12 Aralık, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Ukrayna dê bandorek çawa li kê bike?

Di rojên dawî de niqaşên li ser Ukrayna zêde dibin. Geşedanên ku li Ukrayna peş dikevin bandorê li ser Rojhilata Navîn jî dike. Têkildarî geşedanên li Ukrayna û qeyrana Ukrayna Rojnameger Şûkru Gedîk, ji bo Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA) analîzek nivîsî.

Analîza Şukru Gedîk a bi sernavê “Krîza Ukraynayê û bandora wê” wiha ye:

Yek ji herêmên ku dê bikeve bin bandora krîza Rûsya-Ukraynayê jî bê guman Sûriye ye. Dibe ku geşedanên nû di krîza Sûriyeyê de çêbibin. Sûriye gavên Rûsyayê ji nêz ve dişopîne û bi lez û bez biryarên Donbassê yên ku Pûtîn erê kirin, nas kirin.

Ji ber ku bloka li dijî Rûsyayê hewl dide rêya xwe diyar bike, ji bo wan gelekî zehmet xuya dike ku bêyî zirarê bidin hev, bi pêş de biçin. Li hember Rûsyayê berbelav xuya dikin. Dema mirov li vebijêrkên dewletên rojavayî dinêre, cezayên giran jî pir mimkun xuya nakin. Zirara ji vê krîzê dê ji Rûsyayê bêhtir li Ewropayê bibe. Bi taybetî dibe ku cezay ji Almanya û welatên mîna wê neyên ku dê krîza gaza xwezayî bandorê li wan bike û cezayên zorê bidin Rûsyayê jî ferz nekin.

Ji ber ku nirxandinên girêdayî texmînan teqez nîn in, senaryoyên krîzê jî ji hev cihê dibin. Krîzek heye ku paşxaneya wê pir kevn e. Pirsgirêka ku Ewropa anî ber çirava şer, xwesteka serweriyê ye. DYA û Brîtanyayê nîşan da ku ji Ukraynayê bêhtir alîgirên şer in. Bi navê piştgiriyê Ukrayna danîne ber agir û dê desteka ku sozê wê dane jî nedin. Bi cezayan jî dê nekarin tiştekî bi Rûsyayê bidin kirin.

Giregirên siyasî yên Tirkiyê jî, ji desthilatê heta muxalefetê, hewl didin retorîkên li dijî şer çêkin. Sûcên wan ên li dijî kurdan li holê ne, lê xwe wek qasidên demokrasiye nîşan didin û qala aştiyê dikin, ku ev jî durûtiya wan xweş nîşan dide. Neteweyên Yekbûyî jî dibêje ‘li Ukraynayê tevgera leşkerî binpêkirina mafan e’ lê ew qas jî kor e ku êrişên Tirkiyê yên li ser Rojava nabîne.

Îhtimal heye ku bandora krîza Ukraynayê li ser Rojhilata Navîn bi qasî krîzê bi xwe jî mezin be. Rewşeke wisa ye ku di encama polîtîkaya bêpergal a Tirkiyê de dê bi pêş bikeve. Cezayên gengaz ên li dijî Rûsyayê yan jî şerek dê ji Tirkiyê ferz bike ku aliyê xwe zelal bike. Xuya ye ku ew ê li gel NATO’yê raweste û ji bo berjewendiyên stratejîk bere xwe bide YE’yê.

Nayê zanîn bê ka çareseriya pirsgirêka Sûriyê dê ji krîza Ukraynayê derkeve. Tirkiye dê ji ber tevlêbûna wê di bloka li dijî Rûsyayê de, hevkariya wê ya ji bo cezayan û heta rola wê ya di NATO’yê de, were xelatkirin. Dibe ku li Sûriyê hewldanên nû derkevin holê. Hebûna Tirkan a li herêmên din û bi taybetî jî Idlibê dikare were nîqaşkirin. Ya rast, dibe ku sûcên wê yên li herêmên dagirkirî jî bên dîtin. Ji bo ku derbasî qonaxeke nû bibin, tevî tevgera leşkeri, kartan dikarin ji nû ve belav bikin.

Rûsya dê di krîza Ukraynayê de bixwaze Tirkiye pê re bimîne. Rûsyayê daxuyand ku ‘cudahiyên nêrînan ên li ser Ukraynayê têkiliya me ya bi Tirkiyê re asteng nake’. Tê zanîn ku ne tenê li Ukraynayê, di gelek mijarên din de jî li hev nakin. Berdewama têkiliyan dê li gorî rêveçûna vê krîzê be.

Têkiliyên Tirkiyê yên bi Rûsyayê re têkiliyên gelekî berfireh û tevlihev in. Ji bilî têkiliyên enerjî, bazirganî, leşkeri û siyasî, têkiliyên erênî di mijara Lîbya, Sûriye û Qerebaxê de hene. Heke piştî vê têkiliyên Rûsyayê yên bi Tirkiyê re biguherin, em ê destpêkê vê yekê li Sûriyê bibînin. Divê bê zanîn ku Rûsya bala xwe dide tevgerên Tirkiyê. Tirkiye tev li gelek tevgerên li dijî Rûsyayê bûye û li kêleka Ukraynayê disekine, balafirên bêmirov ên biçek difiroşê.

Nêrîna giştî ew e ku dê hewldana kêmkirina aloziya Rûsya-Ukraynayê bidome. Têkilî û nakokî, dostanî û dijminatî ew çend di nava hev de ne ku mirov nikare bizane bê ka têkilî çi qas nakok in. Gotina ku ev nakokî dikare bibe sedema pevçûneke gerdûnî, di vê qonaxê de pir jî nirxandineke durist nîn e. Çareserî jî di demeke kurt de zehmet xuya dike.

Divê bê zanîn ku Rûsya bi tena serê xwe li hemberî cîhanê nasekine. Bi îhtimaleke mezin dê desteka Çînê hebe. Beriya niha serdana Pûtîn a li Çînê di çapemeniyê de bi qismî wek serdaneke di vê çarçoveyê de hatibû ragihandin. DYA û rojavayî divê hebûna Çînê ya di nava vê hevsengiyê de bi bîra xwe bixin ku wê wek ‘gefa herî mezin’ dibînin. 14 welatên endamên nû yên NATO’yê endamên berê yên Sovyetê bûn û Rûsyayê dorpêç dikin. Ukrayna dê di vê dorpêçê de bibe xeleka dawîn.

Divê siyaseta kurdan û dîplomasiya wan li serê bifikirin bê ka ev krîz û rewşa şer a cîhanê dê bandoreke çawa li kurdan û erdnîgariya wan bike. Her çendî ne pêkan be ku mirov pêşbîn bike ka ev mesele dê çawa bi pêş de here jî, kurdan jî eleqedar dike û bandorê lê dike. Divê haya wan tevî derfetên ku bi xwe re bîne, ji rîskên qengaz jî hebe.”