18 HEZÎRAN 2025

Gösterilecek bir içerik yok

700 sivîl li Efrînê kuştin

Berpirsiyarê Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê Îbrahîm Şêxo anî ziman ku piştî Efrîn dagir kirin 300 hezar Efrînî koç bûn û komên çeteyan zêdetirî 700 sivîl kuştin û got: “Niha vegera li gundan heye. Lê astengî zêde ne.”

Îbrahîm Şêxo anî ziman ku di 2015an de cara yekem bi zimanê kurdî li Efrînê zanîngeh hat avakirin û got: “Dema şerê li Sûriyê dest pê kir gelek kesan berê xwe da Efrînê. Efrîn remza nasnameya kurdî bû. Ji sedî 98ê wê kurd bû. Heta 20ê çileya 2018an ku şerê mezin li dijî Efrînê pêş ket aramî hebû. Piştî Tirkiyeyê Efrîn dagir kir, rêjeya Kurdan daket.”

450 hezar Ereb li Helebê bi cih kirin

Îbrahîm Şêxo bal kişand ser piştî dagirkirina Efrînê û wiha axivî: “Piştî 20ê çile guhertinê dest pêkir. Piştî 18ê Adara 2018an talankirinê dest pêkir. Wê rojê guhetina demokrafîk dest pêkir. Ew roj ji bo gelê Efrînê wekî rojeke reş e. Wê demê zêdetirî 300 hezar xelkê Efrînê bi darên zorê ji cih û warên xwe koçber bûn. Li şûna kurdan ereb, tirkmen, ji Heleb, Hems, Şam û hemû bajarên Sûriyeyê anîn li vir bi cih kirin. 450 hezar Ereb anîn bi cih kirin.”

50 komên çekdar li Efrînê bi cih kirin

Îbrahîm Şêxo anî ziman ku di 2023yan de rêjeya ereb û tirkmenan zêde kirin û got: “Rêjeya ereb û tirkmenan gihişt 700 hezarî. Rêjeya kurdan daket 150 hezarî. Nêzî 50 komên çekdar anîn li vir bi cih kirin. Koma Sultan Murat, Sultan Silêman, Ehrar Şerqîye û hemû komên din anîn li Efrînê bi cih kirin. Van komên çekdar li gel MÎTa Tirkiyeyê xebat kirin. Wê demê her roj Waliyê Hatayê dihat Efrînê û niha jî her roj tê û diçe. Hemû parastin, rêvebirina Efrînê di destê Waliyê Hatayê de ye. Li vir dibistanên zimanê tirki û erebî avakirin. Zanîngeha bi zimanê tirkî avakirin û bi Dîlokê ve girêdan. Ala tirk li hemû saziyan hat bicih kirin. Navê nûnerên tirkan li kolanên Efrînê kirin. Remzên kurdan tev rakirin û nav guhertin. Qada Azadiyê kirin Qada Ataturk. Beriya dagirkeriyê jin xwedî roleke pêşeng bûn. Lê piştî dagirkirinê vîna jinan hat tunekirin. Yên ku niha diçin Efrînê wekî ku li Afganistanê dijîn xwe hîs dikin. Tiştekî aydê kurdan nemaye. Wekî kulî talan kirine. Hemû tiştên aydê kurdan tev guhertine. Nasnameya Efrînê guhertine.”

Îbrahîm Şêxo li ser talankirin û wêrankirinê jî rawetiya û got: “Bi piranî dar hatin şewitandin. Nêzî milyonek darên zeytûnê birîn û şewitandin. Nêzî 50 hezar darên zeytûnê ku temenê wan 40-50 sal in ji kok ve rakirin. Ji sedî 60 darên daristanê birîn. Li şûna wan saziyên dewletê ava kirin. Bi taybetî li navçeya Şêrewa nêzî 43 saziyên niştecihbûnê avakirin. Piraniyê komelgehên niştecihbûnê ava kirin. Dîsa 59 warên dîrokî jî talan kirin. Cihên dîrokî wekî keleha Hûrî, Girê Endalê tev talan kirin û rûxandin. Nêzî 28 goristanên dîrokî talan kirin. Hin gorên kesên navdar wekî Nûrî Dêrsimî şikandin û rûxandin.”

700 sivîl kuştin

Îbrahîm Şoxo herî dawî li ser binpêkirina mafan jî rawestiya û got: “Girtin û revandin zêde ye. Bi girtin û revandinê xwestin Efrînê bi temamî vala bikin û bacê ji wan bistînin. Zêdeyî 10 hezar kes hatin revandin û girtin. Ji sedî 30 kesên hatin revandin jin in. Gelek kesên hatin revandin rewşa wan nediyar e. Nêzî 2 hezar û 500 kes rewşa wan nediyar e. Di vê pêvajoyê de nêzî 700 sivîl hatine kuştin. Ji wan nêzî 100 kesî zarok in. Nêzî 74 jin rastî destdirêjiyê hatin

Girtîgehên Efrînê tijîne

Îbrahîm Şêxo li ser vegera Efrînê jî rawestiya û got: “Piştî şikestina Rejîma Beşar Esad gelek guhertin çêbûn. Koçberên din vegeriyan warên xwe. Zindanên Şamê hatin vekirin. Girtiyên di destê Rejîmê de tev hatin berdan. Lê girtîgehên li Efrînê heta niha nehatine vekirin. Heta niha daxwazên gelê Efrînê pêk nehatine.

Piştî dagirkirina herêma Şehbayê, komek ji wan mecbûr vegeriyan Efrînê. Bi deh hezaran jî çûn Tebqa û Reqayê. Piştî hevdîtina di navbera hikûmeta Şamê û HSDê ya 10ê Adara 2025an de rewş hinek hat guhertin. Di meha Remezanê de komek vegeriyan. Hinek vegeriyan û bi cih bûn. Dîsa xelkê me yê Tirkiyeyê hat li Efrînê bi cih bûn.
Niha rêjeya kurdan li Efrînê zêde bûye. Xelkê gundên Efrînê tev vegeriyane cih û warên xwe.