Dewleta Tirk a di hevdîtinên li Îmraliyê de nagihêje armancên xwe, dixwaze bi desteserkirina şaredariyên kurd şantajê li ser Îmraliyê bike.
Şantaj peyveke fransî ye, di ferhenga kurdî de beramberiya wê wiha dinivîse: Bi gef û tehdîdan neçarkirina kesekê/î da ku tiştekî bêdilî xwe bike. Û ji kesên şantajê dikin re jî şantajker tê gotin.
Niha rewşa Dewleta Tirk a dest desteserkirina şaredariyên kurd kir şantajkerî ye, ji ber ku rewşeke hesas û lezgîn li holê heye, Dewleta Tirk dixwaze di demeke kin de encameke li gor xwe ji aliyê kurd bi dest bixe. Bûyerên li Rojhilata Navîn bi pêş dikevin derfeta demdirêjiyê nadin wan û ji bo wê serî dîsa li rêbaza bav û kalên xwe dan û dest bi şantajê kirin.
Şantaj çi ye, çawa pêk tê? Dewleta Tirk dibêje: Bê ku ez mafên te bidim te, tê vîna xwe radestî min bikî, tê bibêjî ez êdî li dijî te şer nakim, ji te tu daxwaza min jî nîn e, tu xweda, ez evd, ger tu li min werî rehmê mala te ava, yan na ez ji bo xatirê te aşî betal dikim.
Di rojên dawî de li parlamentoya Tirkiyeyê liv û tevgera serê faşîstan Dewlet Bahçelî û daxuyaniyên Hîtlerê serdemê Erdogan û derdora dewletê û çapemeniya wan tev bangî vê yekê dikirin. Divê kurd bi yekalî dev ji hemû daxwaz û têkoşîna xwe berdin û xwe radestî însafa dewleta tirk a li dijî kurdan qet nebûye bikin. Lê kurd ji xwe, ji dîroka xwe ya xemdar dizanin, ku gava zarokeke/î kurd jî xwe radestî vîna Dewleta Tirk bike, cihê wî yê herî baş zindan û goristan e. Ji bo vê, kurd vê carê nexapiyan û neçûn nobetê, li ser vê yekê Dewleta Tirk dest danî ser sê şaredariyên kurd û ji Îmraliyê re qaşo peyam şand. Binihêre, yan tê daxwazên me bipejirînî, yan tecrîd dê bidome, ez ê Rojava bombebaran bikim û ez ê yek bi yek, sê bi sê dest deynim ser şaredariyên we. Di vê navberê de şaredarê Esenyurtê jî ji bo dev ji kurdîtiya xwe bernedaye hat girtin, tevî ku ji partiya atatirkê wan e.
Gelê kurd bêguman ê li şaredar û şaredariyên xwe xwedî derkeve, ji ber ku ew encama ked û têkoşîna kurdan hatine bidestxistin. An dê Dewleta Tirk li Kurdistanê hilbijartinan pêk neyîne, yan jî dê rêzê li ber vîna gelê kurd bigire û encamên hilbijartinan bipejirîne. Gelê kurd dê nehêle ew qeyûm bi dilekî rehet biçin şaredariyê û werin, tirsa gel dê her dem di dilê wan de be, jixwe ji ber vê tirsa bêmafbûnê ye, ku hê qeyûm neçûne devê deriyê şaredariyan bi sedan polîs li ber derî civandin. Ger bi rastî şaredaran li dijî zagonan sûcek kiribin, çima tu ewqasî ditirsî û ewqas polîsan dişînî ber deriyê şaredariyan? Ew tirsa te, tirsa bêmafbûn û zilmdariya te ye. Zalim, bêmaf û dizek ditirsin.
Gelê kurd dê ne tenê li Xelfetî, Êlih û Mêrdînê, dê li giştiya Kurdistanê û li derveyî welêt berteka xwe nîşan bide û li keda xwe û destketiyên xwe xwedî derkeve. Ev pêla serhildanê dibe ku pêla dawî ya serhildanên bidawîanîna li desthilatdariya keleha zilmê bin, ewqasî girîng in û dê bidomin, heta encameke li gor mafên gelê kurd tê bidestxistin. Bi dirûşma ‘her der serhildan her roj serhildan‘ ev dewleta bêmaf a keleha zilmê dê têk biçe, çawa ku polîtîkaya wê ya tunekirina kurdan bi ser neket, a domandina desthilatdariya xwe jî dê bi ser nekeve û rojên tên dê yên kurd, kurdî û Kurdistanê bin.
Ji bo wê gelê kurd niha bi tevayî li ser piyan e û berteka xwe nîşan dide. Serhildan wê hê jî berfirehtir, xurtir û encamgirtir bibin. Ev sed sal in ev dewlet mafê kurdan dixwe. Ev sed sal in zilmê li ser kurdan dimeşîne. Ev sed sal in hê hebûn, nasname û zimanê kurdî nas nake. Ev sed sal ji bo kurdan gelekî girîng bûn. Dewleta Tirk dixwest di van sed salan de kurdan asîmîle bike û tevan bike tirk. Li gor Dewleta Tirk, gava sed salên Komara Tirk bi dawî bûn, dê pirsgirêka kurd li holê nemaba. Niha em ketin sala sed û yekê. Çi dibe? Polîtîka û pêkanînên asîmîlasyonê têk çûn, îflas kirin. Dewlet bê polîtîka ma û ji xwe dipirse, min di van sed salan de tiştek nema ku bi serê kurdan de neanî, lê hê jî nebûne tirk, hê jî li ber xwe didin, hê jî kurd in.
Ev yek dewletê dîn û har dike. Û gava dîn û har dibe berê xwe dide Îmraliyê û dibêje; “Were meclîsê bang bike, bibêje, ez têkoşînê bi dawî dikim.” Ew jî dibêje “Ku ji bo ev têkoşîn bê bidawîkirin, divê mafên kurdan ên bingehîn di bin çavdêriya dewletên xwedîgotin de bên misogerkirin, da ku tu kurdan wek her car nexapînî.” Wê demê Dewleta Tirk hers dibe û dibêje, “Wayyy tu yî tu ji min mafên kurdan dixwazî, ez xwedê me, tu evd î, ez çi bidim ber te, divê tu şikur bikî, tu hê li ber xwe didî, aha ji te re cezayê disiplînê, aha ji te re desteserkirina şaredariyan, aha ji te re domandina girtiyên nexweş û yên din, aha ji te re polîs, leşker û tîm, aha ji te re balefir û firokeyên bombeyan direşînin ser Rojava.”
Bi rastî kurd êdî di ser dîwarê tirsê re qevizîne. Tirsa kurdan ji Dewleta Tirk nemaye. Ma di van sed salan de çi bi serê kurdan de nehat? Çi maye ku kurd jê bitirsin? Girtin û zindan? Gelo maleke kurdan maye ku kesek-du kes jê nehatibin girtin û neketibin zindanê. Koçkirin? Kî li gundê xwe, li mala xwe, li ser axa bavûkalan maye? Kurd ji Çîn û Japonya heta Şîlî û Kanada li giştiya cîhanê berbelav û penaber bûne. Kuştin? Bi sedê caran bi hezaran kurd kuştin û hê gorên wan nediyar in, zarokên me di zikê dayikan de kuştin, ciwanên me li kolanan kuştin, her roj me kurdan dikujin. Talan? Mal û milkê me talan kirin, nefta me her roj talan dikin, heta bi gustîlka di tiliya bûkên me de dizîn û talan kirin, ma wê hîn çi talan bikin? Asîmîlasyon? Muzîka me dizîn gotinên wê guhertin û kirin a xwe, çîrokên me dizîn, bi zimanê xwe dîsa firotin me, kevneşopiyên me dizîn kirin ên xwe, dîroka me dizîn pê pesnê xwe dan, peyvên me dizîn, zimanê me dizîn, heta bi hest û xewn û xeyalên me dizîn, tiştekî ku bê dizîn jî nehêlan.
Êdî kurd dê ji çi bitirsin? Tiştekî ku kurd jê bitirsin nemaye. Kurd dê dakevin qadan, dê serî hildin, dê bên girtin, bên kuştin, lê dîsa jî dê dakevin qadan û daxwaza bidestxistina mafên xwe yên bingehîn bikin, dê biqêrin û bibêjin: Em kurd in, em nabin tirk, çawa ku teyrek nikare bibe kûçikek, kurdek jî nikare bibe tirkek. Vê yekê ji bîr bikin. Em kurd xwediyê vê axê ne, ji roja ev cîhan çêbû heta îro em li ser vê axê ne û em bi kurdî diaxivin, em ê heta qiyametê jî bi kurdî biaxivin. Em azadiyê dixwazin, wekheviyê dixwazin. Çi yê we hebe, divê yê me jî hebe, ne kêm ne zêde.