Di çarçoveya lêpirasîna li Stenbolê hatiye destpêkirin de, nûçegihana Ajansa Mezopotamyayê Esra Solîn Dal di serdagirtina malê ya 23’yê nîsanê de hate binçavkirin û bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” di 26 nîsanê de hate girtin. Dal piştî hat girtin şandin Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê. Dal ji roja hatiye girtin heta îro 9 roj in di hucreya yek kesî de tê girtin. Hat destnîşankirin ku daxwaza Dalê ya çûna cem girtiyên jin ên din, jî hêj jî nehatiye bersivandin.
Parêzerên Dalê diyar kirin ku li hemberî muwekîla wan “muameleyekî taybet” heye û ew ê ji ber vê rewşê têkevin hewldanên hiqûqî.