Wêjegeh Amed û Weşanên Lîsê, 5’emîn Rojên Wêjeya Berawirdî yên Amedê dê di navbera 15 û 24’ê Mijdara 2024’an de derkeve pêşberî hezkirîyên wêjeyê. Gelek axaftîn û panel û gotûbêj dî bernameyê de tên lîdarxîstîn. Mêvanê rûmetê yê Rojên Wêjeya Berawirdî ya îsal helbestvan Abdullah Pêşew e. Tevahiya bernameyê li Navenda Çandê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê tê lidarxistin.
Bernamey roja 15’ê mijdarê dê bi axaftinan û xwendina helbestan dest pê bike.
Wêjegeh Amed û Weşanên Lîsê têkildarî bernameya dê li dar bixin, daxuyaniyek belav kirin.
Daxuyanî wiha ye: “Rojên Wêjeya Berawirdî yên Amedê, amadehîyan dike îsal di navbera 15 û 24’ê Mijdara 2024’an de derkeve pêşberî hezkirîyên wêjeyê. Em we vedixwînin hûn li ser wî bajarê ku bi lez diguhere û vediguhere yê ku qada jîyanê ye û di xwe de ziman, edebîyat, huner, warê mizakereyê û bîranînan dihewîne biramin.
Gelo bajar, wekî cihê zimanên curbicur lê kom dibin, jîyaneke pirzimanî çi qasî dijîn? Hişê civakî û sîyasî yê bajêrekî çawa diguhere an tê guhertin? Hilweşîn, xirabûn, rev, ji nû ve avabûn, guhertin û berxwedan di huner û sîyasetê de tê beramberî çi?
Di programê de, ji Amedê nêzîkayî li azmûna Bajêr tê kirin û di ser wê azmûnê re li gelek bajarên cîhanê tê gerîn. Ma dîroka şer û mêtingerîya paytextan dikare bi edebîyat û hunerê îqame bibe? Bajarê ku tenê bi nêrîneke tevahîya wê nayê dîtin. Di paceyan de, li şaneşînan, li ser peyarêyan, li ser sifreyan û sûran çi vedibêje?
Bajar wekî cihê bîrê, bajar wekî cihê kolonyal, bajar wekî cihê kolke, bajar wekî cihê şînê bajar wekî cihê xeyalê, bajar wekî cihê girtîgehê, bajar wekî cihê ji zaroktîyê dûrketinê, bajarê “ewên din”. Gelo bajarên me ji mêvantîya tiştên wiha cihêreng re çi qasî derîyê xwe vedike?
Îsal, Abdulla Pêşewê hîmeke sereke ya helbesta Kurdî û helwesta entelektuelî ye, dibe mêvanê rûmetê yê bernameyê. Peşêw xebatên xwe yên li ser wêjeyê di destpêkê de li Hewlêr, Moskow, Trablûs û di pişt re dîsa li Moskowayê berdewam kiriye, di sala 1995’an de berê xwe dide Fînlandîyayê û ji wê rojê pê ve, xebatên xwe li wir didomîne. Îro hîn jî ji bo helbest, ziman û fikra Kurdî asoyeke rênîşande ye.
Em spas dikin ji bo di Rojên Wêjeya Berwirdî yên Amedê de Odeya Pîşeşazî û Bazirganîyê ya Amedê, Şaredarîya Mezin a Amedê, Eğitim-Sen Şaxên Amedê, Odeya Endazyarên Avahîyên Şaxê Amedê, Odeya Bijîşkan a Amedê, Navenda Lêkolînên Civakî ya Dîcle, Komeleya Wêjekarên Kurd, MED-DER, KASED, Mordem Huner, Kovara Felsefeyê Nous, Wargeha Hunerê D5, Kültürhane, Karşı Sanat, Anadolu Kültür, Goethe Institut Ankara, Weşanên Morî, Weşanên Aras, Weşanên Siren, Weşanên Everest û Pola Kitapê hevkarî bi me re kiriye.
Em ê gelekî kêfxweş bin ku em we di Rojên Wêjeya Berwirdî yên Amedê de li gel xwe bibînin.”