KCDK-E, tevgera ciwanan, tevgera jinan û rêxistinên kurdan yên li Ewropa di çarçoveya qonaxa duyemîn a pêngava ‘Azadî ji Abdullah Ocalan re, çareseriya siyasî ji pirsgirêka Kurd re’ dê di 10’ê mijdarê de li Londonê meş û mîtîngek mezin pêk bînin. Di heman çarçoveyê de jî dê di 16’ê Mijdarê de li bajarê Kolnê meş û mîtîngê pêk bînin.
Komîteya Pêngava Ji Abdullah Ocalan re Azadî ya Brîtanyayê, amadekariyên xwe yên ji bo meşa mezin a ku wê 10’ê Mijdarê li pêşiya avahiya BBC’yê ya paytexta Brîtanya Londrayê bi dirûşma ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî’ bê lidarxistin, didomîne. Di çarçoveya xebatên gel ên ji aliyê hemû pêkhateyên Meclîsa Gelê Kurd ve di nava seferberiyê de xebatan dikin. Li semta Edmonton a li bakurê Londonê û li navenda bajarê Lîverpoolê stand danîn. Di standan de li aliyek ji bo tevlîbûna meşa 10’ê Mijdarê bang tê kirin, li aliyekî paradîgmaya Konfederalîzma Demokratîk wê çawa aştiyê li Rojhilata Navîn pêk bîne hatin vegotin.
Di çarçoveya xebatan de bi pêşengiya Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Brîtanyayê û Komîsyona Civakî malên Kurdên li bakurê Londonê hatin ziyaretkirin û girîngiya pêvajoya siyasî û pêngava navneteweyî hat vegotin Di serdanan de li ser şert û mercên giran ên tecrîdê yên li dijî Rêber Apo û rola wî ya di çareseriya aştiyane ya pirsgirêka Kurd de bi hezaran belavok hatin belavkirin. Di heman demê de li bajêr stîcker û afîşên bi nivîsa “Azadî ji Rêber Apo re” li bîlboard, rawestgehên otobusan û cihên kar hatin daliqandin.
Navenda Civaka Kurd a Lîverpoolê jî di çarçoveya xebatên pêngavê de ji bo meşê, li kolana herî qelebalix a bajêr stand danîn, banga tevlîbûna meşê kirin û armanca çalakiyê ji gel re hat ravekirin. Li Lîverpoolê ji bo ku gel derbasî meşa mezin bibin otobus hatin kirêkirin û çend wesayîtên taybet hatin diyarkirin. Navenda Çandê ya Kurd a Skoçyayê ya li Edînbûrghê, planên xwe yên ji bo veguhastina hejmareke zêde ya mirovan ji bo meşê li ber BBC’yê bi wesayîtên taybet bi dawî kir. Plansaziya ku Kurdistaniyên li bajarên weke Exeter, Brîghton û Şheffîeld jî tevlî meşê bibin tê kirin û li van bajaran amadekarî tên kirin.
Divê her kes tev li meşê bibin
Hevseroka KCDK-E’ê Zubeyde Zumrut der barê amadekariya meşê de agahî dan û wiha got: “Meşa Kolnê meşek navendî ye. Di vê meşa navendî de dê welatên ewropa beşdar nebin, dê li cihê xwe meşan lidar bixin. Welatên ku beşdarî meşa Kolnê bibin Fransa, Holanda, Belçîka ye dê li cihê xwe meşan pêk bînin. Meşa Londanê gelek girîng e. Ji ber ku em dixwazin girseya xwe derxin. Ji ber ku li aliyekî tecrîd giran dibe, li aliyê din êrîşên liser gelê kurd zêde dibin. Di pêvajoyek wisa de em vê meşê li dar dixin. Ev beş ji bo bandorê li ser welatên ewropa bikin girîng in. Niha xebatek beş heye. Banga me ji gelê me ev e. Li kijan welatî dibin bila bibin, li welatê xwe tev li van meşan bibin. Divê em li dijî tecrîd û dagirkeriyê rawestin û Rêber Apo azad bikin.”
Zubeyde Zumrut, qala bernameya Londonê jî kir û ev agahî dan: “Meşa sibê bi dirûşma ‘Ji Rêber Apo re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareseriya siyasî’ tê lidarxistin. Ev meş di çarçoveya pêngavê de tê lidarxistin. Peyamên ku di vê meşê de bên dayîn dê li ser şikandina tecrîdê û azadiya fizîkî ya Rêber Apo be. Dê ji bo çareseriya pirsgirêka kurd peyam bên dayîn. Çareseriya pirsgireka kurd jî bê azadiya Rêber Apo pêk nayê. Dê Kurdistanî û dostên kurdan beşdarî vê meşê bibin. Komîteya Amadekar dê di meşê de axaftinan bikin.”
‘Gel dê li Ewropayê tecrîdê bişkînin’
Zumrut li ser meşa 16’e Mijdarê ya Kolnê jî axivî û ev agahî dan: “Em ê di 16’ê mijdarê de li welatên Ewropa li Kolnê meş û mîtînga fînalê pêk bînin. Ev sê meh in xebat û amadekariyên vê mîtîngê tên kirin. Niha xebatên vê meşê tê kirin û bi gel re yek bi yek girîngî û wateya vê meşê tê vegotin. Niha eleqeya gel a ji bo vê meşê gelek baş e. Du roj berê em ji du milan de ketin bajarê Kolnê. Me esnaf û mal ziyaret kirin. Hemû gel ji vê xebatê agahdar e. Civaka ewropa dibêjin ‘Em ê tecrîdê li Ewropayê bişkînin. Dibêjin ji bo azadiya Rêber Apo em ê li Ewropa têkoşînê bigînin asta bilind. Ji ber vê yekê eleqe, kelecan û nêzîkatiya gel a ji bo meşa Kolnê gelek baş e. Dema em di nava gel de belavokan belav dikin. Welatî bi komî belovan ji me digirin û ew bi xwe belavokan belav dikin. Gel bi xwe xebata meşê dikin. Niha kar û xebatên meşê didomin. Em niha li her derê civînên gel pêk tînin û li ser girîngî û wateya vê meşê niqaşan dikin. Piştî civînên gel em bi hevre diçin litaxan malbatan ziyaret dikin û banga meşê dikin.”
Em ê erd û ezman bimeşînin
Zumrut li ser tevlêbûna girseyî jî rawestiya û wiha lê zêde kir: “Dema me daxuyaniya starta meşa Kolnê da me got; “Tenê hejandina Kolnê têr nake. Çapemeniya Alman gotibû “Kurdan di meşa 17’ê Sibate de Pira Kolne heşandin’. Li hemberî meşa sibatê pir matmayî mabûn. Li Ewropa heta niha meşek wisa pêk nehatibû. Polîsên wan jî digot ‘heta niha tiştekî wisa pêk nehatiye. We ji bo azadiya Ocalan çawa ew qas kom kir.’ Me di daxuyaniyê de got ‘Me di sibatê de PIR heşand, lê niha emê erd û ezman bihejînin. Em ê dengê azadiyê li erd û ezman belav bikin û li Ewropayê jiyanê rawestînin. Eger gelê ewropa bixwaze dikare milyonek kes bê cem hev.”