13 Aralık, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

‘Keça min 6 salin bavê xwe nedîtiye’

Çalakiyên Nobeda Edaletê li Wan, Amed û Îzmirê berdewam dikin. Li Wanê jî Nobeda Edaletê ya malbatên girtiyên nexweş li Baroya Wanê 83 roj in didome. Malbat ji bo girtiyên nexweş û girtiyên cezayê wan bi dawî bûne serbest bên berdan nobedê digirin. Li Wanê yek ji malbatên girtiyan malbata Abî ye. Zubeyde Abî ji bo hevjîna xwe Ebedîn Abî nobedê digire. Ebedîn Abî, di sala 1996’an de li gundekî Bêşebab a Şirnexê hat binçavkirin û girtin. Abî yê cezayê muebedê lê hatiye birîn, niha Girtîgeha Binyan a Kayserî ya Jimare 2’yan a Tîpa T’yê de ye. Abî piştî hat girtin bi nexweşiyên şekir, diyabet û dil ket. Zubeyde Abî 5 salin nikare biçe hevdîtina hevjînê xwe. Keça Ebedîn Abî Hebûn Abî jî 6 salin nikare biçe bavê xwe bibîne. Hevjîna wî Zubeyde Abî ku dotamam wî ye têkildarî têkoşîna salan axivî.

Zebeyde Abî der barê girtîgehên ku hevjînê wê lê girtî mane agahî dan û wiha got: “Hevjînê min Ebedîn Abî 26 sal in girtî ye. Heta niha li girtîgehên Amed, Dîlok, Mûş, Wan, Trabzon, Qeyresiyê, Kirkkale girtî ma. Niha li Qayseriyê ye. Bi qasî ez dizanim 7 girtîgehan ma. Ez jî çûm hemû girtîgehan û min li hemû girtîgehan serdana hevjînê xwe kir. Di çûn û hatina girtîgehan de min pir zor û zahmetî dît. Hem di milê aborî de, hem di mile fîzîkî û hem jî di milê derûnî de min pir zor û zahmetî dîtin. Bi taybetî di çûn û hatina rê de min gelek zorî dîtin. Çûn û hatina van girtîgehan pir nexweş bû. Hevdîtinên vekirî tenê saetek bû. Ez ji Wanê diçûm Enqereyê û ji Enqereyê diçûm Kirikkale. Ji bo ez biçim Kirikkale, ez şevekê li Enqereyê dimam. Em rojekê diçûn û rojekê dihatin. Lê tenê me saetek hevdîtin dikir.”

‘26 salên bi êş derbas bû’  

Zubeyde Abî, bilêv kir ku di sala 1996’an de keça wê Hebûn hatiye dinê û ew û keça xwe bi hev re mezin bûne û wiha got: “26 sal, bi êş û azaran derbas bû. Keça min di rê de, li girtîgehê pir digiriya. Ew digiriya, ez jî pê re digiriyam. Keça min di rêyan de mezin bû.”

‘5 salin neçûme hevdîtinê’

Abî destnîşan kir ku di çûn û hatinê de rastî tu bertek û helwestên neyînî yên gelê rojavayê Tirkiyeyê nehat û wiha got: “Di aliyê rê de min pir zahmetî dîtin. Hevjînê min li gund hat girtin. 26 sal in girtî ye û 36 sal ceza lê birîne. Gelek nexweşî pere hene. Nexweşiya dil, nexweşiya şekir, nexweşiya cegerê pere heye. Çend caran ji dilê xwe anjiyo bûye. Gelek nexweşî pêre heye. Niha li girtîgeha Qeyseriyê ye. Em 8 saetan di rêde diçin û 8 saetan vedigerin. Em bi şev dikevin rê. Serê sibê digêjin wir. Roja din hevdîtinê dikin û vedigerin. Roja dîtir em şev digêjin mal. Em bi otobusan diçin. Em nikarin bi maşîneyên taybet biçin. Bi zor û zahmetiyan em heqê rê bi dest dixin. Ji ber nikarim heqê rê bidim 5 salin neçûme hevdîtinê. Keça min jî 6 salin neçûye dîtina bavê xwe. Keça min hêj 1 salî bû bavê wê hat girtin.”

‘Me serî li hemû saziyên fermî dan lê…’

Abî da zanîn ku ji roja li Baroya Wanê Nobeda Edaletê dest pê kiriye heta niha Nobeda Edaletê digire û wiha lê zêde kir: “83 rojin nobedê digirim. Ji roja ewil heta îro nobedê digirim. Heta niha me serî li hemû sazî û rayedarên dewletê dan. Me gelek caran daxwazname dan dozgeriyê. Me serî li parêzeran da.”

‘Em naxwazin cenaze ji girtîgehan derkevin’

Zubeyde Abî daxwazên xwe jî anî ziman wiha bi dawî kir: “Ji bo hemû girtî bên berdan em nobedê digirin. Em dixwazin hemû girtiyên nexweş serbest bêne berdan. Em edaletê dixwazin. Em naxwazin cenazeyên girtiyên me ji girtîgehan derkevin. Em dixwazin girtiyên me berdin û wan derman bikin. Heta niha me serî li serdozgeriyê û wezareta dadê da. Me serî li hemû saziyan dan. Me daxwazname da. Me serî li dozgeriyê da. Min, keça min û parêzera me Sînem Coşkun daxwazname dan. Hevjînê min Ebedin jî daxwazname dan. Lê ev daxwaznameyên me li ber çavan nehatin girtin. Ji bo Ebedîn ji Qayseriyê bê Wanê jî me gelek caran serî li rayedaran da. Ji bo nêzî me bibe me serî li her derê da.

Ji bo bê dermankirin, ji bo serbest bê berdan û ji bo bê girtîgehên nêzî me, me serî li hemû saziyan da. Heta niha gelek raporên nexweşiyan girtiye. Raporên wî yên hemû nexweşiyan heye. Li gel raporên wî hene jî dîsa nayê berdan. Hema keyfî wan serbest bernadin.

Em ê nobeta xwe berdewam bikin. Em edaletê dixwazin. Em bang li hemû malbatan dikin ku destê xwe bidin hev.  Em dixwazin hemû malbat bibin yek. Em dixwazin ne tenê malbatên girtiyan, hemû malbat bibin yek.”