12 Aralık, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Bayik: Di armanca Dewleta Tirk de çarserî tune ye

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik têkildarî tecrîda li Îmraliyê anî ziman ku pergala Îmraliyê pergala tecrîd û qirkirinê ye û got: “Dewleta Tirk li Îmraliyê siyaseteke taybet dimeşîne. Di armanca dewletê de çareserî tune ye. Li gravê çi bi qewime dewleta Tirk berpirsiyar e.”

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik beşdarî Bernameya Taybet ya Stêrk TV bû û geşedanên di rojevê de nirxand. Cemîl Bayik xespkirina şaredariyên Esenyûrt, Mêrdîn, Êlih û Xelfetiyê nirxand û xwest gel li destkeftî, şaredarî, nirx, ked û siberoja xwe derkeve.

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik, ewil bal kişand set tecrîda li Îmraliyê û wiha got: “4 sal zêdetire bi Rêber Apo re hevdîtin çênedibû. Rewşa Rêber Apo ya tenduristî çawa ye kesî nizanîbû. Niha hevdîtinek çêbû. Me ji Rêber Apo agahî wergirt û Rêber Apo silavên xwe şandin. Ev bandoreke pir baş çêkir û her kes jî kêfxweş bû. Piştî ewqas salan ji Rêber Apo agahî wergirtin helbet hem ji bo tevgera me, hem ji bo gelê me û hem jî ji bo dostên me kêfxweşiyek çêkir. Ew hevîdtina çêbû jî, di bin re derheqê tenduristiya Rêber Apo de hin tiştên neyînî belav kirin. Bizanebûn belav kirin. Dewleta Tirkiyeyê li Îmraliyê siyasetekê dimeşîne. Di şexsê Rêber Apo de li ser gelê Kurd vê siyasetê dimeşîne. Ji ber vê li Îmraliyê çi jiyîn û çi encam jê derkeve dewleta Tirk berpirsyar e. Kes nikare li derveyî wê li berpirsyarek din bigere. Ji ber ku dewlet siyasetekê li wir dimeşîne. Rêber Apo jî got, tecrîd berdewam e. Ev tecrîd ne weke di salên dawî de pêşxistin, sîstema Îmraliyê sîstema tecrîdê û qirkirinê ye. Vê sîstemê di şexsê Rêber Apo de li ser gelê Kurd tê meşandin. Tenê dewleta Tirkiyeyê vê sîstemê pêş nexistiye. Di esasê xwe de komplogeran ev sîstem pêşxistin û dewleta Tirkiyeyê jî vê berdewam dike. A rast ev e. Yanî sîstema Îmraliyê, sîstema tecrîda mutleq, sîstema yên ku komplo li ser Rêber Apo pêşxistine. Wan ev sîstem avakirin, Tirkiye jî berdewam dike. Heta ku sîstema Îmraliyê hebe wê tecrîd jî berewam bike. Lazim e her kes vê yekê wiha fêm bike. Kengî tecrîd ji holê radibe? Kengî sîstema Îmraliyê ji holê rabe wê tecrîd jî rabe. Ew jî çawa radibe? Kengî gelê Kurd weke civakekê qebûl bikin, mafê gelê Kurd ên xwezayî qebûl bikin, wê demê ev sîstema ji holê radibe. Wê demê êdî tecrîd jî ji holê radibe. Rastî ev e.”

‘Di armanca dewleta tirk de çareseriya pirsgirêka kurt tune ye’

Bayik bal kişand ser hevdîtina parlamenter Omer Ocalan a li Îmraliyê û wiha axivî: “Parlamenter Omer Ocalan çû hevdîtin çêkir. Lê di kîjan şertan de ew hevdîtin çêbû. Di bin vê re derheqê tenduristiya Rêber Apo de hin tiştên neyînî belav kirin. Di nava şerteke wisa de hevdîtin çêkir. Heke hevdîtin çêbûbe ev bi saya têkoşîna tevgerê, gel û ya di qada navneteweyî de tê meşandin zextek li ser Tirkiyeyê çêkir. Dîsa li Rojhilata Navîn hin pêşketîn çêdibin. Dema ku ev hemû geşdan gihîştin hev neçar man ku vê hevdîtinê bidin çêkirin. Lê çiqasî hevdîtin çêbû jî tecrîd ranebûye. Rêber Apo jî got, tecrîd berdewam e. Got, “Ji min hin tiştan dixwazin. Heke dixwazin ez rola xwe bilîzim wê demê divê şert û mercên wê bên çêkirin. Şert û merc çênebin ez ê çawa rola xwe bilîzim.” Vê yekê eşkere got. Piştî hevdîtina parlamenter Omer Ocalan, dîsa ceza dane Rêber Apo. Ew cezaya qilifek e. Yanî ji bo ku sîstema Îmraliyê, tecrîdê berdewam bikin ew qilifa pêşxistin. Ev tenê ne aqilê dewleta Tirkiyeyê ye, yên ku di komployê de cih girtin û pêşxistin ev aqil dane dewleta Tirkiyeyê. Ji ber dewleta Tirkiyeyê berê hin hincet pêş dixistin. Bi wan hinceta digot ku hevdîtin çênabe. Ev yek ji dewleta Tirkiyeyê re pirsgirêkên mezin çêdikir. Hinekan aqil danê, gotin wiha nabe. Lazim e hûn di aliyê qanûnî de hin tiştan pêş bixin. Hûn dikarin bi rêya dadgehan ceza bidinê. Wê demê dibe hiqûqî. Wê demê hûn dikarin ev sîtema tecîrda mutleq bimeşînin û wiha jî dimeşînin. Li ser pirsgirêka Kurd hin daxuyanî dan. Piştî vê daxuyaniyê qilifa cezayê dane Rêber Apo pêş xistin. Ev jî çi dide nîşan dan? Ji ber ku di armanca wan de çareserkirina pirsgirûka Kurd tineye. Heke di armanca wan de çareserkirina pirsgirêkê hebûya, piştî hevdîtinê cezayeke nû nedidan Rêber Apo. Ev jî eşkere ye. Tenê ceza nedan. Êrîşî Rojava kirin, li Tirkiyey û Bakur şaredarî desteser dikin. Yên ku armanca wan çareserî be van tiştan nakin. Ev her tiştî radixe ber çavan. Çima vê yekê dikin? Ji ber ku dewleta Tirkiyeyê ketiye krîzekê. Hem têkoşîna tê meşandin û hem jî pêşketin li Rojhilata Navîn li ser dewleta Tirkiyeyê krîzek çêkiriye. Dewleta Tirkiyeyê dixwaze xwe ji vê krîzê derxin, lê bi kîjan şeklî wê bikin ev ne zelal e. Hinek daxuyaniyan didin û dixwazin xwe bi vî awayî derxin, ev ne pêkan e. Lazim e gelê me û dostên me vê yekê bibînin. Heke dewleta Tikiyeyê ewqasî di nava zor û zehmetiyê de nebûya, ev rojev çênedikir. A ku ji me tê xwestin çi ye? Lazim e em tecrîdê bişkînin. Rêber Apo bi fîzîkî azad bikin. Azadiya fîzîkî ya Rêber Apo wê pirsgirêka Kurd çareser bike. Wekî din ji xwe ne pêkan e. Ji bo vê di 16’ê Mijdarê de li Kolnê mîtîngek tê lidarxistin. Ew mîtîng girîng e. Me pêngavek pêş xist û rojevek baş çêkir. Li ser vê me pêngavek dest pê kir. Ev mîtîng jî li ser vê bingehê tê lidarxistin. Ji bo vê divê her kes tevlî vê mîtîngê bibe. Divê ne wekî mîtîngên berê çêbûne, lazim e mezintir çêbibe. Êdî divê ji niha pê ve bi milyonan tevlî mîtîngan bibin. Wê ev Rêber Apo di aliyê fîzîkî de azad bike. Wekî din tiştên din ên dibin baş in lê kêm in. Niha dewleta Tirkiyeyê neçar maye. Behsa Kurdan dike, behsa biratî, wekhevî û gelek tiştan dike. Lazim e em jî li gorî wê zêdetir zextê bi pêş bixin. A ku ji me hemûyan tê xwestin ev e. Ji bo wê hemû gelên me, bi zarokên xwe, jin, ciwan, kal û pîr her kes tevlî vê mîtîngê bibin. Ne tenê Kurd, lazim e dostên xwe jî tevlê bikin. Ev Tirk, dibin, Ewropayî dibin, sosyalîst, demokrat dibin, ên ku dixwazin dostaniya Kurdan bikin, yanî divê her kesî li gel xwe tevlî vê mîtîngê bikin. Ji bo ku ev mîtîng zextekê li ser Tirkiyeyê çêbike. Ji bo Tirkiye lîstikan neke, mecbûr bibe ku rast nêzîkî pirsgirêkê bibe. Heke rast nêzîk bibe wê ew pirsgirêkana çareser bibin. Êdî dem dema ku em Rêber Apo ji Îmraliyê derxînine. Divê her kes vê bibîne û li gorî vê têkoşînê bimeşîne. A ku j her kesî tê xwestin ev e.”

‘Edî Tirkiye di projeya Rojhilata Navîn deli derve tê hiştin’

Cemîl Bayik li ser helwesta hikûmetê û nêzîkatiya Bahçelî jî rawestiya û ev nirxandin kirin: “Kes nikare navekî li vê bike, çima? Ji ber ku axaftin cuda ye, pratîk cuda ye. Wexta ku axaftin û partîk hev temam nekin, kes nikare navekî lê bike. Yanî axaftinek heye û dibêjin “Rastiya mirovan pratîka wan e”. Bê sebeb vê negotine. Bi axaftinê, ma mirov dikare her kesî bixapîne. Di partîkê de tu çiqasî bixwazî bixapîne jî tu nikarî. Tu nikarî rastiyên xwe veşêrî. Teqez derdikeve holê. Ji bo dibêjin, “Pratîk rastiya mirovan îfade dike”. Axaftinên Erdogan û Bahçelî cuda ne û pratîkên derdikevin holê pir cuda ne. Berovajî wê ne. Ev li gel her kesî nakokiyan çêdike. Tiştên ku di pratîkê de pêktînine. Vana nikarin bibêjin “Tiştên di pratîkê de pêktên li derveyî me pêktên. Hûn axaftinên me esas bigirin.” Tu kes van axaftinan esas nagire. Di pratîkê de çi derdikeve wê dibînin û wê esas digirin. Ji ber vê pratîkên derketine holê baweriyê nadin tu kesî. Ji bo vê kes nikare navekî lê bike. Planek tê meşandin. Heke ev axaftin çêdibin, ev pratîk derdikevin holê, di çarçoveya planekê de pêktên. Niha dewleta Tirkiyeyê çi datîne pêşiya xwe. Heke karibe tevgera PKK’ê tasfiye bike, qirkirina li ser gelê Kurd temam bike û karibe siyaseta Osmaniya Nû bimeşîne, li Rojhilata Navîn desthilatiya xwe û hegemonyaya xwe xurt bike. Siyaseteke emperyal daniye pêşiya xwe. Ji bo wê hêzên xwe şand Lîbyayê, dixwaze li Deryaya Spî hin encaman wergire, li Qafkasyayê dixwest hin encaman wergire. DI vî alî de li Iraqê, Sûriyeyê gelek pêngav avêt. Çi derfetên Tirkiyeyê hene ji bo vê xerc kirin. Ji bo ku karibin vê armanca xwe pêk bînin. Her çiqasî ji bo vê xebitin jî encam bi dest nexistin. Ev li Tirkiyeyê krîzeke mezin çêkir. Heke li Tirkiyeyê dialiyê siyasî, aborî, civakî, çandî û hemû aliyan de krîzek çêbûye, encama vê siyasetê ye. Wisa hesab dikirin ku bi vê siyasetê armancên xwe yên emperyal pêkbînin. Ji bo vê her tişt xerc kirin. Dema ku armanca wan pêk nehat çi bû? Ev krîz derket holê. Ev jî Tirkiyeyê xist nava zor û zehmetiyeke mezin. Li gel vê li Rojhilata Navîn jî bi navê Projeya Mezin a Rojhilata Navîn tê meşandin. Kî vê dimeşîne diyar e. DYE, Îngiltere û Îsraîl dimeşînin. Her ku diçe li Rojhilta Navîn şer mezin dibe. Wê li Rojhilata Navîn guhertin çêbibin. Êdî Rojhilata Navîn wê weke berê nemîne. Ev peşketin li ser Tirkiyeyê bandoreke mezin çêdike. Yên ku Projeya Mezin a Rojhilata Navîn dimeşînin eşkere gotin wê nexşe bên guhertin. Netewe dewlet derbê dixwe. Tirkiye ji vê pir ditirse. Dixwest her tiştên Rojhilata Navîn li ser wan çêbibe. Ji ber ku endamê NATO’yê û eleqeya wê bi Ewropayê re jî heye. Heta niha ji van hêz digirt û bi vê hêzê li ser Kurdan û gelên din qirkirin pêş dixist. Vê tiştê winda dike. Her çiqasî Tirkiye hêza NATO’yê ye jî li Rojhilata Navîn derveyî wê tişt diqewimin. Êdî Tirkiye li derveyî her tiştî tê girtin. A ku dewleta Tirkiyeyê tengav dike esas ev e. Ji ber ku gelek tiştên xwe winda dike. Tirkiyeyê li ser hêza NATO û Ewropayê li ser hemû gelan qirkirin pêş dixist. Li ser Rojhilata Navîn hegemonyaya xwe pêş dixist. Niha ev hemû ji destê wan derikeve. Pêşketinên li Rojhilata Navîn derveyî Tikiyeyê pêş dikevin. Ev Tirkiyeyê pir ditirsîne. Hem dewletê ditirsîne, hem hikûmetê ditirsîne û hem jî sermeyedarên Tirkiyeyê ditirsîne. Sermeyedarê Tirkiyeyê, artêş, AKP, hemûyan dest dabûn hev ku li Rojhilata Navîn bibin hêzeke emperyal. Ji vê jî bawer kiribûn. Çiqasî xebitîn jî negihîştin armancên xwe û derbên mezin xwarin. Krîzên mezin çêbûn û ev tirsek mezin pê re çêkir. Ji bo ser vê bigirin Erdogan kîjan propaganda pêşxist? Erdogan got, “Ji bo me talûkeya mezin Îsraîl e. Îsraîl wê bê êrîşî me bike, me parçe bike û ji holê rake.” Tiştekî wiha tineye. Her kes dizane ku Îsraîl êrîşî Tirkiyeyê nake. Çima vê yekê pêş xist? Ji bo gel bixapîne. Ji bo her kesî bikşîne ser siyaseta xwe. Ji bo ser hemû pirsgirêkên li Tirkiyeyê tên jiyîn bigirin. Pirsgirêkên Tirkiyeyê pir mezin in û gel li ber teqandinê ye. Dixwaze bi vî şeklî ser van tiştan bigirin. Berê her kesî dide çi? Dibêje Tirkiye di talûkeyê de ye. Tirkiye demekê Împaratoriya Osmanî çêkiribû. Dawiyê Tirkiye hindik mabû ji holê rabe. Li gorî şertên wê demê bi zorê komar ava kirin. Niha xîtabî vê dike û vê dide pêş. Dibêje “Em Osmanî mezin bûn. Em parçe parçe bûn û niha talûkeya Îsraîlê heye. Em ê ya heyî jî winda bikin.” Wê demê xelk wê hemû pirsgirêkan ji bîr bike, dewletê biparêzin. Vê esas girtin. Wê demê jî nikarin xwe ji nava vê krîz derxin. Siyaseteke wiha tê meşandin. Niha wê ev siyaset encam bide an na. Wexta ku gotin em bira ne, misilman in, bi hev re dijîn, divê em bi hev re biparêzin, ji bo vê yekê ye. Çima berê van tiştan nedigotin? Beriya niha çend mehan çi digotin? Digotin “Em ê PKK’ê ji holê rakin, qirkirinê temam bikin.” Çi bû bi carekê guherîn. Têkoşîna ku hat meşandin û geşedanên li Rojhilata Navîn diqewimin dewleta Tirkiyeyê xist nava krîzeke mezin. Vê talûkeyê dijîn û ditirsin. Heke di vir de alîkariya Kurdan wernegirin wê derbê bixwin. Ji bo vê wiha dikin. Yanî dixwazin careke din her kesî bixapînin. Lîstikan dikin. Jixwe lîstikên wan di pratîka wan de derdikevin holê.”

‘Yê ku pirsgirêka Kurd û Rojhilata Navîn çareser bike Rêber Apo ye’

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik li ser muxatabiya çareseriyê jî rawestiya û wiha got: “Niha tiştên ku Rêbertî û me gotî ne tiştên nû ne. Me bi salan van tiştan gotiye. Dema ku Rêber Apo li Akademiya Mahsûm Korkmaz bû, wê demê Mehmet Alî Bîrand hat hevpeyvînek çêkir. Wê demê Rêber Apo çi got? Got, “Ez li muxatabekî digerim.” Ji wê demê heta niha Rêber Apo bi eşkereyî dixwaze pirsgirêka Kurd bi rêya siyasî û demokratîk çareser bike. Tevgera me jî gelek caran ev yek da diyarkirin. Dîsa gelek caran tevgera me û gelê me diyar kir ku nûnerê me Rêber Apo ye. Ê ku pirsgirêka Kurd çareser bike û muzakere bike Rêber Apo ye. Gelek caran ev hat gotin. Dewleta Tirkiyeyê jî vê yekê baş dizane. Ne ku nizane. Pirsgirêka Kurd kî dikare çareser bike, ne tenê pirsgirêka Kurd, pirsgirêkên Tirkiyeyê û Rojhilata Navîn kî dikare çareser bike, Rêber Apo dikare çareser bike. Vê yekê dizanin. Lê bi zanebûn hin axaftinan pêş dixin. Dixwazin wiha diyar bikin ku pirsgirêkê bi kê re çareser bikin ne diyar e. Yanî di nava Kurdan de muxatab nîne. Vê yekê herî zêde ji bo derve dibêje. Fêlbaziyeke mezin dike. Bi zanebûn nîqaşa ku Kurd ne netewe ne, em nizanin bê çawa vê pirsgirêkê çareser bikin, davêjin holê. Ji bo ku rastiyê veşêrin vê yekê dikin. Di rastiyê de her tişt li ber çavan e û her kes jî dizane ku nûnertiya gelan Rêber Apo dike. Bi salan ji bo vê têkoşiya û ji bo vê bi salan e di Îmraliyê de ye. Ji bo vê tecrîda mutleq li ser Rêber Apo tê meşandin. Bi vî şeklî dixwazin serê her kesî tevlîhev bikin. Yanî tu kes nezanî bê vana dixwazin çi bikin. Di bin vê de dixwazin armancên xwe pêkbînin. Vê bi pêş dixin.

‘Tirkiye tu carî civakan esas nagire’

Wexta ku sed saliya komarê pîroz dikirin li Navçeya Xelatê ya Bedlisê AKP, MHP, Huda Par û hwd. pêkve sekinîn û destê hevdu rakirin, wêneyek diyar kirin. Huda Parê piştî vê hatin gel Barzanî hevdîtin çêkirin. Erdogan çû Neteweyên Yekbûyî û paşê bi Bahçelî re hatin gel hev hinek axaftin kirin û hinek tevger pêşxistin. Vana hemû hevdu temam dikin. Dixwazin çi bikin, planên xwe çawa bimeşînin bi vê re didin diyarkirin. Gotinek tê zanîn heye. Dema Sovyet xurt bû û li Tirkiyeyê jî alîgirên wê hebûn, dewletê çi digot? Digot, “Heke lazim be em ê komunîzmê bînîn”. Ev rastiya dewleta Tirkiyeyê dide diyarkirin. Tirkiye tu carî civakan esas nagire, xwe esas digire. Yanî tiştekî bê kirin hebe wê dewlet bike. Dewlet heye, civak û mirov nînin. Ev hişmendiya wan dide diyarkirin. Ev jî nîşan dide ku bê em li hemberî dewleteke çawa nin. Dema Erdogan û Bahçelî diaxivîn û di çapemeniyê de derket, hinekan çi digot? Digotin pirsgirêka Kurd ne weke berê ye û çareserî jî weke berê nabe. Van axaftinan bi zanebûn pêş dixistin. Yanî pirsgirêkê em ê çareser bikin. Digotin ne PKK heye, ne Rêber Apo heye, ne gelê Kurd heye û tu kes tineye. Pirsgirêk heke çareser bike em ê çareser bikin û weke xwe çareser bikin. Ev çi nîşan dide. Dixwazin Kurdên xwe ava bikin. Bi Kurdên xwe bidin diyarkirin ku pirsgirêk çareser kirine. Dixwestin her kesî bi vî awayî bixapînin. Bi vê dixwazin yên li pêşiya kî hene parçe parçe bikin û bê bandor bikin. Her kesî têxin bin xizmeta xwe. Jixwe vê eşkere dibêjin. dibêjin hûn ê teslîm bibin û em çi bidin we hûn ê qebûl bikin. Ew jî heke em bidin em ê bidin, em nedin jî em nadin. Mantiqê AKP-MHP’ê li ser vî esasî ye. Yên li hemberî vê derdikevin ji wan re dibêjin “Terorîst e, xayine dixwazin me ji holê rakin û lazime ji holê rabin.” Bi vî aqlî tevdigerin û pratîka wan jî li ser vî esasî ye.”