Em ber bi salên çaryeka sedsala 21’emîn ve diçin. Sê salê din ew ê çaryeka sedsalê temam bibe. Têkoşîna Azadiya Kurdistanê di salên çaryeka dawî ya sedsala 20’emîn de dest pê kir, 50 salên xwe li dawî dihêle. Sedsalên beriya niha salên înkara kurdan, şerê tunekirina li dijî kurdan digihîşt encamê bû. Bi dehan serhildanên kurdan hatibûn têkbirin, serokên kurdan hatibûn darvekirin, komkujî, sûrgûn û bi giştî tirs bi qismî jî be li gorî dijberan encam digirt. Bêguman kurd di wan şert û mercên tirs, înkar û tunekirinê de jî teslimiyet qebûl nekirine. Ew mijareke din e helbet. Em zanin ku êdî xeyalperestiya serdestiya yek qewmî û împaratoriyan bi dawî bû.
Heyamên împaratoran ew heyamên ku rastiya civakî ji bo wê dest didan bûn. Împaratoriyeke din a weke Roma, Xan, Osmanî, Çar û dîsa împaratoriyên mêtingeriyê yên brîtaniyan, spaniyan û fransiyan êdî nikarin werin avakirin. Hişmendiya serdest a dewleta tirk li hemberî kurdan, xwedî aqlê beriya sedsal berê ye. Dîtina rastiya heyî ji bo mayîndebûna dewleta tirk jî xaleke girîng e. Xeyalperestiya aqlê dewletê ya li hemberî rastiya kurdan rewşa Rûsyaya Çar tîne bîra mirov. Împaratorê Rûsya II Nîkolay dema li ser destilatdariyê ye di cîhanê de guhertinên nû çêdibin. Teknolojî pêş dikeve û bi endustriyalîzmê re êdî destpêkê serdemeke nû ye, civak ne civaka berê ye û guhertinê dixwaze. Lê Împarator Nîkolay kesekî konservatîf e û ew hîn xwe weke împaratorê serdema feodalîzmê dibîne û guhertinê weke lewaziyeke mezin dibîne. Loma li ber xwe dide û heta jê tê bi komkujiyan bersiv dide daxwazên gel ên guhertinê. Encamê de sêsed sal wisa berdewam kiribe jî demek tê, ew rêveçûn êdî nema weke berê diçe. Êdî wexta ku ji bo guhertinê gav avêt jî êdî dereng bû. Encamê de ew û piraniya endamên malbata wî hemû hatin kuştin. Împaratoriya Roma ji du hezar salê zêdetir dewam kiribe jî, împaratoriya Osmaniyan ji şesed salî zêdetir dewam kiribe jî êdî demek tê ku ew nema weke berê diçe.
Di salên 1900’î de, di Împaratoriya Osmaniyan de jî heta salên ku êdî pêvajoya feodalîzmê di civakê de cihê xwe nema didît bû. Çawa ku di Împaratoriya Çar de reforma avakirina sîstema parlementer Dûma (Meclîsa Gel) hat avakirin, di Împaratoriya Osmanî de jî bi Meşrûiyetê ev gav hate avêtin. Herî dawî bi desthilatdariya Partiya Îttîhat Terakî ya di şerê yekemîn ê cîhanê de bi awayekî fîzîkî dawî li hebûna Împartoriya Osmanî hat. Dewletên wekî Împaratoriyên Brîtanya, Prusya (Almanya) û (Napolyon) Fransa bi xwe guhertinê, bi demokratîkbûnê gelek ax windakiribin jî hebûna xwe heta roja îro parastin. Aqilê ku îro li dewleta tirk desthilat e, aqilê pêşvebirinê nîne, aqilekî xiyalperest û paşvebirinê ye. Ev aqil li hemberî rastiya kurdan di rêbazên serdemên berê de israr kir. Xwebawerbûn, wekî hêza mezin, ‘super’ dîtin nayê wateya ku li hemberî her rastiyê tu bi ser bikevî. ‘Ger tu nizanibî di dema wê de tawîzê bidî û xwe rast bikî, tu yê têk biçî.’ Peyama ku dîrok dide ev e û gelek zelal e. Sosyolojî û dîrok, ne wekî matematîkê ye, her car heman rêbaz heman encamê nade. Gelek caran dîtina rastiya “ez diceribînim lê encamê nagirim” jî tiştekî girîng e. Dikare gelek fêdê bide kesên israr dikin. Kurd bi zextên dewletê ji vê saetê û pêve koletiyek û nasnameyeke serdest a netewperest qebûl nakin. Ne mirin, ne girtin û ne jî komkujî. Eger îro li Tirkiyeyê krîzeke mezin a hiqûqî, aborî û civakî hebe, berpirsyarê vê kesên ku di vê rêbazê de israr dikinin. Êdî em dibînin ku dawî li israra vê siyasetê tê. Dawiya wê xuya dike. Ji bo aqilê ku înkar û tunekirinê dimeşînin têkçûneke mezin li ber derî ye û rastiya kurdan êdî weke rojê li holê ye.
Rêbaza ku desthilatdariyê ji sala 2015’an û vir ve bi awayekî dijwar û awarte nîşan da, konsepteke gelek berfireh bû. Li ser maseya vî aqilî hesabek hebû û ji bo vî hesabî tiştek nema ku nehat kirin. Çima mirov dikare bêje ku êdî dawî xuya dike, ji ber rêbazeke ku êdî nehatibe bikaranîn, tiştekî ku êdî nehatibe kirin nema. Mesela gelo çi maye ku bike? Ji bo vê siyaseta tunekirinê bi ser bikeve hiqûq û demokrasî ji holê rakir. Ji vê wêdetir israrkirin êdî têkçûneke mezin bi xwe re anî. Israra siyaseta înkara kurd, ne tenê desthilatdarî tune kir. Êdî tespîteke dîrokî jî bi xwe re aşkera kir: Li hemberî rastiya kurdan siyaseta înkarê bi ser neket, têk çû.