darên zeytûnan ên gundên Kobanê li nêzî sînor in. Dewleta Tirk a dagirker nahêle cotkar û paleyên berhevkirina zeytûnan herin nav zeviyên xwe.
Meyerm Mihemed destnîşan kir ku cotkar dema diçin nava zeviyên zeytûnan rastî gulebarana leşkerên Tirk tên, lewre welatî bi tirs diçin nava zeviyan û carinan jî nikarin herin.
Cotkar ji bo peydakirina paleyên berhevkirina zeytûnan jî zehmetiyê dikşînin, ji ber ku pale newêrin herin nav zeviyan û kar bikin.