12 Aralık, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Tecrîd didome

Cahît Kirkazak

Tecrîd bi koka xwe peyvekî erebî ye. Ji peyva ‘cerd’ê hatiye dariştin. Bi wateya ferhengî tecrîd tê wateya ‘bi tenê hiştin, cudabûn yan cudakirina ji yên din’

Tecrîd bi koka xwe peyvekî erebî ye. Ji peyva ‘cerd’ê hatiye dariştin. Bi wateya xwe ya ferhengî tecrîd tê wateya ‘bi tenê hiştin, cudabûn yan cudakirina ji yên din’.

Em ê peyva tecrîdê bi wateya wê ya ferhengi nîqaş nekin. Ji ber ku tecrîd bi wateya xwe ya polîtîk di rojeva me de ye. Tecrîd bi bikaranîna xwe ya polîtîk, rêbazeke bêexlaq, nemirovî û bêhiqûqî yan desthilatdarên zordest û antî-demokratîk in. Desthilatdarên zordest bi vê rêbazê tekoşîna gelê bindest îzole dikin. Nahêlin dengê pêşengên gel û tekoşîna gel bigihije hev. Pêşeng, tekoşîn û gel ji hev cuda dikin. Mebesta tecrîdkirina pêşeng û vîna gel ew e ku tekoşîna civakê ya kolektîf jî bi tenê bihêlin û vê têkoşînê bifetisînin.

Ji ber ku Rêzdar Abdullah Ocalan nêzî 26 sal in li Îmraliyê di tecrîdê de ye, peyva tecrîdê her tim di rojeva gelê kurd de ye. Desthilatdara yekperest nahêle Ocalan bi malbat, parêzer, şandeyên rewşenbîr, rojnameger û bi siyasetmedaran re hevdîtinê pek bîne. Desthelatdara yekperest bi vê helwestê naxwaze dengê aştî, azadî, wekhevî û çareseriyê yê Ocalan bigihije civakê.

Tecrîda li ser Ocalan her roj dijwartir dibe. Tecrîda ji aliyê desthilatdara yekperest ve tê meşandin ji hêla hiqûqî ve kêfî ye. Ji hêla mirovî ve bêexlaqî ye. Ji hêla siyasî ve jî xwedî armanca fetisandina têkoşîna gelê kurd ya di şexsê Ocalan de ye. Ji hêla demokrasiyê ve jî bêçareseriya pirsgirêkên civakê ye. Lê berxwedana birêz Ocalan a li dijî tecrîdê nehîşt ku desthelatdarên yekperest bigihijin mirad û meqsedên xwe. Xwedîlêderketina gelê kurd a li tekoşîna birêz Ocalan jî armanca desthilatdara yekperest pûç kir.

Tecrîda ku li ser tekoşîn û pêşengên gelê kurd pêk tê ne bi tenê ev tecrîd a çaryeka vê sedsala dawî ye. Sed salin zêdetir e ku gelê kurd ji gelê din ê cîhanê hatiye îzolekirin, bi tena serê xwe hatiye hîştin. Hêzên navneteweyî yên kapîtalîst û dewletên neteweperest/nijadperest ên Rojhelata Navîn ji bo ku dengê gelê kurd negihije gelên cîhanê û ji bo ku gelê kurd jî li ser axa xwe azad û wekhev nejî pêşî gelê kurd îzole û tecrîd kirin, paşê jî axa gelê kurd li hev parve kirin. Bi taybetî jî Ingîlîstan ji bo berjewendiyên xwe yên Rojhileta Navîn di peymana Lozanê de kurd pişt guh kirin û di parvekirina axa kurdan de rola xwe ya kapîtalîst lîst. Piştî damezrandina Komara Tirkiyeyê jî li dijî nerazîbûn û serhildanên gelê kurd Ingîlîstan bi Komara Tirkiyeyê re tev geriya, dengê gelê kurd ê ku daxwaza mafên bingehîn bilind dikir û dengê azadiyê qut kir, kurd îzole û tecrîd kirin.

Tecrîdkirin û îzolasyona li ser gelê kurd ji destpêka sedsala 20’an û vir ve didome. Birêz Ocalan jî di hevpeyvîna ku di sala 1988’an de bi rojnameger Mehmet Alî Bîrand re kiribû heman tişt dianî zimên. Birêz Ocalan dibêje: “Heqîqeta Kurdistanê ew e ku hem ji hêla hezên kapîtalîst hem ji hêla hezên sosyalîst ve tecrîdê dijî. Kî bixweze bigihije heqîqeta Kurdistanê berjewendiyên wan zirar dibîne. Tecrîdbûn û bitenêbûn ji bo Kurdistanê ev e”.

Kurd bi tenê ji hêla hezên navneteweyî bi tena serê xwe nehatin hîştin. Li rojavayê Tirkiyêyê jî dema ku malbateke kurd rastê neheqiyê dihat hemû saziyên fermî û civak bêdeng diman heya pirê şêniyên taxê têkiliyên xwe bi wê malbata kurd re qut dikirin, malbat tecrîd dikirin. Dema ku siyasetmedar, rewşenbîr, rojnameger û tekoşerên kurd dihatin binçavkirin, darizandin û di zindanan de dîl dihatin girtin piraniya qaşo rewşenbîr, siyasetmedar û demokrat li dijî vê neheqiyê kor dibûn, lal dibûn, ker dibûn, kurd bi tenêbuna xwe re rû bi rû dihiştin û kurdan tecrîd dikirin. Ev bê dengbûnyîn ji bo Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME) û Lijneya Wezereta Konseya Ewropayê ji di meriyetê de ye.

Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME) bi biryarên xwe yên 2014’an ‘mafê hêviye’ ji bo Ocalan û 2018’an de jî ‘darizandina bi mebesta siyasî’ ji bo Demîrtaş Tirkiyeyê mehkûm kir. Li ser biryara ji bo Ocalan deh sal û nîv, li ser biryara ji bo Demîrtaş şeş sal derbas bûne. Lê heta îro jî Lijneya Wezereta Konseya Ewropayê ji bo ku ev biryar bên bicihanîn tu tiştek nekiriye. Bi  bêdengiya xwe ya li dijî van  biryaran kurdan bi tenêbûna xwe re rû bi rû dihêle û wan tecrîd dike. Hêzên Rojhilata Navîn jî, hêzên kapîtalîst jî heya partiyên siyasî û saziyên civakî yên li Tirkiyeyê jî dema ku behsa berjewendiyên wan ên şexsî, sazî, rêxistinî û dewletî dikevin holê gelê kurd, hêz û partiyên kurd bi tenê tên hîştin, li dijî tecrîdkirina wan bê deng dimînin.

Herwiha tecrîd wekî rêbazeke mudexaleyên li dijî tekoşîna gelê kurd jî tê bikaranîn. Ku mirov bala xwe bidê di her xwepêşandan, protesto û hwd. de polîsên tirk koman têxin nav giloveran û derdora xwepêşandanan bi mertalên xwe digirin, ku kes nebine. Û di heman demê de armanca mudaxaleyên ku li dijî rojnamegeran tên kirin jî bêdenghiştin û qutkirina têkîliya bi raya giştî ya Tirkiye û Kurdistanê ya ji bûyeran e. Bi vî awayî bi binpêkirinên mafên mirovan bigirin heta îzolekirina dengê kurdan ên ku li dijî zilmê derdikevin dixwazin ku pêşiya rêxistinbûna gel a li dijî xwe jî bigirin. Divê em dernexistina siyasetmedarên kurd ên weşanên kanalên mezin ên tirkî jî û herwiha amadekariyên rojevên çêkirî yên hiqûmetê jî wekî tecrîdekî binirxînin.

Gelê kurd di vê baweriyê de ye ku tecrîdkirina pêşengên wan; tecrîdkirina axa wan, tecrîdkirina çanda wan, zimanê wan û tecrîdkirina vîna wan e. Bi kurtasî binpêkirina hemû mafên kurdan e. Ji ber wê jî gelê kurd bênavber nerazîbûneke xurt li dijî tecrîdkirina birêz Ocalan dide. Nerazîbûna kurdan a li dijî tecrîda li ser Ocalan ewqas xurt bû ku serokê MHP’ê Bahçelî jî di parlamentoyê de ev tecrîd qebûl kir û got ku “…bila tecrîdê rakin..” Ev gotinên Bahçelî bi gefxwarin û şantaj bin jî qebûlkirina tecrîdê girîng e.

Qebûlkirina Bahçeli ne bes e. Divê bi kiryarên şênber tecrîda li ser Ocalan bê rakirin.  Tespîta Ocalan a dawî dibêje “tecrîd didome”. Heta ku di şexsê Ocalan de tecrîda li ser gelê kurd ranebe, divê çalakî bê navber bidomin. Ji ber ku azadbûna gelê kurd, bi şikestina tecrîdê ve girêdayî ye.

Diyar e ku Dewleta Tirk konsepta tecrîdê ji bo tasfiyekirina desketiyên gelê kurd bi kar tîne û dixwaze kurdan bi rêya vê tecrîdê ji rêxistinê dûr bigire, nehêle tecrîd bibe rojeva sereke ya Kurdistan, Tirkiye û cîhanê. Ji bo em karibin rojevê diyar bikin, divê gava yekem tekoşîna li dijî tecrîdê be. Ku em bikaribin rojeva xwe diyar bikin û mafên kurdan, parastina destketiyên kurdan û çareseriyên demokratîk di rojeva xwe de bihêlin em ê dîwarên tecrîdê yên riziyayî bîşikînin.