Îro 21’ê Sibatê Roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanê ye. Di sala 1952’yan de li Pakistanê komeke xwendekarên bengalî yanî bangladeşî bi xwepêşandanekê doza zimanê xwe kirin. Lê polîsên Pakistênanê êrîş bi ser xwendekaran ve birin û komkujiyek pêk anîn. Ji ber vê komkujiyê li Bangladeşê ji sala 1971’an ve ye her sal di roja 21’ê Sibatê de ev xwendevanên ku doza zimanê xwe dikirin û hatin kuştin wekî Roja Şehîdên Zimanê Dayikê tên bibîranîn. Rêxistina Çand, Perwerde û Zanistê ya Netewên Yekbûyî (UNESCO) jî di sala 1999’an de ev roj wekî Roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanê pejirand. Ji wê demê ve ye li seranserî cîhanê bi taybetî jî ji aliyê gelên bindest ên ku zimanê wan qedexe, yan jî têkoşîna zimanê xwe didin bi şahî û çalakiyên ciherêng tê pîrozkirin.
Wekî gelê kurd bi salan em têkoşîna zimanê xwe didin û bedelên giran jî didin. Hêj jî li ser zimanê kurdî qedexe heye, ji aliyê dewlet û desthilatdaran ve kurdî rastî polîtîkayên tunekirin û tunehesibandinê tê. Destarê pişaftinê li ser kurdan gelekî hûr digerînin. Bi minasebeta 21’ê Sibatê Roja Zimanê Zikmakî Cîhanê dayikeke kurd Bêrîtan Akgun ku du zarokên xwe dişîne perwerdeya kurdî ji bernameya Podcesta Xwebûnê re axivî. Bêrîtan Akgun balkişand ser xeteriya li ser zimanê kurdî, têkoşîna ji bo ziman didin û got ku ne tenê rojêkê divê sal û 12 meh ziman bê parastin.
Weke dayikeke kurd 21’ê Sibatê Roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanê ji bo te çi îfade dike?
Ji bo min 21’ê Sibatê dayika min, bavê min, hebûna min, axa min, nan û ava min min îfade dike. Ziman ji bo min her tişt e. Ji bo wê jî divê ez xwedî li zimanê xwe derbikevim. Ji xwe zimanê min ber bi tunebûnê ve diçe. 3 zarokên min ên di temenê 11-9 û 2 salî de hene. Ez di mala xwe de bi zarokên xwe re bi kurdî diaxivim. Tu carî bi zimanekî din naxivim. Ji xwe li derve asîmîlasyon zêde ye. Ji ber vê yekê min ji destpêkê heta niha zarokên xwe daniye ber perwerdeya kurdî.
Li gorî te di cavaka kurd de dayik çiqasî girîngî dide zimanê kurdî? Dayik çiqasî bi zimanê xwe yê dayikê bi zarokên xwe re diaxivin?
Belê dayik dixwazin bi zimanê xwe, bi zarokên xwe re biaxivin û wan hînî kurdî bikin lê mixabin dema perwerdehî tune be pêwîstî nabînin. Lewma jî mixabin pêwîstî nabînin ku zimanê xwe hînî zarokên xwe bikin. Bi vî şeklî jî ziman winda dibe. Lê divê em hişyar bin. Bêguman dayikên mîna min gelekin lê dîsa jî têrê nakin. Divê dayikên me hişyar bin, bi zimanê xwe bi zarokên xwe re biaxivin.
Dayik çawa dikare li heberî polîtîkayên asîmîlasyonê raweste? Şertê wê çi ye, divê çi bê kirin li dijî van polîtîkayan?
Divê dayik perwerdeya zimanê kurdî bide zarokên xwe. Belê raste bi awayekî fermî zimanê kurdî wekî yê perwerdeyê naye pebûlkirin lê belê divê em bi xwe perwerdeyê bidin zarokên xwe û wî derfetî ava bikin. Malbat divê ji bo berjewendiyên xwe ferza bijîjk, parêzer û hewd. li zarokên xwe nekin. Niha em ber bi tunebûnê ve diçin. Heke zimanê me hebe, perwerdeya bi zimanê me hebe ji xwe dê sibê bijîjkên me jî hebin, parêzerên me jî hebin û hemû karên ji bo civakê tên kirin dê sererast bibe. Dema ziman tune be tiştek jî çê nabe.
Te got 3 zarokên min hene baş e, tenê axafin jî têrê nake ji bo perwerdehiya zarokan hûn zehmetiyan dibînin an jî şert û mercên perwerdehiyê çawa ye?
Belê zarokên min 8 sal in perwerdehiya kurdî dibînin. Bêguman kêmasiyên ku em dikişînin jî hene. Di aliyê materyalan de em kêmasiyan dikişinin. Di warê cihê perwerdehiyê de em kimasiyan dikişinin. Sazî û dezgehên me di vî warî de kêm in. Çîrokên zarokan kêm in, ên hene jî ne li gorî pedagojiya zarokan e di vî warî de jî em zehmetî dikişînin. Ji bo malbatên mîna perwerdeya kurdî didin zarokên xwe divê van kêmasiyana werin derbaskirin ku zarok dikaribe bi zamanê xwe xurtir û xweştir perwerdehiyê bibînin.
Ev sekn û biryardariya we xwe dispêre çi? Tu dikare hinekî vebêj e?
Ez bi xwe dereng hînî zimanê xwe bûm. Bi dibistanan û hwd. pêşiya hînbûna me girtin. Hatibûm asta ku li malê bi dayika xwe re tirkî biaxivim. Lê sal pêşketin û li gorî xwenasîn û zimanê xwe nasînê hatim wê astê ku tiştên min jiyaye êdî min nexwest zarokên min jî bijî. Diviyabû zarokên min bi zimanê xwe mizin bibin. Ev zimanê min e. Mafên tu kesî tune ku ji min biger.
Hûn xwe û zimanê xwe diparêzin û xwedî lê derdikevin. Lê li derdora yên ku xwedî li zimanê xwe dernakeve çi hestî bi we dide avakirin? Aciziyekê bi we çê dike yan na?
Di nav jiyanê de li Amedê dema tu bi kurdî biaxive bi çavekî ku tu ne ji vê derê be li mirov dinêrin. Dema tu bi kurdî diaxive dibêjin tu ji kuderê hatiye. Ji ber ku mixabin hejmara kesên bi kurdî diaxivin pir kêm bûne. Ev yek me pir diêşîn e lê mixabin rewşa me ya heyî ev e. Li kolanan, li bazaran, li her derê ew politikaya asîmîlasyonê ya ku dewletê xwestiye pêk bîne mixabin pêş ketiye. Ji ber wê tu li ser axa xwe xerîb tê hesibandin. Ji bo wê jî ez li mala, li der ve, li saziyên dewletê, li nexweşxaneyê kîjan sazî û dezgeh dibe bila bibe teqez ez bi zimanê xwe diaxivim. Ez ji ser ya xwe nayêm xwerê û dixwazim her kesên dibêjin em kurdin nêzîkatiya wan bi vî şeklî be. Bila kes nebêje ez nizanim. Piştî 25 saliya xwe min zimanê xwe nas kir û niha didim zarokên xwe. Heke em zimanê xwe winda bikin, em kurdbûnê winda dikin.
Kurd, di 21’ê Sibatê û 15’ê Gulanê de xwedî li zimanê xwe derdikevin, şahiyan pêk tînin an jî li ser medyayê hin çalakiyên wiha pêk tînin. Li gorî te tenê bi du rojan xwedîderketina li ziman dê zimanê kurdî biparêze?
Bêguman têrê nake. Divê mirov li hemberî xeteriya li ser zimanê xwe ker û kor nebe. Divê kurd êdî kurdî bikin jiyana xwe. Di malên xwe de bi kurdî biaxivin. Kurdên ku bi tirkî diaxivin neheqiyê li me dikin, bila êdî neheqiyê li me nekin. Di vê her kurd bikeve nava lêgerînekê, hem ji bo xwe hem jî ji bo zarokên xwe. Di vî warî de divê her malbatên me ji bo zimanê xwe şer bikin. Kesî çek nexistiye serê me û negotine bi zimanê xwe neaxivin, zimanê xwe hînî zarokên xwe nekin. Derfetên me hene, divê herkes vê berpirsyariyê di xwe de bibîne. Tenê rojekê an jî du rojan na, divê sal û 12 meh ziman hebe. Ku nan û ava we jî hebe di zimanê kurdî de ye. Divê her kes xwe di zimanê kurdî de bibîne.