13 Aralık, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Berxwedana gelê Êlihê di roja 8’an de ye: Bi qeyûman bersiv dan peyama Ocalan

Li Êlihê di roja 8’an de li dijî qeyûm meş hat lidarxistin. Parlamenter Omer Ocalan piştî meşê axivî û got: “Rêzdar Ocalan got ez ji bo her tiştî amade me. Lê desthilatdariyê bi tayînkirina qeyûman bersiv da peyama rêzdar Ocalan.”

Çalakiyên protestokirina li dijî tayînkirina qeyûm a li Şaredariya Êlihê berdewam in. Xelkê Êlihê di roja 8’emîn a protestoyan de daket qadan û li Parka Yilmaz Guney li hev kom bûn. Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk, Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir, parlamenterên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), rêveberên DEM Partiyê û DBP’ê yên bajarê Sêrtê, nûnerên rêxistinên civaka sivîl û bi sedan kes tev li çalakiyê bûn.

Girseya li Parka Yilmaz Guney kom bû dest bi meşê kir. Meş li ser Cadeya Amedê heta Xaçerêya Basinê berdewam kir. Di meşê de bênavber dirûşmên li dijî tayînkirina qeyûm hatin berzkirin. Dengê dirûşma “Qeyûm talan e, berxwedan jiyan e” olan da.

Meş li Xaçerêya Basinê ku li ber şaredariyê ye bi dawî bû û li vir daxuyanî hat dayîn.

Ewilî Hevseroka DEM Partiyê ya Êlihê Songul Korkmaz, Hevserokê DEM Partiya Sêrtê Eşref Tekîn, Hevşaredarê Sêrtê Mehmet Kaysi, Hevşaredarê Êlihê Yeşîl Işik axivîn û nerazîbûn nîşanî desteserkirina îradeya gelê Êlihê dan.

Paşê Parlamenterê DEM Partiyê yê Rihayê Omer Ocalan ku di 23’ê cotmehê de li Girava Îmraliyê serdana Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan kiribû axivî.

‘Qeyûm talan e’

Omer Ocalan diyar kir ku ew têkoşîn û berxwedana gelê Êlihê silav dike û wiha got: “Ji bo ev aloziya li Kurdistanê biqede pêwîste bingehek hiqûqî were pêşxistin. Kurdan wek her dem destê xwe yê aştiyê dirêj kiriye lê mixabin hinek kes naxwazin vî destê bibînin. Gelê kurd bi salane ji bo çareseriyê têkoşîna xwe didomîne. Wê ji niha şûn ve jî têkoşîna ji bo demokrasiyê û aştiyek bi rûmet bidome. Qeyûm talan e, dijminatiya gelê kurd e, bêhiqûqî ye. Qeyûm talankirina îradeya gelê kurd e. Ev polîtîkaya we ya qeyûman şaş e.”

‘Bi qeyûman bersîv dan peyama Rêzdar Ocalan’

Omer Ocalan bal kişand ser hevdîtina li gel Abdullah Ocalan û wiha axivî: “Demek beriya niha em çûn Girava Îmraliyê. Rêzdar Ocalan silavê xwe yê germ ji miletê xwe re şand. Got dema tu çûyî ku derê, tu yê silavê min li miletê me bikî.

Rêzdar Ocalan li wê derê ye. Çawa neheqiyek mezin li ser kurdan tê meşandin. 26 sal in ev neheqiya mezin li dijî rêzdar Ocalan jî tê meşandin. Tevî van neheqiyan jî ji sala 93’yan ve ji bo çareseriyê, aştiyek bi rûmet dixebite û li ber xwe dide. Dibêje ez li vir muxatabê çareseriyê û aştiyek bi rûmet im, çi bikeve ser milê min ez ê pêk bînim. Lazim e bersiva daxwaza rêzdar Ocalan a çareseriyê ne qeyûm bin. Lazim e ne desteserkirin û talankirina îradeya kurdan be. Bersiva divê ne zilm be. Lazim e Serokkomar vî destê aştiyê li ber çavan bigire û divê her tiştî li ber çavan bigire. Gelek xwîn li vî welatî herikî. Li vî welatî gelek êş hatin kişandin. Gelek bedel hatin dayîn. Êdî ev ax têrî xwînê bûye. Dem dema lihevkirin û lihevhatinê ye. Lê qeyûm pêşiya nasname û daxwaza gelê kurd digire. Lê divê miletê me bi moral be. Divê bi sekn û têkoşîna xwe moral û coş be. Tevî ewqas tiştên qewimîne jî rêzdar Ocalan dibêje ez ji her tiştî re hazir im. Lazim e miletê me jî bi her awayî ji her tiştî re hazir be. Em berxwedan û sekna we ya li dijî vê zilmê silav dikin.