Li Pakistanê di encama teqînekê de herî kêm 24 kesan jiyana xwe ji dest dan û 50 kes jî birîndar bûn.
Li gorî nûçeya AFPˈê ku agahiyên xwe spartine polîsên Pakistanê, teqîn li stasyona sereke ya trênan a li parêzgeha Belûçistana Pakistanê çêbûye. Berpirsê polîsên Pakistanê ji medyaya xwecih re diyar kir ku di teqînê de heya niha 17 kesan jiyana xwe ji dest daye û got: “Em dixebitin da ku sedema teqînê diyar bikin.”
Li gorî rayedarên xwecih, dibe ku bîlanço girantir bibe.