Pazdehê gulanê cejna zimanê kurdî li gelê me û dost û hevalên kurdan pîroz be. 15’ê Gulanê 1932’yan Celadet Alî Bedirxan û rêhevalên wî bi kovara Hawarê qîrîn dan Kurdîstan û cîhanê.
Digotin kurd hene , mîletê kurd heye, zimanê me heye û tu kes nikare Kurdîstana me tune bike. Ez, apê Osman (Osmanê Sebrî) Celadet Elî Bedirxan û hevrêyên wan bibîrtînim û bejna xwe li ber têkoşîna wan ditewînîm. Em ji soz didin ku emê her dem di riya wan de têkoşîna xwe berdewam bikin. Bi rastî ji mirov dikare ji bo zimanê kurdî û wateya ziman gelek gotinan bibêje.
Xwendekar û xwendevanên hêja mirovên pispor dibêjin ku hûn hezdikine ku welatekî tune bikin, ewil zimanê wî welatî tune bikin. Xwînerên hêja we qet bala xwe daye dagirkeran. Dema ku bajarekî yan ji Şarederiyê dagir dikin mîna çawa ku ga paçê sor dibîne êrişî dike, ew jî wisa êrişî zimanê kurdî dikin.
Ew rol û mîsyona û peywîra wan e, ku me û zimanê me tune bikin. Hewceye em gelê kurd ji li hember wan zalimana li her derê li zimanê xwe xwîdî derkevin. Bi zimanê kurdî bixwînin, binivîsin û biaxivin. Şert û mercên jiyanê çi qas dijwar dibin bila bibin di her qadê de bi kurdî biaxivin û bi kurdî bijîn.