19 ÇILE 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Nûnerê siyaseta demokratîk Edîp Solmaz 45 sal berê îro hat qetilkirin

Şaredarê Êlihê Edîp Solmaz ku yekemîn şaredarê Tevgera Azadiya Kurd bû di 12'ê mijdara 1979'an de dema li ser karê xwe bû hatibû qetilkirin.

Tevgera Azadiya Kurdistanê di milê siyaseta demokratîk de yekem car li Êlihê şaredariyê bi dest xistibû. Dîroka vê serkeftinê cotmeha 1979’an bû. Kurdan di van salan de dixwest xwe li qada siyasetê bidin nasîn û ew sal ji bo niha destpêkek bû. Solmaz bi awayek serbixwe tev li hilbijartina xwecihî ya sala 1979’an dibe û bi rêjeyek zêde bi ser dikeve.

Logo ango sembola ku Solmaz ji bo hilbijartinê ji xwe re diyar kiribû jî darek bû. Lê ev dar hatibû qedexekirin. Her çiqas dara Solmaz wê demê hatibe qedexekirin jî îro ev dara hêvîyê weke logoya HDP’ê û DEM Partiyê tê bikaranîn. Her çiqas Solmaz bi astengî û qedexeyên xebatên hilbijartinê re rû bi rû mabû jî lê dîsa bi îradeya gelê Êlihê bi ser dikeve. Ev şaredarê yekemîn ê tevgera azadiyê bû. Lê piştî ku Solmaz bi ser ket, 28 roj şûnve hat qetilkirin.

Di roja me ya îro de jî rêveberiya xwecihî ya DEM Partiyê têkoşîna Solmaz û hevrêyên wî ji xwe re esas digirin.

Edîp Solmaz kî ye?

Li Êlihê ji dayik bûye û ji herêma Xerzanê ye. Weke efser leşkeriya artêşa tirk kiriye. Dema kû efserê artêşa tirk bûye, li navçeya Licê ya Amedê erdhej çêbûye û çûye herêma erdhejê. Li herêma erdhejê leşkerên tirk heqaret li miriyan dikin û ev zora Edîp Solmaz diçe û ji artêşa tirk vediqete.

Piştre Faqulteya Hiqûqê qezenc dike, lê belê dema wî ji bo xwendinê nîne. Tev li Tevgera Siyasi ya Kurd dibe. Di sala 1979’an de (45 sal berê) li ser navê Tevgera Azadiyê dibe şaredarê Êlihê. Dema ku dibe şaredar 27 salî ye. Bi dengekî zêde bi ser dikeve.

Di 12’ê mijdara 1979’an de dema ku şaredar e tê kuştin. Tenê 28 roj şaredarî dike.

Edîp Solmaz yekemîn şaredar e ku qeyûm tayînî şûna wî hatiye kirin. Balkêş e 45 sal piştî Edîp Solmaz îro dîsa qeyûm tayînî Şaredariya Êlihê hat kirin.