12 MIJDAR 2025

Gösterilecek bir içerik yok

80 hezar zarok li kolanan dijîn

Li Tirkiyeyê zêdeyî 4 hezar zarok girtî ne. Li gorî daneyên fermî zêdetirî 42 hezar û li gorî daneyên nefermî nêzî 80 hezar zarok li kolanan karên giran dikin. Di navbera  salên 2011 û 2021ê de, 73 zarok bi guleyên polîs û leşkeran hatine kuştin

Peymana Mafên Zarokan ji aliyê Neteweyên Yekgirtî ve, 20ê mijdara 1989an hat qebûlkirin. Her sal 20ê mijdarê wek Roja Mafên Zarokan a Cîhanî tê pîrozkirin. Peymana derbarê mafên zarokan de, ji bo ku şert û mercên jiyanî yên zarokan baş bike, hin berpirsyariyan li dewletan ferz dike. Lê li Tirkiyeyê bi deh hezaran zarok, ji mafên xwe yên bingehîn hatine mehrûmkirin û bi gelek arîşeyên ji xwe mezintir re rû bi rû hatine hiştin. Tirkiye sala 1994an Peymana Mafê Zarokan îmze kir. Ev peyman bi 54 xalan mafên zarokan diparêze. Her dewleta ku ev peyman îmze kiriye, divê 54 xalên peymanê pêk bîne. Lê Tirkiyeyê sê şerh danîne ser xalên 17, 29 û 30emîn ên peymanê. Ev şerh, hem serboriya zarokan hem jî siberoja zarokan înkar dike û wan ji bikaranîna mafên wan ên bingehîn dûr dixe.

Li gorî Konvansiyona Neteweyên Yekbûyî ya li ser mafên zarokan, her zarok xwedî mafê gerdûnî yê jiyanê ye. Mafê hemû zarokan wekhev in. Girîng nîne ku ew li ku dijîn, ji ku hatine, rengê çermê wan çi ye, dayîk û bavên wan çi karekî dikin, bi çi zimanî diaxivin, mezheba wan çi ye, keçik in yan kur, bi kîjan çandê dijîn, astengdar û kêm endam in yan na û zengîn in yan hejar!

Dewlet bêyî ku cudahiyê bike nav nasname, reng, bawerî, ziman, war û rengê zarokan, divê mafê hemû zarokan wekî hev biparêze û ji bo pêşketina wan xizmeta wan bike.

Zarok divê bikaribin bi dayik û bavên xwe re bijîn. Dikaribin bi zimanê dayikê perwerde bibin û ji hemû mafên tenduristiyê sûdê werbigirin. Her zarok xwedî maf e ku di şertên herî baş de bijî.

Li gorî lêkolînên ILO û  UNICEFê yên sala 2024an, li cîhanê nêzî 138 milyon zarokên karker hene. Ji van zarokan 54 milyon zarok karên tehlûke û giran dikin.

42 hezar zarok li kolanan dijîn

Li gorî daneyên dawî yên fermî, li Tirkiyeyê herî kêm 42 hezar zarok li kolanan kar dikin. Lê li gorî daneyên nefermî nêzî 80 hezar zarok li kolanan kar dikin.

1.3 milyon zarok karker in

Li gorî daneyên ku parlamenterê CHPê Velî Agbaba têkildarî 12ê hezîranê roja têkoşîna bi karkeriya zarokan re, bi raya giştî re parve kirin, li Tirkiyeyê hejmara zarokên karker di 2023an de gihişt 759 hezar zarokî. Sala 2024an, hejmara zarokên karker gihîşt 1 milyon û 312 hezar 344  zarokî.

Zarok dibin qurbanî

Ji îlona 2024an heta dawiya îlona 2025an, 81 zarokên karker, di karên cuda de jiyana xwe ji dest dan. Ji îlona 2024an heta texaba 2025an, herî kêm 72 zarok bûn qurbana qezayên kar. Di îlona 2025an de jî 9 zarok bûn qurbana kar. Di 13 mehên dawî de 81 zarok bûn qurbana kar. Di navbera salên 2013 û 4 mehên ewil ên 2025an de herî kêm 261 zarokên di navbera 5 û 14 salî de, bûn qurbana qezayên kar. Di heman salan de, 509 zarokên ku temenên wan 15-17 salî bûn qurbana kar.

4 hezar zarok girtî ne

Li gorî daneyên dawî li Tirkiyeyê 402 girtîgeh hene, li tevahiya Tirkiyeyê 420 hezar û 904 mirov girtî ne. Ji van girtiyan 357 hezar û 646 kes hatine cezakirin û 63 hezar 258 kes jî girtî têne darizandin. 6 hezar û 543 girtî temenê wan di ser 65 salî re ye. Li tevahiya girtîgehan 4 hezar û 561 zarok girtî ne ku temenê wan di navbera 12-18 salî re ye.

Polîs û leşkeran 73 zarok kuştin

Li Tirkiyeyê hin daneyên derbarê encama şerê salên 2011 û 2021ê de wiha ne: 73 zarok bi guleyên polîs û leşkeran jiyana xwe ji dest daye, 62 zarok bi teqînên bombeyî jiyana xwe ji dest daye, 39 zarok bi teqînên kemînan jiyana xwe ji dest daye, 33 zarok di nav şer de jiyana xwe ji dest daye, 18 zarok bi maşîneyên zirxî yên polîs û leşkeran jiyana xwe ji dest daye û 9 zarok jî di çalakiyan de bi guleyên polîsan jiyana xwe ji dest daye.

UNICEFê di rapora xwe ya 2023an de aşkere kir ku zêdetirî 100 milyon zarok ji ber pevçûn, tundî û koçberiyê neçar mane ku malên xwe biterikînin. Li gorî lêkolînan, ji Şerê Cîhanî yê Duyemîn vir ve, ev hejmara herî zêde ye.

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê