Dewleta Tirk di 10’ê mijdarê de li Şengalê bi SÎHA’yê ciwanê Êzidî Kerîm Hecî Şero kuşt. Ji bo şehîd îro li Şehîdgeha Ş. Berxwedan û Ş. Dilgeş merasîmeke girseyî li dar xistin. Cenazeyê şehîd di saetên sibehê de ji nexweşxaneya Şehîdên Xanesorê girtin û piştî rêûresmên olî ya li mala şehîd, bi karwana wesayitan ji Sinûnê ber bi şehîdhegê ve hate birin. Bi sedan kes ji xelkê Şengalê, malbatên şehîdan, sazî û dezgehên Rêveberiya Xweser û bi taybet jî ciwanên Êzidî bi dirûşmeyên ‘Şehîd namirin’ û ‘tolhildan’ cenazeyê şehîd birin şehîdgehê.
Li şehîdgehê ji bo Hecî Şero merasîmek girseyî li dar xistin. Merasîma ku bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir, bi axaftinan berdewam kir. Endamê Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê Azad Hisên di destpêka merasîmê de axivî û got: “Dixwazin pêşeng û qehremanên vê civakê nehêlin û vê civakê tine bikin. Her demekî ku civaka Êzidî xwe li ser lingên xwe ragirtiye û kariye azadiya xwe bidest bixe van êrişên tirsonek û nemerdane tînin ser Çiyayê Şengalê. Yên ku di 3’yê Tebaxa 2014’an de ferman li ser civaka Êzidî rakirin neviyên Osmaniyan bûn, neviyên dewleta Tirk a dagirker bûn. Ne Iraq ne jî Sûriye nekarî wekî xelkê Şengalê li ber xwe bidin û DAÎŞ’ê bişkînin.”
Piştre Hevserokê Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê Nayîf Şemo da zanîn ku ciwanê şehîd Kerîm Hecî Şero xelkê Tilezêrê bû û ji eşîra Korkorka bû. Nayîf Şemo anî ziman ku êdî navê şehîd emanetê civaka Êzidî ye û got: “Hedefa dijmin ne tenê xortekî Êzidî ye, hedefa dijmin şikandina îradeya civaka me ye. Hesabê wan ewe ku îradeya me bişkînin lê ew nizanin em bi her şehîdekî xurtir dibin. Her dar û kevirekî Çiyayê Şengalê bi navê şehîdên me ne. Em soz didin hemû şehîdên xwe, emê rêya wan bişopînin. Egîd û xweşmêr hene ku navê şehîd rakin.’’
Endama Koordînasyona TAJÊ Dayê Neam jî destnîşan kir ku dijmin dixwaze civaka Êzidî û Rêveberiya Xweser a Şengalê tasfiye bike û hêrs û helwesta civaka Êzidî wiha anî ser ziman: “Dijmin çi jî bike nikare îradeya me bişkîne û nikarin bi şehîdan gav bi me paşve bidin avêtin. Wê ti carî xewn û xeyala dijmin pêk neyê. Dijmin niha dixwaze heyfa DAÎŞ’ê ji me bibe. Em hatine rêxistinkirin, em hatine perwerdekirin, em ti carî dest ji vê îradeyê bernadin. Emê berxwedana xwe berdewam bikin û her dem li pey şopa şehîdên xwe bin. Em bi şehîdan bi hêz dibin, xurt dibin.”
Di merasîmê de herî dawî bavê şehîd Hecî Şero peyameke kurt li ser navê malbatê da û wiha got: “Dema ez hatim merasîmê û min ev xelk û xwedîderketina wan a li şehîd dît, wekî ku min şehîd biriye malê. Bila ew jî bibe şehîdê keç û xortên ku beriya niha gihîştine asta şehadetê.”
Girseyê piştî axaftinan cenazeyê şehîd bi dirûşmeya ‘şehîd namirin’ veşartin.