12 Aralık, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Mazlûm Dag û Abdûrrahman Er dest bi greva birçîbûnê kirine

Mazlûm Dag û Abdûrrahman Er ên li başûrê Kurdistanê ji ber bûyera ku di 17’ê tîrmeha 2019’an li Hewlêrê qewimî, bi zexta Tirkiyeyê hatin darizandin û cezayê îdamê li wan hate birîn.

Apê Abdûrrahman Er Necmettîn Er û kurê xaltîka Er Yilmaz Polat der barê rewşa Dag û Er de axivîn û xwestin binpêkirina mafên mirovan a li dijî ciwanên kurd tê kirin bi dawî bibe.

Necmettîn Er got, “Mazlûm Dag û Abdûrrahman Er ku bi îdîaya sîxurê MÎT’ê Osman Kose kuştine hatin darizandin û cezayê îdamê li wan hat birîn, ji mafên bingehîn ên mirovî bêpar têne hiştin.”

Necmettîn Er wiha dewam kir: “Li girtîgeha ku di bin kontrola rêveberiya Hewlêrê de ye, ji hevdîtina bi malbatê re, mafê şandin û wergirtina nameya, alîkariya bi pereyan û kincan bêpar têne hiştin.”

Necmettîn Er diyar kir ku Er û Dag li dijî kiryarên li derveyî mirovahiyê yên rêveberiya Hewlêr ji roja Şemiyê ve di greva birçîbûnê ya bêdem de ne. Necmettîn Er bang li rêveberiya Hewlêrê û saziyên pêwendîdar kir wiha got: “Dest ji vê zilma ku li zarokên gelê Kurd tê kirin, berdin.”

Yilmaz Polat jî anî ziman ku biryara îdamê ya li dijî Dag û Er hatiye dayin biryareke rast nîne û got, “Ev biryar biryara Rêveberiya Hewlêrê bi xwe nîne. Bi esasî biryareke ku li gorî berjewendiyên dewleta tirk hatiye wergirtin.”

Polat got, “Rêveberiya Hewlêrê nêzîkatiya ku li hemberî girtiyên DAIŞ’ê jî nîşan nade, li dijî Er û Dag nîşan didin.”

Polat bi dewamî got, “Divê ciwanên kurd bi destê kurdan neyên kuştin û zerar li wan nebe. Her wiha di serî de rêxistinên mafên mirovan em bang li raya giştî ya navneteweyî dikin ku bala xwe li ser vê mijarê be.”