12 Aralık, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Parêzerên Buroya Hiqûqê serî li CPT’yê dan

Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ji bo dîtina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, serî li Komîteya Pêşîgirtina li Êşkenceyê ya Konseya Ewropayê (CPT) dan.

Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ji bo dîtina muwekîlên xwe Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş serî li CPT dan. Parêzeran di serlêdanê de bal kişandin ser bûyerên di navbera 1’ê Mijara 2023’an û 21’ê Çileya 2024’an.  Parêzeran di serlêdanê de mijarên wekî “îcommunîcado” yanî astengkirina têkiliyê ya sîstematîk, erdhej, grevên birçîbûnê û der barê bûyerên wekî din de agahî xwestin. Di serlêdanê de parêzeran diyar kirin ku bêhiqûqiya li hemberî Abdullah Ocalan berdewam dike û gotin ku di navbera 1’ê Mijdara 2023’an û 31’ê Çileya 2024’an de di nava 3 mehan de 26 serlêdanên parêzer û 13 jî serlêdanên malbatê hatine kirin. Lê ev serlêdan bêbersiv hatine hiştin.

Parêzeran di serlêdana xwe de diyar kirin ku yek name jî ji aliyê muwekîlên wan ve negihîştiye wan û aqûbeta nameyên di nava 3 mehan de ji Îmraliyê re hatine şandin ne diyar e. Parêzeran anî ziman ku di derbarê mafê axaftina bi telefonê de jî tu pêşketin çênebûye.

Di serlêdanê de parêzeran destnîşan kirin ku Abdullah Ocalan di 12 sal û nîvan de bi giştî 5 caran bi parêzeran re hevdîtin kiriye û wiha gotin: “Ji sala 2014’an û vir ve tenê 5 hevdîtina bi malbatê re kirine û ji 7’ê Tebaxê û vir ve destûr nayê dayin ku hevdîtina parêzeran pêk were. 2019’an û ji 3’ê Adara 2020’an û vir ve serdana malbatan jî nayê kirin.  Muwekîlên me yên din ên li Îmraliyê Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş, ji serê sala 2015’an û vir ve nikarin bi parêzerekî xwe re hevdîtinê bikin.  Di nava 7 salan de birêz Konar û Aktaş tenê 3 hevdîtinên malbatê, birêz Yildirim jî tenê 2 hevdîtinên malbatê kirine. Ji serdana malbatê ya 3’ê Adara 2020’an vir ve ti mafên serdanê nehatine dayîn.

Ji 14’ê Îlona 2018’an û vir ve hevdîtinên bi malbat û wasiyan re bi awayekî sîstematîk tên astengkirin, her ji sê mehan carekê herî kêm 18 “cezayên dîsîplînê” tên dubarekirin. Herî dawî 3 meh cezayê dîsîplînê dan muwekilê me. Tevî îtîraza me jî ev cezayê dîsîplînê di 19’ê Cotmeha 2023’an de di encama redkirina îtîraza Dadgeha Cezayê Giran a Bursayê de bi dawî bû. Tevî ku cezayê disîplînê di 19’ê Çileya 2024’an de bi dawî dibe jî, 10 roj in serlêdanên malbatê nayên bersivandin û hevdîtina bi malbatê re nayê kirin. Hemû cezyên dîsplînê tu têkiliya wan bi hiqûqê nîne û biryarên siyasî ne.

Li gel qedexeya ji aliyê Serozgeriya Bursayê û gitîgeha Îmraliyê hevdîtina muwekîlêwan bi parêzerên wî re jî ji bo 6 mehan ji aliyê Dadgeriya Înfazê ya Bursayê ve jî bi biryaran hatiye qedexekirin.

Piştî erdhejên di 6’ê sibata 2023’an de li navenda Mereşê qewimîn ji 6’ê sibatê heta 17’ê sibatê her roj ji bo hevdîtina parêzer û malbatê serlêdan kirine û diyar kirin ku ji van re jî yek bersiv nehat dayîn. Parêzeran diyar kirin ku wan serî li Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) dane û gotin ku serlêdanên wan hêj didomin. Parêzeran diyarkirin ku wan piştî erdheja li Gemlikê di 4’ê kanûna 2023’yna de pêk hatiye jî ji bo rewşa muwekîlên xwe hîn bibin serlêdan kirin lê serlêdana wan bê bersiv mane.”

Parêzeran diyar kirin ku erdhejên navborî di nav malbatên muwekîlên wan û raya giştî ya demokratîk de fikar çêkirine û wiha got: “Ji ber vê yekê li Girtîgeha Girava Îmraliyê li hember xetera erdhej û tsunamiyê divê tedbîrên pêwîst bên girtin.

Parêzeran bi bîr xist ku di 27’ê Mijdara 2023’an de li zêdetirî 100 girtîgehên Tirkiyeyê di encama nebûna agahînegirtina ji Rêberê Gelê Kurd û berdewamkirina polîtîkayên xitimandinê  yên li ser pirsgirêka Kurd de grevên birçîbûnê yên dorveger hatin destpêkirin û ev tişt gotin: “Li şûna ku ev daxwazên demokratîk û hiqûqî li ber çavan bên girtin, hatiye dîtin ku cezayên dîsîplînê hatine birîn. Nayê zanîn ku grevên birçîbûnê yên ku heta niha demkî ne ger derbarê daxwazan de gav neyên avêtin dê veguherin çalakiyeke bi çi rengî ne diyar e. Lê belê weke ku berê jî hatiye dîtin, ger daxwaz neyên bicihanîn, dê çalakî derbasî qonaxeke din bibe. Ji ber vê divê tişta pêwist bê kirin.

Parêzeran di berdewama serîlêdanê de wiha  gotin: “Berdêla herî kêm bi binpêkirinên sîstematîk beriya niha hatiye derbaskirin û di şert û mercên nelirêtiyê de ev 34 meh in sînorê tundiyê derketiye asteke cuda” û pêkanîn û binpêkirinên hatine kirin. li Îmraliyê derketine lutkeyê. Parêzeran der barê berpirsyariyên CPT’ê de ev tişt gotin: “Wekî ku di raporên me yên berê de jî bi berfirehî hate ravekirin, Komîteya we ji pêkanînên li Îmraliyê agahdar e. Erka komîteyê ye ku cezayê tê dayîn û muameleya xirab ku tê kirin asteng bike.

Parêzeran di berdewamiya serîlêdanê de gotin: “Her çend berpirsiyariya lêpirsîna bi bandor, zelal û hilberîner ji hêla berpirsiyarên hiqûqa navxweyî ve neyê bicîhanîn jî, em bawer dikin ku divê Komîteya we niha nêzîkatiyek zelal û bi bandor nîşan bide. Pêwîst e ku pêbawerî di pratîkê de û hem jî di teoriyê de pêk bê. Ev ji bo qedexekirina tam a îşkenceyê pêdivîyek eşkere ye.”

Parêzeran diyar kirin ku divê CPT ji dayîna peyamên zelal ên li hemberî îşkenceyê dûr nekeve û di vê çarçoveyê de ji CPT’yê xwestin ku raporên xwe yên der barê serdanên xwe yên dawî de eşkere bike û serdaneke nû li Îmraliyê bike.

*Divê şert û mercên girtîgehê yên heyî li gorî rûmeta mirovan bên sererastikirin,

*Ji bo dabînkirin û parastina têkiliyên xwe yên bi cîhana derve re, bi taybetî serdanên parêzer û malbatê, ji bo bicihanîna hemû mafên ragihandinê û bidawîkirina qedexeyên neqanûnî yên sîstematîk, hemû însiyatîfên pêwîst bigirin.

*Ji serdana we ya 22’ê Îlona 2022’an û vir ve şert û mercên niha yên li Îmraliyê di nava nezelaliyê de ne. Li gorî vê nediyariyê û hemû geşedanên giştî em daxwaz dikin ku heyeta we careke din biçe Girtîgeha Girava Îmraliyê.”