29 COTMEH 2025

Gösterilecek bir içerik yok

840 iraqî ji Kampa Holê ber bi welatê xwe ve bi rê ketin

Ji Kampa Holê 840 welatiyên iraqî di bin çavdêriya Koalîsyona Navneteweyî de ber bi Iraqê ve bi rê ketin.

Li gorî nûçeya ANHAyê, di çarçoveya koordîneya hevbeş a di navbera Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Komîteya Ewlehiyê ya Koçberan a girêdayî meclisa Iraqê de, beşek din a penaberên iraqî ji Kampa Holê derket. Penaber bi karwanekî vê sibê ji Kampa Holê ber bi Iraqê ve derketin rê.

Karwanê penaberan ji 249 malbatan (840 kes) pêk tê. Penaber dê di Kampa Ceda ya parêzgeha Nînowayê ya Iraqê de werin bicihkirin. Karwan di bin çavdêriya hêzên Koalîsyona Navneteweyî derkete rê.

Ji destpêka salê ve 13 karwanên penaberên iraqî ji kampa Holê derketine.

Ji sala 2021an ve Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi awayekî koordînekirî bi hikumeta Iraqê û Koalîsyona Navneteweyî re penaberên iraqî yên di Kampa Holê de, li ser daxwaza wan ji kampê derdixe.

Di Kampa Holê de bi deh hezaran jin û zarokên çeteyên DAIŞê yên ji welatên ereban û gelek welatên din hatine bicihkirin. Ji ber wê wek kampa herî metirsîdar a cîhanê tê binavkirin.