13 Aralık, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Dîwarê şermê

Felemez Ulug
Felemez Ulug
Xweşkanî

Li Iraqê bi hevkariya dewleta tirk û PDK’ê li dijî Şengalê planên qirêj di dewrê de ne. Ev planên ku bingeha xwe ji peymana 9’ê Cotmeha 2020’î ya li dijî îradeya gelê Şengalê hatî Îmzakirin, niha jî bi hewldanên nû tê nûjenkirin.

Di çarçoveya vê hevkariyê de ev demeke artêşa Iraqê li ser sînorê rojavayê Kurdistanê û Şengalê di nava hewldanên lêkirina dîwarekî de ye. Ev dîwar dişibe diwarê ku li ser sînorê Bakur û rojavayê Kurdistanê yê ji aliyê dewleta tirk a dagirker ve hatiye lêkirin.
Bi lêkirina vî dîwarî armanca Iraqê çi ye, dixwaze çi bîne serê civaka êzidî, di vê projeyê de rola dewleta tirk û PDK çi ye? Pirsên ku herî zêde tên kirin ev in.
Bêguman li dijî vî dîwarê şermê ne tenê êzidî, erebên herêmê jî nerehet in û xwedî helwest in. Lewma Ji bo ev dîwar ango ev proje bi silametî bigihêje armanca xwe jî wek hêza çavtirsandinê artêşa Iraqê hatiye wazîfedarkirin.

Diyar e ku serkêşiya vê projeya qirêj dewleta tirk a dagirker dike. Ev projaya ku li ser perspektîfa “parçebike û bi rê ve bibe” hatiye bi pêşxistin, piştî lêkirina dîwarê di navbera Bakur-Rojava û Bakur- Rojhilat de niha hewl didin di nabera Başûr û Rojavade jî dîwar lêkin.

Dewleta tirk bi hevkarên xwe yên herêmî re vî dîwarî weke zextekê li ser îradeya gelê Şengalê didin ferzkirin. Li gel PDK’ê hikûmeta Kazimî jî piştgiriyê dide vê projeyê. Divê em baş bizanibin ku her çendî ew weke hamleyeke siyasî ye, her ewqas jî berjewendiyên aborî jî di vê projeyê de di lêkirinadewr de ne.

Perdeyên betonê yên 3 metro û 75 santîmetro ye tê xwestin ku dîwarekî bi dirêjiya 250 kîlometro bê lêkirin. Her çendî ji bo lêkirina dîwar artêşa Iraqê hatibe wazîfedarkirin jî îhaleya vê projeyê şirketên nêzî AKP’ê girtine ser xwe. Lewma perdeyên betonê ku bi wan dîwar tên lêkirin ji Tirkiyeyê tên.
Heman şirket îhaleya lêkirina dîwarê li seranserî sînorê Rojava û bakurê Kurdistanê jî girtibûn ser xwe. Divê bê zanîn ku qismekî zêde yê di navbera Rojhilat û bakurê Kurdistanê de jî ev dîwar hatiye lêkirin.

Ji xeynî vê kirinê, derket holê ku artêşa Iraqê baregehên xwe yên li herêmê zêde kirine. Li gorî agahiyan li herêma ereban 10 baregehên leşkerî li nêzî sînor hatine avakirin. Dewleta tirk, PDK û hikûmeta Kazimî bi vî rengî hewl didin bi dorgirtinê plana xwe ya dagirkirina Şengalê bibin serî.

Dewleta Tirk û PDK ji roja Rêvebiriya Xweser a Şengalê hatiye avakirin heta niha li dijî gelê Şengalê di nava êrîşên dijminane de ne. Ji bo îradeya gel li vê herêmê têk bibin û siyaseta xwe ya qirker li herêmê têxin meriyetê bi hikûmeta Kazîmî re di nava xebatek kûr de ne. Ji ber helwesta gelê Şengalê û dengeyên siyasî yên li Iraqê heta niha wekî dihat xwesti nikarîn van planên xwe yên qirêj pêk bînin. Lê bi taybet piştî hilbijartinên pêşwext ên parlamentoya Irakê û neavakirina hikûmeta nû aliyên peymana 9’ê Cotmehê îmzekirine xwe hîn bêtir nêzî hev kirin. Ji bo vê peymanê têxin meriyetê di nava hewldanan de ne.
Heta niha sekin û helwesta gelê Şengalê li dijî vê peymana bêyom xurt bû. Gelê ku ji nebûnê hebûn avakir û li dijî hemû êrîşên dijwar xwe parast, bi îradeyeke xurt xwedî li hebûn û îradeya xwe derdikeve. Lê bi lêkirina dîwarê şermê hewl didin têkiliya Şengalê ji herêmên din qut bikin û bi tenê bihêlin. Bi vê ambargoyê tê xwestin îradeya gel bê şikandin û têk birin. Lewma divê li dijî van pêkanînên dermirovî ne gelê Şengalê tenê, hemû gelên herêmê xwedî helwesteke xurt û têrker be. Rê nede ku îradeya gelan bên sînordarkirin û têk birin.