12 Aralık, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Êlihê di roja çaremîn de berxwedana xwe didomîne

Nerazîbûnên gel li dijî darbeya qeyûm ya xespkirina vîna gel di roja  4'emîn de berdewam dike. Çalakî û nerazîbûnên gel li her deverê bajarê Êlihê bi berxwedaneke xurt îro jî berdewam kirin

Berxwedana gel a ku piştî desteserkirina şaredariyan li Êlihê destpê kir, di roja çaremîn de ye. Girseya gel li ber Gok Taksî ya li kolana Seyîd Bîlal, Cûdî û Petrolkentê li hev kom bû, heta kolana Gulistan meşiya. Di dema meşê de şêniyên li herêmê jî bi nîşaneya serketinê û tilîliyan piştgirî dan girseya gel.

Hevşaredarê Êlihê Yeşîl Işik ê ku ji wezîfeyê hate dûrxistin, Alîkarê Hevserokên DEM Partiyê yê ji Rêveberiyên Xwecihî Berpirsyar Mehmet Ruştu Tîryakî û parlamenter Mahmût Tanal jî di nav de girseya gel li kolana Cûdî li hev kom bû, heta kolana Basin bi çepik û tilîliyan meşiya.

Çalakger ji Gok Taksî heta Parka Zîn meşiyan û banga xwedîderketina li şaredariyê li gel kirin.

Parlamentera Mûşê ya DEM Partiyê Sumeyye Boz jî li Xaçerêya Basinê ji girseya gel re axivî û got, “Desthilatdariya AKP-MHP’ê kengî tengav dibe êrîşî Kurdan dike, êrîşî şaredariyên gelê Kurd dike. Li hemberî gelê Kurd polîtîkayên şerê taybet dimeşînin, tecrîdê dikin. Qeyûmên ku tayîn dikin jî îradeya gelê Kurd tine dihesibînin. Polîtîkaya qeyûm li Esenyûrtê, Colemêrgê, niha jî li Êlih, Riha û Mêrdînê nîşan da. Belê ew navê xwe bi talan, dizî û zilmê radigihînin, gelê Kurd jî bi têkoşîn û demokrasiyê radigihîne.” Berxwedana gel dewam dike.