Li gorî agahiyên ji herêmê hatine standin, balafirên şer yên artêşa Tirk derdora gundê Guherzê ya ser bi Dihokê bombebaran kirine. Hate diyarkirin ku artêşa dagirker heman herêmê daye ber topan jî.
Hate gotin ku artêşê raste rast cihên nêzî niştecihbûnê topbaran kirine û ji ber wê jî tirs ketiye nava xelkê herêmê û neçarmane ji malên xwe derkevin.
Der barê ziyanan de agahî nehatin standin.