6emîn Kongreya Asayî ya Komeleya Şêx Seîd bi beşdariya gelek kesan li Amedê hat lidarxistin. Di kongreyê de xalên girîng derketin pêş. Di destpêkê de yek ji rêveberên komeleyê Azad Zal axivî û derbarê sedsaliya serhildanê de beşdaran ji xebatên komeleyê agahdar kir.
Piştre serokê komeleyê Mihemed Qasim Firat axivî û bal kişand ser armanca komeleyê. Qasim Firad got; “Ev 11 sal in me komele ava kiriye û di vê pêvajoyê de me gelek xebatên girîng kirin.”
Firat bang li hemû sazî û dezgehên kurdan kir û wiha doamd: “Şêx Seîd, Seyîd Riza, Qazî Mihemed û kesayetên wek wan pêşengên gelê kurd hemû ne, divê xeta wan xeta sor a her kurdî be. Serhildanên weke ya Şêx Seîd û rêhevalên wî û xeta serhildana Seyîd Riza û Elîşêran bûne sebebê ku îro li tevahiya dinyayê behsa berxwedana mêrxas û jinxasên kurdan bê kirin. Şêx Seîd û rêhevalên xwe di temenên extiyariyê de di sar û seqema herî dijwar de hewl dan û bûn sembola têkoşîna 1925an. Îro jî şopdarên wan alaya wan hildane û di nav siyaseta dinyayê de bûne muxatabê sereke. Lewre jî, divê serok û têkoşerên ku di oxira welatê xwe de canê xwe feda kirine di nav kurdan de tu carî nebin mijara nîqaşê.”
Firat di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser mijara elewî, sûnnî û hemû bawermendên kurd û got; “Divê hemû bawermendên kurd li ser heman xetê bibin yek ku serfiraziya hişmendî pêk bê.”
Li ser navê DBP’ê Farûk Tatli beşdarî kongreyê bû û got; “Pirsgirêka herî sereke ya me kurdan xêrnexwaziya navxweyî ya gelemperî ye. Divê li dijî xêrnexwazan em têkoşîna netewbûnê bikişînin asta herî jor.”
Di kongreyê de serokê Komeleya Wêjekarên Kurd Hacî Ozkal jî axivî û got; “Zimanê serhildanê zaraveya zazakî bû û pêwiste em li zimanê serhildêrên kurd xwedî derbikevin û layiqê têkoşîna wan bin. Divê hemû hizbên kurd hay ji doza Şêx Seîd û rêhevalên wî hebin û bi awayekî pratîkî herdem di rojeva xwe de zindî bihêlin.”
Yek ji alim û seydayên kurd Mele Selîm Ay jî di kongreyê de axivî û bal kişand ser erkê alim û meleyan û got; “Ji bo hişmendiyeke civakî çêbibe, pêwîste her seyda her meleyê kurd di taziyeyan de, di waazên xwe de bal bikişînin ser têkoşîna pêşengên kurdan û ji bo wan dia û niyazan bidin xwendin.”
Di kongreyê de yek ji neviyên Şêx Seîd Mihemed Qasim Firat weke serokê komeleyê hat hilbijartin.
