12 Aralık, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Dîwarê şermê konsepteke giştî ye

Di 16’ê gulana 1916’an de dema ku li cîhanê şerê yekemîn berdewam dikir, di navbera Brîtanya û Fransayê de peymana Sykes-Picotê hat îmzekirin, di hezîrana heman salê de ev peyman ji aliyê Rûsyayê ve hat erêkirin û bi vê peymanê xaka Kurdistanê di nav dewletan de hat parîkirin.

Îro jî dewletên ku xaka Kurdistanê dagirkirine bi hin hincetên weke ewlekarî û parastinê dîsa dixwazin Kurdistan a parçekirî parçe bikin û li hev par bikin. Li ser vî esasî Tirkiye ji bo têkiliya di navbera kurdên Bakur û Rojava, Bakûr û Rojhilat de qut bike, dîwaran lêkiribû û hê jî lêkirina dîwaran didome.

Wek tê zanîn di 9’ê cotmeha 2020’î de di navbera hikûmeta Iraq û PDK’ê de peymanek hat îmzekirin û tevahiya Şengalê ket bin kontrola hikûmeta Iraqê. Hikûmata Iraqê niha bi hevkariya PDK û Tirkiyeyê dest bi lêkirina dîwarekî kiriye. Şêniyên Şengal û Rojava vî dîwarî ku di navbera wan de tê lêkirin wek ‘Dîwarê Şermê’ pênase dikin û li hemberî lêkirina dîwar bi çalakiyan bertekên xwe tînin ziman.
Em li ser mijara lêkirina dîwar û bertekên şêniyên Şengalê bi rojnameger Ciwana Cumaa ya ku li heremê kar dike re axivîn.

Rojnameger Ciwana Cumaa di destpêka axaftina xwe de diyar kir ku bi lêkirina vî dîwarî Tirkiye û hikûmeta Iraqê konseptek dane ber xwe û ev tişt anî ziman: “Ev meheke ku di navbera Şengal û Rojava de dîwarek tê lêkirin û dîwar heta temam bibe dê mehek yan jî du mehên din jî bidome. Ev dîwar konsepteke di navbera dewleta tirk, Iraq û PDK’ê de ye. PDK û dewleta tirk dixwazin bi rêya hikûmeta Kazimî vê konseptê bixin meriyetê. Bi vî dîwarî dixwazin qirkirina gelê kurd bi taybet jî qirkirina êzdiyan pêk bînin. Her çiqas ev dîwar bi hinceta ku DAIŞ ji nû ve xwe bi rêxistin dike were çêkirin jî sedem tunekirina destkeftiyên Rêveberiya Xweser ya ku bi kedeke mezin bi destxistiye. Armanca wan ew e ku têkiliya di navbera Rêveberiya Xweser û Rojava de û di heman demê de têkiliya di navbera êzdiyên li Şengal û Rojava bînin asta tunekirinê. ”

Armanc tunekirina destkeftiyan e

Ciwana Cumaa da zanîn ku dîwarê tê lêkirin 250 km dirêj 3 metre jî bilind e û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Li dijî vê konsepta ku serkêşiya wê dewleta tirk û PDK dike gel, siyasetmedar, rewşenbîr û gelek kesên hem ji Rojava hem jî li welatên biyanî ne bertekan nîşan didin. Gelê Şengalê jî rastiya vî dîwarî dizane û li ser vî esasî dibêje ku ew bi vî dîwarî hewl didin xwişk û biratiya gelan, projeya Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Şengalê têk bibin.”
Cumaa diyar kir ku di nav gel de ev dîwar nayê qebûlkirin û wiha pê de çû: “Ji ber ku gel dizane êrîş li dijî çi tê kirin, bertekên wan jî bi biryar didomin. Jinên şengalî dibêjin heta yek ji me bimîne em ê li dijî vî dîwarî têkoşîna xwe bidomînin.”
Di dawiya axaftina xwe de rojnameger Cumaa destnîşan kir ku li dijî çêkirina dîwêr dê ji 12’ê nîsanê heta 27’ê nîsanê çalakî bên li dar xistin û wiha got: “Heta niha di çalakiyên ku hatin li darxistin de hemû gelên Şengalê bi hev re meşiyan û di çalakiyan de bertekên xwe anîn ziman. Di rastiyê de dîwarê şermê rastiya peymana Sykes-Picot tîne ber çavên mirov. Bi van dîwaran dixwazin peymanên xwe yên qirêj pêk bînin. Lê weke ku min li jor jî got, gel dizane mijar çi ye û xwedî vê hişmendiyê ye. Bertekên wan jî li gor vê hişmendiyê ne, lê tenê ne li ser ‘Dîwarê Şermê’ her wiha li dijî lihevkirina dewleta tirk û PDK’ê jî ev bertek didomin û li gor rewşa heyî dê ev bertek neqedin jî.”