9 ÇILE 2025

Gösterilecek bir içerik yok

98 rêxistinên sivîl banga ramestandina êrîşan kir

Federasyona Mafên Mirovan a Sûriyeyê û 98 rêxistinên mirovî û sivîl ên Sûriyeyê, êrîşên Dewleta Tirk û çeteyên wê yên li ser sivîlan ên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi tundî şermezar kirin.

Federasyona Mafên Mirovan a Sûriyeyê û 98 sazî û rêxistinên mafên mirovan ên Sûriyeyê daxuyaniyek dan û êrîş û sûcên Dewleta Tirk ên li dijî sivîlan ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şermezar kirin.

Di daxuyaniyê de hişyarî hat dayîn ku ev êrîş dê bibin sedema vegera çeteyên DAIŞê. Di daxuyaniyê de ev daxwaz arasteyî rêxistin û saziyên navneteweyî hatin kirin:

* Rawestandina hemû kiryarên tundiyê û kuştinê li Sûriyeyê û li herêmên kurdan.

* Hêzên Tirkiyeyê û komên girêdayî wê bêşert û merc ji hemû herêmên Sûriyeyê vekişin.

* Diyarkirina rewşa kesên ku ji aliyê Dewleta Tirk û komên girêdayî wê ve hatine revandin û yekser serbest berdana wan.

* Rawestandina polîtîkayên koçberkirina bi dare zorê û guhertina demografiyê.

* Çareserkirina doza kurd bi awayekî dadmend û demokratîk di nava destûra Sûriyeyê de.

* Pêşxistina çanda welatîbûn, lihevhatin û aştiya navxweyî ku bibe garantiya yekitiya civaka Sûriyeyê.