Serokê şaxa Komeleya Mafên Mirovan (KMM) ya Enqereyê Omer Faruk Yazmaci têkildarî binpêkirinên mafên mirovan ên li Tirkiyeyê rû didin nirxandin kir û wiha got: “Desthilatdariya siyasî ji aboriyê heta tenduristiya civakê, hemû meseleyên welat bi pirsgirêka ewlehiyê ve girê dide. Di nava civakê de dubendiyê ava dike. Di çareseriya pirsgirêka kurd û pirsgirêkên navneteweyî de çareseriyê di şer de dibîne. Ji ber vê yekê di sala 2024an de binpêkirina mafên mirvan derket asta herî jor.”
Omer Faruk Yazmaci, da zanîn ku li gor daneyan di 11 mehên ewil ên 2024an de di êrîşên polîs û leşkeran de 10 kes hatin kuştin û 14 kes birîndar bûn û ji xeynî wê 3 kes bi guman hatine kuştin.
Omer Faruk Yazmaci, bal kişand ser encama şerê ku li herêma Başûrê Kurdistanê didome û ev agahî parve kirin: “Li gor agahiyen çapemeniyê di şerê li Başur de 42 leşker, 5 polis, 7 cerdevan, 130 mîlîtan, 10 sivîl, herî kêm 194 kesan jiyana xwe ji dest dan. Di heman demê de 36 leşker, 15 polis, 5 cerdevan, 20 sivil bi giştî 76 kes birîndar bûn. Maşîneyên zirxî li 4 kesan qeliband û 3 kes kuştin kesek jî birîndar kirin. Di teqîna mayînan de 3 kes mirin û 4 kes jî birîndar bûn. Li girtîgehan ji ber nexweşî, tundî û bûyerên din herî kêm 51 kesan jiyana xwe ji dest dane û 14 kes jî birîndar bûne.”
Omer Faruk Yazmaci bal kişand ser kuştina karkeran û jinan û destnîşan kir ku di sala 2024an de herî kêm 1708 karker bûn qurbana kar û herî kem 327 jin û 40 zarok hatine kuştin.”
Omer Faruk Yazmaci li ser binpêkirina mafên girtiyan ên li girtîgehan jî rawestiya û ev agahî dan: “Li gor daneyên Wezareta Dadê di 2005an de 55.870 kes girtî bûn. Lê heta 2ê Kanûna 2024an ev hejmar gihiştiye 378.657 kesan. Em dibînin ku hejmara girtiyan di 18 salan de 6.5 qat zêde bûne. Li gor daneyên 1ê Kanûna 2024an bi giştî 406 girtîgeh hene û kapasîteya girtîgehan 299.042 kes in. Lê 79 hezar û 615 girtî zêdeyî kapasîteyê ne. Li gor raporan li girtîgehan 651 jê girtiyên neweşiya giran bi giştî 1517 girtiyên nexweş hene. Ji ber nexweşiyan 29 girtiyan jiyana xwe ji dest dane.”
Cezayê 8 hezar û 521 girtiyan dirêj kirin
Omer Faruk Yazmaci, bal kişand ser girtiyên ku cezayê wan qediyaye û nayên berdan jî û ev nirxandin kir: “Di sala 2021an de piştî rêziknameya Lijneya Çavdêriyê ya Girtîgeh û Îdarî ket meriyetê heta niha înfaza 8 hezar û 521 girtiyan taloq kirin. Diviyabû bihatana berdan, lê cezayê wan dirêj kirin. Li gor biryara Dadgeha Mafên Mirovan (DMME) li Tirkiyeyê nêzîkî 4 hezar girtiyên ku divê ji Mafê Hêviyê sûdê bigirin hene. Lê ji ber ku zagon nayên guhertin ev girtî nikarin ji mafê xwe sûdê bigirin. Li gor nirxandina CPT divê girtî rojê herî kêm 8 saetan li derveyê menzelê anku li hewşê û cihên din derbas bikin. Li Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Îmraliyê ku parçeyekî pêkanîna îzolasyon/tecrida taybet e, ji 2011an heta niha tecrîd heye. Ji 2011an heta 2019an parêzer û malbat nikaribûn biçin Îmraliyê. Di 2019an de 3 caran û di 2020an de jî carekê malbat çû hevdîtinê. Disa di 2019an de 5 caran parêzer çûn Îmraliyê. Herî dawiyê di 23ê Cotmeha 2024an de malbat carekê çû Îmraliyê.”
Omer Faruk Yazmaci bal kişand ser mafê aboriyê û ev nirxandin kirin: “Li gorî pîvanan li Tirkiyeyê 7 milyon û 34 hezar zarok xizan in. Li Tirkiyeyê ji ber qeyrana aborî bi milyonan zarok di şertên giran de kar dikin. Li Tirkiyeyê nêzî milyonek û 800 hezar zarokên penaber dijîn. Li gor daneyên Meclisa Ewlehiya Tendristiyê û Karkeran di 6 mehên ewil de herî kêm 33 zarok di kar de mirin. Ji 2013an heta niha 704 zarok bûne qurana qezayên kar. Dîsa li gorî Wezareta Dadê heta 2ê Kanûnê li Tirkiyeyê 3 hezar û 835 zarok girtî ne. Di çalakiyan de herî kêm 81 zarok bi işkenceye hatine binçavkirin.
Li Tirkiyeyê di navbera 1ê Çile û 18ê mijdara 2024an de mêran herî kêm 344 jin kuştin. Tacîzî 110 jinan û 201 zarokan kirin. Mêran tundî li 558 jinan kir û tecawizî 13 jinan kir û herî kêm 40 zarok kuştin.”
Mafê ramanê tê binpêkirin
Omer Faruk Yazmaci bal kişand ser mafê ramanê û wiha got: “Heta 29ê mijdara 2024an li Tirkiyeyê herî kêm 29 rojnameger û xebatkarên çapemeniyê ji ber fikrên xwe girtî ne. Di 11 mehan de 43 rojnameger hatin binçavkirin û ketina Tirkiyeyê ya rojnamegerekî hat astengkirin. Herî kêm 3 rojnameger rasti êrîşan hatin. Derbare 42 rojnamegeran de lêpirsîn hat vekirin. Derbare 53 xebatkarên çapemeniyê de 253 doz hatin vekirin.”