12 Aralık, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Bêyî çiya siyaset li meclisê nabe

Yên dibejin bila kurd ji çiyê dakevin û li deste û meclisê siyasetê bikin, kurdan li meclisê binçav dikin û digirin û qeyûm tayînî ser şaredariyên kurdan dikin. Ev jî nîşan dide ku bêyî çiya siyaset li deştê û meclisê nabe.

Desthilata AKP/MHP’ê ku ewil bi operasyonên KCK’ê xwest vîna kurdan a siyasî bişkîne û bi hezaran siyasetmedarên kurd girtin, encan negirt. Di 8 salên dawî de vê carê hewl dide ku bi tayînkirina qeyûman vîna kurdan bişkîne. Lê dîsa kurd li qadan li ber xwe didin

Di salên 1990’î de şerê çekdarî li Kurdistanê xurt bû. Her roj di navbera geîllayên kurd û artêşa tirk de şerê dijwar derdiket. Sal bi sal gelê kurd li dora gerîlla û PKK’ê bû gilok û tevlêbûna ciwanan zêde bûn. Rêber Abdullah Ocalan jî gelek caran bang li rayedarên tirk kir û xwest pirsgirêkê bi rêya siyasetê çareser bikin. Gelek caran ji bo çareseriyê agirbesta yek alî îlan kir. Lê her tim artêşa tirk bi operasyonan bersîv da.

Di salên 1990’î ku şer dijwar bû de, siyasetmedarên kurd Partiya Kedê ya Gel (HEP) ava kir û li meclisê dest bi siyasetê kirin. HEP di hilbijartina 20’ê Cotmeha 1991’ê de di bin baneyê SHP’ê de 18 wekîl şandin meclisê. Lê di 6’ê mijdara 1991’ê de dema merasima sondxwarinê polîsan li meclisê parlamenterên kurd Hatip Dicle, Leyla Zana, Mahmut Alinak û Orhan Dogan bi êşkenceyê binçav kirin û girtin. Dewleta ku xwest kurd ji çiyê dakevin û li meclisê siyasetê bikin bi binçavkirin û girtinê ji meclisê derxistin û deriyê meclisê li kurdan girt.

Lê di hilbijartinên din de kurdan dîsa deriyê meclisê vekir û ketin meclisê. Di 2006’an de Serokê DYP’ê Mehmet Agar xwest ku PKK ji çiyayan dakevin û li deştê siyasetê bikin. Piştî wê di 31’ê Çileya 2013’an de Serokê AKP’ê Tayyip Erdogan li meclisê axivî û got “Di civakên demokratîk de cihê çareseriyê ne çiya û çek in. Cihê çareseriya meseleyan siyaset û meclis e.’’

Lê beriya wê jî kurdan di hilbijartinan de hêza vîna siyasî bi dest xistin û hem şaredarî bi dest xistin û hem jî ketin meclisê. Lê kesên bang li kurdan kirin ku li meclisê siyasetê bikin, her tim rêya siyasetê li kurdan girtin û siyasetmedar avêtin zindanan. Dema em li çend mînakan binerin rastiya dewleta tirk a li dijî vîna kurdan a siyasî bêtir şênber dibe.

Di 14’ê Nîsana 2009’an de li dijî siyasetmedarên kurd operasyona KCK’ê ya qirkirina siyasî dest pê kir. Li ser fermana Serdozgerê Komarê yê Amedê li 13 bajaran bi ser 90 navnîşanan de girtin û 92 kes girtin.  Di nîsanê de ji 509 kesan 225 kes girtin.  Di gulana 2009’an de ji 213 kesan 116 kes girtin. Di hezîranê de ji 223 kesan 73 kes girtin.

Di sala 2010’an de operasyona KCK’ê li dijî siyasetmedarên kurd berdewam kir. Li dijî endam û rêveberên BDP’ê li Semsûr, Dîlok, Mêrsîn, Hatayê bi ser 22 navnîşanan de girtin. Di serdegirtina malan de 22 kes binçav kirin û 21 jê girtin û şandin girtîgehê.  Di 3’ê sibata 2010’an de dîsa li Dîlokê bi ser gelek malan de girtin û 16 kes girtin.

Di 13’ê sibata 2010’an de  li Mêrdîn, Sêrt, Wan, Colemêrg, Dîlok, Mûş û Agiriyê dedîsa bi ser gelek malan de girtin û 131 kes binçav kirin û ji wan 60 kes girtin.

Di 24’ê kanûna 2010’an de dîsa li dijî rêveberên KCD û şaredaran operasyon pêk anîn û Hevserokê KCD’ê Hatîp Dîcle, siyasetmedar Firat Anli, Şaredar Abdullah Demîrbaş, Zulkuf Karatekîn, Ahmet Cengîz, Sêrtê Selîm Sadak, Nejdet Atalay, Fîkret Kaya, Abdullah Akengin, Cîgirê Serokê Giştî yê ÎHD’ê Muharrem Erbey jî di navde 36 kes binçav kirin û ji wan 23 kes girtin. Operasyonên li dijî siyasetmedarên kurd, di 4’ê mijdara 2016’an de derket lûtkeyê. Di 4’ê Mijdara 2016’an de Hevserokên HDP’ê Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş jî di navde 12 parlamenter girtin û şandin girtîgehê.

Heta beriya  OHAL’ê siyasetmedar girtin û piştî OHAL’ê qeyûm tayîn kirin.  Piştî di 2016’an de desthilata AKP’ê OHAL îlan kir, vê carê bi KHK’yan qeyûm tayîn kirin. Piştî KHK xistin meriyetê di 10 salên dawî de qeyûm tayînî 147 şaredariyên kurdan kirin. Wezîrê Karên Hundir ê Tirkiyeyê xala 127’an a Destûra Bingehîn hincet nîşan dide û qeyûm tayîn dike.  Di 10 salên dawî de ewil ji 102 şaredariyên DBP’ê qeyûm tayînî 95 şaredariyan kir. Piştre ji 65 şaredariyên HDP’ê qeyûm tayînî 48 şaredariyên HDP’ê kir û niha jî 78 şaredariyên DEM Partiyê qeyûm tayînî 4 şaredariyên DEM Partî û şaredariyeke CHP’ê kir.

Piştî qeyûm tayînî şaredariyan kirin, qeyûman êdî mal û milkê şaredariyan firotin. Saziyên di bin baneyên şaredariyan de girtin û deyn li ser deynan zêde kir. Di demek pir kin de bi tirilyonan deyn li şaredariyan çekirin. Çawa ku qeyûm hatin ser kar, ewil avahiyên şaredariyan bi dîwarê betonî dorpêç kirin û deriyên şaredariyan ligel girtin.

Dema em li vê tabloyê dinerin, em dibînin ku desthilata AKP’ê ji ber ku nikare vîna kurdan dîl bigire û nikare li gorî xwe kurdan bi rêv bibe, bi rêbazên cuda nêzî kurdan dibe. Ewil xwest bi operayonên KCK’ê kurdan ji siyaseta demokratîk dûr bixe û vîna kurdan tune bike. Lê piştî ku operasyonên KCK’ê encam negirtin û dîsa kurd çalak tev li siyasetê bûn, vê carê dest bi tayînkirina qeyûman kirin. Lê her tim kurd li vîna xwe xwedî derdikevin û dîsa ji bo parastina vîna xwe li qadan in.