Li Iraqa bi salan e di nava aloziya siyasî de ye, li ser nerazîbûna gel di cotmeha 2021’ê de hilbijartina giştî ya pêşwext çêbû. Encama hilbijartinê krîza li welêt kûrtir kir.
Tabloya siyasî ya ku piştî hilbijartinê derket holê û nîşan da ku Iraq dê hîn bi krîzên mezintir re rû bi rû bimîne. Parlamento cara ewilî di 9’ê çileya 2022’yan de li hev civiya. Serokê parlamentoyê û cîgirê wî hatin hibijartin. Lê ev hilbijartin ji gelek aliyan ve bû mijara nîqaşê. Di encamê de herdu aliyan li hev kirin.
Ji bo hibijartina serokomariyê partiyên siyasî namzetên xwe aşkera kirin. Li gor peymanên di navbera YNK û PDK’ê de postê Serokomariya Iraqê mafê YNK’ê ye. Tevî lihevkirinê jî PDK bi piştevaniya hin hêzên herêmê ket nava hewldanên têkbirina vê peymanê. Xanedaniya Barzanî ev peyman tune hesiband û ji bo vê xalê malbata Barzanî Hoşyar Zêbarî hat destnîşankirin. Lê raboriya kesê ku namzet hatiye destnîşankirin wekî ya PDK’ê qirêj e. Ev jî bû sedem ku namzetiya Zêbarî ji gelek aliyan ve li rastî nerazîbûnan were.
Dihat payin ku 7’ê sibatê parlamentoya Iraqê ji bo hilbijartina serokomariyê li hev bicive. Lê ji ber giliyên hin parlamenteran û nerazîbûnên partiyên siyasî yên der barê Hoşyar Zêbarî de parlamento li hev neciviya. Civîn hat taloqkirin û Dadgeha Federal a Iraqê têkildarî giliyên ji bo Hoşyar Zêbarî li hev civiya. Di encamê de ji ber gendeliyên ku dema wezîrê darayiyê bû, namzetiya Zêbarî hat betalkirin.
Bêguman ji ber dizî û gendeliyê betalkirina namzetiya Zêbarî ji bo xanedaniya malbata Barzanî jî darbeyeke giran e. Li Iraqê cara yekem e ku ji aliyê dadgehê ve diziya PDK’ê tê piştrastkirin. Biryara dadgehê ya ji bo lêpirsîna der barê nelirêtiyên PDK’ê ji bo dema pêş girîng e.
Wisa diyar e ku dewleta tirk bi hin grubên şîa û sunî, ji bo postê serokomariyê hêviyeke mezin daye PDK’ê. PDK bi vê hêviyê ji bo di desthilatdariya Iraqê de bibe xwedî gotin, xwe li ber vê erkê xweş kir. Lê wek gotina ‘dek û dolabên osmaniyan naqedin’ diyar e ku PDK ketiye xefikeke mezin.
Hêzên herêmî ji bo dewleta tirk bi destê PDK’ê li Iraqê nebe xwedî bandor bi Dadgeha Fedaral hin hemle kirin. Di gava ewil de berendamtiya Hoşyar Zêbarî hat betalkirin, piştre jî peymanên PDK’ê yên der barê firotina petrolê de îmzekirine betal kirin. PDK’ê bi vê korbûna xwe ya siyasî hemû destkeftiyên başûrê Kurdistanê jî xistin bin xeteriyeke mezin.
Bêguman mijara firotina petrolê demeke dirêje mîna girêka kor di navbera Hewlêr û Bexdayê de didome. Bi taybetî piştî hevdîtina Nêçîrvan Barzanî û Erdogan peymanên têkildarî firotina gaza xwezayî ketin rojevê. Bi vê re hêrsa Bexdayê ya li dijî peymanên derqanûnî tên kirin zêdetir bû.
Ji ber PDK’ê dixwest gazê bi butçeyeke kêm bifroşe, mijara gazê ya Tirkiyeyê yekser Îranê jî eleqedar kir. Dewleta Îranê bi buhayekî kêm a firotina gazê wekî mudaxeleyekê dît û li dijî vê piştgirî da Bexdayê.
Bi van rûdanan diyar e ku li Iraqê krîza ku welat ber bi hilbijartinê ve bir, wê hîn mezintir û kûrtir bibe. Lê ne lihevkirinên hêzên siyasî, mûdaxeleyên derve di rewşa heyî de diyarker in.
Xanedaniya PDK’ê bi hevalbendiya rejîma Erdogan re ji sala 2014’an û vir ve bi xetên boriyên petrolê çavkaniyên herêma Kurdistanê difiroşe Tirkiyeyê. Li gorî daneyan rojane 150 hezar bermîl petrol dişîne platforma Ceyhanê ya li Tirkiyeyê. Di heman salê de Iraqê peymana ku di navbera PDK’ê û rejîma Erdogan de hatibû îmzekirin bir Dadgeha Cezayê ya Navneteweyî. Hewlêr û Enqere piştî biryara Dadgeha Federal a Iraqê niha jî ji biryara ku ji Dadgeha Cezayê ya Navneteweyî ditirsin.
Dewleta tirk a ku bi riya PDK’ê bi hêsanî çavkaniyên Kurdistanê talan dike, niha jî bi tirsa darbeyeke hîn mezintir, dixwaze biryara dadgeha navneteweyî derengî bixe. Dewleta tirk li dijî biryareke negatîf di nava tirsekê de ye. Ditirse ku îmaja wê ya di qada navneteweyî de lewaz bûye, bi vê biryarê re bi temamî têk biçe û krîza aborî ya li welêt kûrtir bibe.
Lewma em dikarin bibêjin hemlaya dewleta tirk a ku bi destê PDK’ê xwe li Iraqê pêş ve dibe têk çû û lê zivirî. Bi biryara Dadgeha Federal a Iraqê derket holê ku bazirganiya enerjiyê ya rêvebiriya Hewlêrê û Enqereyê êdî îlegal e. Dewleta tirk a ku bi riya PDK’ê bi hêsanî çavkaniyên Kurdistanê talan dikir û dike, piştî vê biryarê ket nav liv û tevgerê.