12 Aralık, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Jin li dijî tundiya li ser jinan ketin nava tevgerê

Bi boneya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li ser Jinan a Navneteweyî, rêxistin û tevgera jinan li Kobanê, Şirnex Hesekê, Qamişlo Eyn Îsa, Minbiç û gelek navendên din çalakiyên cuda li dar xistin û bal kişandin ser tundiya li dijî jinan.

Bi nêzîkbûna 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li ser Jinan a Navneteweyî  rêxistinên jinan ligelek navendan çalakî pêk anîn.

Kobanê

Kongra Star di çarçoveya çalakiyên bi boneya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinan a Navneteweyî komxebatek li Kobanê li dar xist. Li kantona Firatê çalakiyên bi boneya nêzîkbûna 25ˈê Mijdarê Roja Têkoşîna Li dijî Tundiya li ser Jinan a Navneteweyî dest pê kirin. Di vê çarçoveyê de Kongra Star komxebatek bi beşdariya bi dehan jinan li Eywana Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Firatê ya li bajarê Kobanê li dar xist.

Şirnex

Tevgera Jinên Azad (TJA) li navçeya Silopiya ya Şirnexê starta çalakiyên 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinan a Navneteweyî da. Jin, li Taxa Kîzîrê hatin gel hev û li ser tundiya roj bi roj zêde dibe nîqaş kirin. Aktîvîsta TJA’yê Adalet Çîmen Fîdan got ku di demeke tundiya li dijî jinan zêde dibe de li şaredariyan qeyûm hatine tayînkirin. Adalet Çîmen Fîdan, wiha domand: “Êrişî xeta me ya hevserokatiyê kirin. Li her qadê êrişên li dijî jinan zêde dibin. Ev tevek jî encama şerê taybet in. Em ê li her derê li dijî her cureyên tundiyê derkevin. Dê têkoşîna xwe mezintir bikin.”

Hesekê

Bi boneya nêzbûna 25’ê Mijdarê ya Roja Têkoşîna Navnetewî ya li dijî Tundiya li Ser Jinê ya Navneteweyî, Rêxistina Sara ya Têkoşîna li dijî Tundiya ser jinan bi daxuyaniyekê bernameya xwe ya rêzeçalakiyên 25’ê Mijdarê ragihand. Daxuyaniya ku bi hemwext li bajarên Kobanê, Qamişlo, Hesekê, Eyn Îsa yên Herema Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî hatin dayîn, li wargeha Serdem a navçeya Ehdasa Şehabyê bi beşdarbûna hemû sazî û rêxistinên jin hat dayîn.

Minbiç

Di çarçoveya rêzeçalakiyên bi boneya 25ˋê Mijdarê, Roja Têkoşîna Dijî Tundiya li Ser Jinan a Navneteweyî tên lidarxistin de, Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya civîneke hişyariyê li dar xist. Di civînê de mamosteyên kantona Minbicê, endamên Meclisa Jinan a Sûriyeyê, Meclisa Jinan a Zenûbiya, Mala Jinan û Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya kantonê, beşdar bûn.