Heyeta ku di navde Hevserokên DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Uçar, Keskin Bayindir û Hevşaredarên Bajarê Mezin ên Amedê jî hene xwestin biçin Êlihê. Lê leşkeran li pêş Qereqola Sinan a ser rêya Êlihê rê li pêş heyetê girt û destûr neda ku heyet biçe Êlihê. Li ser vê yekê siyasetmedar û hilbijêran li dijî astengiya cendermeyan li ser rê dest bi çalakiya rûniştinê kirin.
Çalakiya siyasetmedaran a rûniştinê didome.