12 Aralık, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Em bi rêzdarî hunermendê mezin Aram Dîkran bibîr tînin

Di bîranîna 13’emîn a koçkirina hunermendê mezin Aram Dîkran de, em wî bi rêzdarî bibîr tînin û dibêjin bila rih û rewanê wî şad be.

Aram Dîkran di sala 1934’an de li bajarê Qamişlo yê rojavayê Kurdistanê hatiye dinyayê. Di roja 8’ê tebaxa 2009’an de li Atînayê (Yewnanistan) çû ser dilovaniya xwe.

Aram Dîkran dilsoziya xwe ya bi kurdan û zimanê kurdî re gelek caran bi vê serpêhatî û wesyeta bavê xwe  aniye ziman. Em dixwazin dîsa wê wesyetê bi bîra we hêjayan bînin.

Aram Dîkran wiha behsa serpêhatî û wesiyeta bavê xwe dikir: “Bavê min jî mîna gelek ermeniyên din di çaxê tevkujiya ermeniyan de bi rêya kurdan ji kuştinê hat rizgar kirin. Ji bona wê jî hertim ji min re wiha digot: Kurê min qedir û qîmetê gelê kurd bizanibe, kurdan ji bîra neke. Keda wan li ser min pir e, zehmetî û xiwêdana wan li ser min pir e. Ewan min xwedî kirine û ger hûn çar bira û du xwişk vê gavê li ser rûyê dinê dijîn bi xêra kurdan e ku hûn dijîn. Heke dijimin min bikuşta, hûn jî nedihatin rûyê dinyayê. Ew axayê kurdî ku çend salan bi nihênî ez di mala xwe de xwedî kirim û pişt re ez şandim Binxetê (rojavayê Kurdistanê), jiyana me rizgar kir û bi xêra wan vê gavê hûn li rûyê dinê dijîn.”

Aramê Dîkran jî bi wesyeta bavê xwe kir û di hemû jiyana xwe de dilsozê gelê kurd ma. Dîkran  bedewiya deşt, zozan, dol û newal, wêrek û egîdên kurdan bi bedewî û dengekî berz û henûn stra. Aram bi zimanê xweş, fesîh û zelal heta dawiya jiyana xwe xizmeta çand û hunera kurdî kir.

Lewre divê kurd jî heta bi hetayê wî jibîr nekin û xwedî li keda û dilsoziya vî hunermendê gewre derkevin.

Rewanê te yê pak her şad be dilsozê hêja