Rêxistinên jinan ên Bakûr û Rojhilatê Suriyeyê dijî êrîşên dewleta Tirk di qada navnetewî de ketin nava hewldanên. 8 rêxistinên jinan bi pêşengiya Kongra Star bi riya elektironîk nameyek hevbeş ji Sekreteyê Giştî yê NY António Guterres û ji 4 saziyên din ên NY’ê re şandin.
Saziyên ku name jê re hatiye şandin ev in:
Komîseriya Bilind a Mafê Mirovan
Komîteya Mafê Mirovan,
Lijneya Giştî
Konseya Ewlekariyê.
Li gorî agahiyên ku rayedarên Kongra Star dane, di nameya ku bi zimanê Ingilîzî û Erebî hatiye nivîsandin de hat xwestin ku ev sazî berpirsyariya xwe bi cih bînin û dawî li êrîşên Tirkiyê yên hiquqa navnetewî binpê dikin bînin.
Rêxistinên jinan ên nameya hevbeş şandiye ev in:
Kongra Star
Meclîsa Jinên Bakûr û Rojhilatê Suriyê,
Meclîsa Jinên Suriyê,
Yekitiya Jinên Ezidî a Rojava,
Yekitiya Jinên Armen,
Yekitiya Jinên Suriyan,
Kombûna Jinên Zenobiya,
Navenda Lekolîn û Parastina Mafê Jin