8 MIJDAR 2025

Gösterilecek bir içerik yok

9 sal in Tirkiye biryara DMMEyê binpê dike

9 sal berê bi biryara dadgehê Hevserokên Giştî yên HDPê Fîgen Yuksekdag û Sehattîn Demîrtaş jî di navde 10 parlamenter hatibûn girtin. Li gel biryara DMMEyê jî 9 sal in hevserokên HDPê yên berê girtî têne darizandin. Tirkiye 9 sal in biryara DMMEyê binpe dike.  

Di 4ê mijdara 2016an de bi biryara Dadgehê hevserokên HDPê yên berê Fîgen Yuksekdag û Selaheddîn Demîrtaş jî di nav de 12 perlementer binçav kirin û 10 ji wan girtin. 8 sal şûnde Wezîrê Karên Hundir di 4ê Mijdara 2024an de qeyûm tayînî şaredariyên DEM Partyê yên Êlih, Mêrdîn û Xelfetiyê kir. Di ser operasyona siyasî re 9 sal borîn. Li gel biryara DMMEyê jî hîn hevserokên HDPê girtî ne.

Dadgeha Ewrûpayê biryara xwe da derbarê Yuksekdag û 12 parlementerên din de dabû û xwestibûn tev bên berdan. Dadgehê di biryara xwe de diyar kir ku di nava van şert û mercan eger parlementerên berê girtî bêne hiştin wê ev yek were wateya dirêjkirina binpêkirina mafan.

Dadgehê wekî di biryar da ku ji bo Nûrsel Aydogan, Ayhan Bîlgen û Leyla Bîrlîk dewlet 16 hezar Euro tazmînata manewî bide her yekî ji wan.

Siyasetmedar Îmmam Taşçier, têkildarî operasyona siysaî anî ziman ku di 4ê mijdara 2016an de li dijî parlamenterên HTPê operasyoneke siyasî pêk hat û wiha got: “Di vê operasyonê de Hevserokên Giştî yên HDPê û parlamenterên HDPê hatin binçavkirin. Piştre Hevserokên HDPê Fîgen Yuksekdag û Selehatîn Demîrtaş û 10 parlementer hatin girtin. Em 2 parlamenter jî hatin berdan.”

‘Piştî helwesta Erdogan pêvajo xera bû’

Îmam Taşçier, bal kişand ser pêvajoya beriya operasyonê û wiha axivî: “Di 2009an de dewletê li Osloyê bi PKKê re hin hevdîtin kirin. Lê di nava dewletê de nakokî hebûn û yên di nava dewletê de wekî cemaetê (FETO) ev hevdîtin sabote kir û hevdîtin aşkere kir. Piştî wê di navbera 2013 û 2015an de, vê carê îktîdar AKP û Erdogan bû. Vê carê wî (Erdogan) xwest ev pêvajo bidome. Lê vê carê dîsa hêzên di nava dewletê de sabote kir. Di 27ê Sibatê de li Qesra Dolmabahçe nûnerên HDPê û dewletê daxuyaniyek dan. Lê Erdogan û ekîba wî piştre li dijî wê daxuyaniyê derket û masa ku hatibû danîn betal kir. Piştî helwesta Erdogan li Tirkiyeyê pêvajoyeke nû dest pê kir.”

‘Desthilatiya Erdogan hildiweşiya’

Îmam Taşçiher, li ser sedema vê helwesta Erdogan jî rawestiya û got: “Çima Erdogan wisa nêzîk bû. Ji ber ku hilbijartina 7ê Hezîrana 2015 nêzîk bûbû. Li gorî nerîna Erdogan îktîdara wî hildiweşiya. Ji ber vê yekê Erdogan û hemû hêzên nava dewletê li hev kirin. Erdgan û hemû hêzên muxalif CHP jî di navde li hev kirin. Dîtin ku çiqas dem derbas bibe dê siyaseta kurdan û siyaseta demokrasiyê xurt bibe.”

‘Li dijî Kurdan biryara şerekî nû stendin’ 

Siyasetmedar Îmam Taşçier, da zanîn ku wê demê di nava siyaseta Kurd de HDP cara yekem bi awayekî fermî ket hilbijartinê û wiha lê zêde kir: “Di hilbijartinê zêdetirî ji sedî 13 deng stend. Wê demê îktîdarê û dewletê ev yek hezm nekir û hilbijartina 7ê Hezîranê betal kirin. Di hilbijartina 7ê Hezîranê de HDPê 80 parlamenter xistin meclisê. Wê demê AKP jî nekarîbû bi serê xwe bibe îktîdar.  Wê demê AKP û CHPê li hev kirin. Piştî hevdîtinan birayeke nû stendin. Biryara ku ji nûve hilbijratin pêk bê stendin. Bi vê yekê li dijî kurdan biryara şerekî nû stendin. Piştre di 1ê mijdara 2015an de ji nûve hilbijartin çêkirin. Piştî wê hilbijartinê AKPê xwest bi MHPê re ji nûve îktîdarê ava bike. AKPê dengê xwe zêde kir. HDPê jî ji ber zext û astengiyên li pêş wê dengê xwe kêm kir. Beriya wê di 10ê Cotmehê de li GARa Enqereyê êrîşî mîtîngê kiribûn. Di mîtîngê de 103 welatî hatin kuştin. Beriya wê jî di Tîrmehê de li Pirsûsê êrîşî daxuyaniya ciwanên enternasyonalîst kiribûn. Di êrîşê de 33 ciwan hatin kuştin. Di wê pêvajoyê de bi dehan teqîn pêk hatin û gelek mirov hatin kuştin.”

‘CHPê alîkarî da AKPê’

Îmam Taşçier, diyar kir ku piştî hilbijartinê di 16ê Gulana 2016an de bi hevkariya CHPê destnedayîna li ser wekîlan rakirin û got: “CHP alîkarî nedaya, dê AKP û MHPê bi serê xwe nikaribûna zagona der barê wekîlan de biguherînin. Wê demê muxalefet û îktidarê bi hevre biryar girtin û bi hevre tev geriyan. Li dijî Kurdan û Kurdistanê şerekî hev par dan meşandin. Di wê pêvajoyê de li navçe û bajarên wekî Şirnex, Sûr, Nisêbîn û Cizîrê şer pêş ket.”

10 parlamenter hatin girtin

Îmam Taşçier, bibîr xist ku piştî 4ê Mijdara 2016an 12 parlamenterên HDPê hatin binçavkirin û Hevserok jî di navde 10 parlamenter hatin girtin û wiha pêde çû: “Yek ji wan ez bûm. Hevserok û em anîn Amedê. Bi awayekî formalîte em derxistin pêşberî dadgehê û 10 parlamenterên me, hevserok jî di navde bi awayekî li dijî hiqûqê girtin û şandin girtîgehê. Em 2 kes hatin berdan. Lê niha jî darizandina me didome. Ji 2016an heta 2020an CHPê di vê mijarê de alîkarî da hikûmeta Erdogan. Dawiya dawî CHP vegeriya îro. Şaredarên wan hatin girtin. Niha siyaseta yek zilamî tê meşandin. Dibe ku parlamenterên wan jî sibê bêne girtin. Îro bi pêşengiya Erdogan siyaseta yek zilamî tê meşandin. Di vê siyaseta yek zilamî de kî derdikeve pêşiya Erdogan, dixwaze wan kesan ji holê rake.”

‘Operasyon didomin’

Îmam Taşçier, bilêv kir ku 9 salin ev operasyonên siyasî li dijî HDPê didomin û wiha berdewam kir: “Xwestin HDPê û DEMê bigirin. Lê Kurd xwe li dijî vê yekê çokê xwe danaînin erdê. Stuyên xwe xwar nekirin û li ser piyan rawestiyan. Têkoşîna xwe û baweriya xwe berdewam dikin. Bi ber awayî li dijî siyaseta nijadperest û dijdemkoratîk rawastiyan.”

Îmam Taşçier, da zanîn ku ev siyaseta heta îro tê meşandin li dijî hiqûqê ye û wiha pêde çû: “Li dijî girtiyên HDPê helwesteke siyasî tê meşandin. Em parlamenter dema em bûn parlamenter, me li meclisê fikrên xwe anîn ziman. Li zindanê siyasetmedaran 10-15-30 û 30 salan ceza xwarin. Lê tevî ceza xwarin jî îro dîsa siyasetmedarên Kurd li ser piyan in. Dewleta Tirk îro hiqûqa ku bi xwe ava kiriye nas nake. Binpê dike. Bi xwe dibêje. Dibêje ev siyaseta ku îro dimeşînim, yek û yek li ser Kurdan û siyaseta kurdan dimeşînim. Aşkere dibêje ‘Ez hiqûqê nas nakim.

Diser vê operasyonê re 8 sal borîn. Piştî 8 salan di salvegera heman operasyonê de li Êlih, Mêrdîn û Xalfetiyê bi operasyoneke siyasî qeyûm taşînî şaredariyan kir. Piştre li Wan û bajarên din qeyûm tayîn kirin. Di 4ê Mijdarê de dîsa qeyûm tayînî şaredariyên me kirin. Çima? Gotin, ev pêvajoya 4ê mijdarê hîn didome. 8 sal piştî operasyona li dijî HDPê li dijî Şaredariyan pêk anî. Bi vê yekê xwestin peyama “Ev operasyon didome” bidin.  Wekî encam em dikarin bibêjin ev operasyon siyasî ye û ne hiqûqî ye. Hiqûq di bin bandora siyasetê de ye û ev yek heta îro meşiya ye. Heta niha li ser gelê kurd û mafê kurdan zilm û zordestî heye.

Çima vê yekê dikin. Ji ber ku Kurd di nava HDPê de bi rêxistin bûn. Kurdan mafê xwe dixwestin. Mafê Kurdan, mafekî xwezayî ye. Mafê ziman, çand û nasnameyê ye. Kurd dixwazin li ser axa xwe û erdnîgariya xwe bijîn û xwe bi xwe bi rêve bibin û debara xwe bikin. Kurdan xwest bi rêya demokratîk vî mafê xwe biparêzin û pêş bixin. Lê ev êrîşên ku 10 salin didome, armanc dike ku Kurd van mafên xwe bi dest nexin. Ji 1ê Cotmeha 2024an heta îro nêzî salek û mehekê ye pêvajoyek hatiye destpêkirin. Bahçelî xwest pêvajoyekê bide destpêkirin. Hat silav da koma DEM Partiyê. Piştî li meclisê destê xwe da wekîlên DEM Partiyê diyar kir ku dê pêvajoyeke nû bidin destpêkirin. Lê zêdeyî salek û mehek e, gavek balkêş a hiqûqî û zagonî nehatiye avêtin. Hêjî bêhiqûqiya heyî ji holê ranebûye. Lê dîsa jî li meclisê komîsyonek hatiye avakirin. Piştî ev komîsyon hat avakirin, gotin em ê di 2 mehan de hevdîtinan bikin û piştî hevdîtin xelas kirin, dê teklifa zagonan bidin meclisê. Lê hîn hevdîtin didomin. Xuya ye dê ev pêvajo dûr û dirêj bidome.

‘AKP dixwaze pêvajoyê dirêj bike’

Îmam Taşçier, li ser nêzîkatiya AKPê jî wiha got: “Di nava komîsyonê de endamên AKPê naxwazin zû bi zû komîsyon karê xwe rast bike. Dixwazin vê pêvajoyê dirêj bikin. AKP û dewlet li meseya Kurdên bakur û Rojava wekî hev dinere. Li dijî bakurê Kurdistanê siyaseteke çawa dimeşîne, li dijî Rojavayê Kurdistanê jî heman siyasetê dimeşîne. Îktîdara îro wekî di sala 2014an de Erdogan li Dîlokê daxuyanî da. Li ser Kobanê got ‘Kobanê ha dê bikeve, ha dê bikeve.” Ji wê demê heta îro siyaseta ku îktîdara AKPê û dewlet dimeşîne, li dijî bakurê Kurdistanê û Rojavayê Kurdistanê bi hevre, wekî hev dimeşîne. Lê ez bawerim pêşiya Kurdan vekirî ye. Kurdên li rojavayê Kurdistanê dê statuya xwe bistînin û kurd dê bi vê têkoşîna xwe ku wekî îro bi ser ketine dê dîsa bi ser bikevin. Ez bawer dikim serkeftina Kurdan nêzîk e. Desthilat jî dê bi van gavan, xwe xelas bike. Desthilat dê bi van gavan xlas bibe.”

Îmam Taşçier herî dawî wiha got: “Desthilat niha naxwaze mafê hêviyê bi cih bine. Ev mafekî navneteweyî ye. Ne mafekî şexsî ye. Heta niha di komîsyonê de jî û di meclisê de jî gavên şênber nehatine avêtin. Di 2009an heta 2013an jî gavên fermî nehatin avêtin. Di 2013an heta 2015an jî gavê fermî nehatin avêtin. Em dixwazin ku di vê 4ê mijdara ku dikeve 9 saliya xwe, gavên fermî, hiqûqî bêne avêtin. Em dixwazin nasname, ziman û çanda kurdan bê naskirin. Em dixwazin statuya Kurdan bê naskirin. Ev mafên xwezayî ne.”

Beriya operasyonê çibû?

Di 28ê Sibata 2015an de Şandeya Îmraliyê ku ji wekîlên HDPê pêk dihat û şandeya dewletê ku ji nûnerên AKPê dewletê pêk dihatin li Dolmabahçeyê protokol îmze kirin.

Di 1ê Adara 2015an de Hevserokatiya KCKê ev wekî gaveke dîrokî pênase kir.

Di 1ê Adara 2015an de Wezareta Karên Derve yê DYAyê banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan biryareke erênî dîtin û diyar kirin ku ew pê kêfxweş in.

Di 11ê Adara 2015an de Erdogan, anîbû ziman ku banga Abdullah Ocalan girîng e.

Di 20ê Adara 2015an de Serokkomar Tayyip Erdogan vê carê gotinên xwe guhert û got: Agahiya min ji şandeya şopandinê tune ye. erênî nêzî vê bûyerê (protokola dolmabahçe) nabe.

Di 21ê Adara 2015an de Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo PKK dawî li pêvajaya şerê çekdarî bîne peyam şand Newroza Amedê. Peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan  di Newroza Amedê de hat xwendin.

Di 22ê Adara 2015an de Erdogan got ‘Ez civîna li Dolmabahçeyê rast nabînim’

Di 11ê Nîsana 2015an de piştî leşker derketin operasyonê, li Agirişê di navbera gerîllayên PKKê û leşkeran de şer derket.

Di 5ê hezîrana 2015an de li dijî mîtînga HDPê ya Amedê êrîşa bombeyî pêk hat.

Di 7ê hezîrana 2015an de HDPê di hilbijartinê de ji sedî 13,02 deng stend û 80 wekîl birin meclisê.

Di 20ê Tîrmeha 2015an de li dijî ciwanên sosyalîst êrîşa bombeyî pêk hat û 33 ciwanên sosyalîst hatin kuştin.

Di 22ê Tîrmeha 2015an de li navçyea Serêkaniyê 2 polîs hatin kuştin.

Di 24ê Tîrmeha 2015an de balafirên Tirkiyeyê yên F-16 bi dehan caran başurê Kurdistanê bombe kirin.

Di 16ê Tebaxê de li Gimgimê qedexeya kolanan hat îlankirin.

Di 6ê Îlona 2015an de li Daglica 16 leşker hatin kuştin.

Di 15ê Îlona 2015an de li Cizîrê qedexeya derketina kolanan hat îlankirin û di 9 rojan de 22 welatî hatin kuştin.

Di 10ê cotmeha 2015an de DAIŞê êrîşî mîtînga aştiyê ya li GARa Enqereyê kir û 103 kes hatin kuştin.

Di 1ê Mijdara 2015an de hilbijartin dîsa pêk hat. AKPê ji sedî 49,48 û HDPê jî ji sedî 10,75 deng stend.

Di 28ê mijdara 2015an de Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçi li Sûrê kuştin.

Di 11ê çileya 2016an de 1128 akademisyen, deklerasyona îmzeya aştiyê bi raya giştî re parve kir.

Di 5ê Sibata 2016an de Serokwezîrê demê Ahmet Davutoglu plana Têkoşîna li dijî Terorê li Mêrdînê bi raya giştî re parve kir.

Di 22ê Sibata 2016an de li navçeya Cizîrê di jêrzemînê de 167 kes hatin kuştin.

Di 20ê Gulana 2016an de bi denê AKP, MHP û CHPê destnedayîna wekîlan rakirin.

Di 11ê Îlona 2016an de wezîrê karên hundir qeyûm tayînî 34 şaredariyên DBPî kirin.

Di 4ê Mijdara 2016an de li dijî parlamenterên HDPê operasyon pêk hat. 12 parlamenter hatin binçavkirin û 10 ji wan hatin girtin. Hevserokên Giştî yên HDPê Selahattin Demirtaş û Figen Yüksekdag û parlamenterên HDPê Ferhat Encu, Leyla Birlik, Selma Irmak, Abdullah Zeydan, Îdrîs Baluken, Gulser Yildirim û Nursel Aydogan hatin girtin.