5 NÎSAN 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Pirtûka ‘Siya Mirinê’ derket

Nivîskar Îrfan Yildiz pirtûka xwe ya bi navê Siya Mirinê li Weşanxaneya Ronya çap kir. Yildiz di pirtûka xwe da têgeha mirinê ji nû va ferişandiye û ew têgeha ku em lê nas in cardin bi awayekî balkêş dadihûrîne û bi me dide nasîn. Bi me dide zanîn ku gelek aliyên wê yên mirovî û hestewarî ji bîr kirine. Li gorî nivîskar, ne ku tenê me ev aliyên wî ji bîr kirine nexwasim jî em êdî hînî mirinê bûne, ku hînbûna mirinê, hînbûyîn û qebûlkrina her tiştî ye.

Pirtûka nivîskar ji danzdeh beşan pêk tê. Her beşek wekî pêkhateyeke têgeha mirinê ya civakî û çandî li hev temam dikin. Temamkirineke li ser esasê mirin û tunebûnê. Nivîskar di van danzdeh beşan da her carê aliyekî mirinê hildide dest û me dide zanîn ku ji bo wî ya girîng bermayiyê mirinê ne, nivîskar dide nîşan ku bermayiyê mirinê ji mirinê zor û zehmetirin. Nivîskar bermayiyê mirinê li ber çavên mirov radixe û wekî ku dixwaze bide nîşanê me; ku me çawa dest ji mirinê berdaye û em pey bermayiyê mirinê ketine. Bermayiyê mînanî; şîn, gor, kêlik, kinç û wêne, rûtuelên dînî, sîh kesê mirî, tol û heyf, êşa ku xwe berdide çalên kûr û hwd. yên herî sereke û nas in.

Siya mirî (qerekter) ya ku nivîskar bi taybetê li ser sekiniye hêmana herî serekeye, ew siya ku nivîskar wiha behsê dike; siya ku ji qalûbelayê vir va bi mirov ra ne wekî canekî duyem, wekî kesekî dubareya mirov her tim li gel mirov e, lê heya binaxbûnê dikare xwe heyî bike, ew siya ku yê careke din nikaribe ji xwe ra can û cesedekî din bibîne, ew siya yê cardin nikaribe ji xwe ra beden û şikil û şemalekî bibîne. Ew siya ku yê beriya goşt û hestiyê mirî birize û tev li tunebûn û hîçbûnê bibe.

Her çend mijara pirtûkê mirin be jî li cem nivîskar mirin ne esas e, ya esas ‘mirineke çawa?’ ye. Mirineke çawa? Ev pirs û bersiva vê pirsê hemû hêmanên bingehîn a civakan li gor xwe temam dike, xwe îfade dike yan jî serobino dike. Nivîskar vê pirsê selamtû berdide binhişê xwandekaran û pîşta xwe dide wan.

Mirî ( qerekter) çîroka mirina xwe bixwe bi xwandekar dide aşkerekirin. Qerekterê pirtûkê yekser mirov hildide li hemberê xwe û çîroka xwe vedibêje, bi vî şiklî mirov bi qerekter ra rû bi rû dimîne. yekser mirov serî heya binî mirov mihetabê ew kesê ku neçarê mirinê bûye dimîne. Zimanekî yekser li bangî mirov dike û dibêje wa ye ez mirin lê şahidiyê bike. Şahidiyê bike ka ez çawa mirim, şahidiyê bike ka kê û çi û kîjan şertan ez dame kuştin.