Koma Xebatê ya Mafên Mirovan a Kurd bi hevkariya Înîsiyatîfa ji bo Rêber Apo Azadî ya Sûriyeyê di navbera 28’ê sibatê û 1’ê adarê de li paytexta Efrîqeya Başûr Cape Townê bi rojeva azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan konferansek li dar xist. Konferans, bi sernavê “Ji bo Abdullah Ocalan azadî, aştî û îstîqrar” hat lidarxistin. Li gel partiyên siyasî û sendîkayên karkeran ên Efrîqeya Başûr, her wiha parêzer û nûnerên Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) û Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî tev li konferansê bûn.
Di encamnameya konferansê de azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, çareseriya pirsgirêka kurd û bandora wê ya li aştiya cîhanê hate nîqaşkirin û banga berdana Abdullah Ocalan û hemû girtiyên siyasî hate kirin.
Gerîlayê derîn ê Efrîqeya Başûr, hiqûqnas, akademîsyen û Serokê Giştî yê Koma Xebatê ya Mafên Mirovan a Kurd Mahmoud Patel têkildarî hûrgiliyên konferansê û bandora felsefeya Abdullah Ocalan a li ser cîhanê nûçegihanê Ajansa Mezopoytamyayê Sterk Sutcu re axivî.
Pergala Îmralıyê hiqûqa navneteweyî binpê dikin
Mahmoud Patel bal kişand ser Girtîgeha Îmraliyê û tecrîda li ser Ocalan û ev tişt anî ziman: “Pergala Girtîgeha Îmraliyê, li dijî pergala hiqûqî ya navneteweyî ya ji bo girtiyên siyasî ye. Her wiha binpêkirina Qaîdeyên Nelson Mandela ye ku şert û mercên cuda yên girtiyên siyasî û girtiyên edlî formûlîze dike. Abdullah Ocalan, rêberê gelê kurd û heyranên xwe yên din e. Ocalan, ji bo gelê kurd qedera xwe diyar bike, ji bo azadiya siyasî, wekhevî û rûmeta gelê xwe têkoşîneke mafdar meşand û weke rêberê tevgereke siyasî ceza lê hat birîn. Anku, sedema girtina wî siyasî ye. Awayê girtina wî, wisa hate plankirin ku hemû peywendiyên pê re tên danîn û hemû şopan tune dike, hate kirin. Bi pergala Îmraliyê re xwestin gelê kurd bêhêvî bihêlin û weke ku rêberekê wan tune be bidin hîskirin. Lewma ev demeke dirêj e nahêlin bi Ocalan re peywendî bên danîn. Heta CPT jî bêyî rapora xwe aşkera bike, divê biçe dewleta tirk. Anku ji bo astengkirina wî û îzolekirina wî ya ji gel û tevgera wî tê kirin. Ji bo ku tecrîd tavilê bê rakirin û Ocalan bikare bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtinan bike, ev konferansa li Efrîqeya Başûr hate lidarxistin.”
‘Divê Ocalan demildest bê berdan’
Bi domdarî Patel pirsa “Azadiya Ocalan çima girîng e?” jî wiha bersivand: “Dibe ku rê li ber pêvajoyeke aştî û guftûgoyê veke ku dawî li pevçûnên siyasî bîne. Bi taybet jî divê li Tirkiyeyê hewldanên ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd hebin. Heke li wir bê çareserkirin, dê li Sûriye, Rojava û herêmên din jî çareser bibe. PDK nikare pirsgirêkê çareser bike. Ji ber ku ew bala xwe nade ser daxwazên hemû kurdan. Tenê PKK, YPG, YPJ, PYD û rêberê wan Ocalan dikare vê pirsgirêkê çareser bike. Ev rêxistin, nûnertiya gelê kurd dikin. Lewma ji bo pêvajoya guftûgoyê, mîna Nelson Mandela û hemû girtiyên siyasî yên din, hewceye pêşengê di girtîgehê de jî bêşert û merc were berdan.”
‘Divê em zextê li dewleta tirk bikin’
Têkildarî xebatên ji bo azadiya Ocalan jî Patel ev nirxandin kir: “Akademîsyen, aktîvîstên mafên mirovan û heta dadgerê Dadgeha Destûra Bingehîn ê Efrîqeya Başûr ê berê Albie Zaks got ku divê mafên gelê kurd ên rewa bên dayîn û rêberê wan Ocalan were berdan. Hiqûq qet bi ser guhê dewleta tirk ve nîn e û zexta li ser wê girîng e. Tirkiye di serî de DYA, ji endamên din ên NATO’yê alîkariyê digire. Tirkiye, duyemîn girîngtirîn endama leşkerî ya NATO’yê ye û mafên mirovan binpê dike. Lewma divê zexta me ya li ser Tirkiye û şirîkên wê bidome. Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) jî mafên Ocalan binpê kir. Weke aktîvîst û şirîkên piştevaniyê, em nikarin destûrê bidin ku endamên NATO’yê û dewletên din rewşa nebaş a Ocalan û gelê kurd weke nedîtibin tevbigerin. Heke bi şirîkên piştevaniyê re di qada navneteweyî de seferberî çêbibe û li ser NY û Parlamentoya Ewropayê ya Herêmî zext li dewleta tirk were kirin, dikare tecrîd were têkbirin.”
‘Divê gel rabe ser piyan û protestoyan liı dar bixe’
Patel, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Divê li Tirkiyeyê gel rabe ser piyan û protestoyan li dar bixe. Erê em dizanin, gelemperî tên binçavkirin û girtin. Lê di heman demê de hêz û biryardarî jî heye. Ji ber ku me jî di têkoşîna xwe de heman tişt kir. Heta rêberê me azad bû, salên dûvdirêj derbas bûn. Dema me bi dewleta Apartheidê re şer dikir, me got ‘Em ê azad bibin û azadiya rêberê xwe bibînin.’ Û me azadiya rêberê xwe dît. Belê her çend ku zehmetiyên em dikişînin hebin jî lê di halê hazir de demokrasiya me heye. Em ê bi vê têkoşîna stratejîk re teqez bi ser kevin û di tevahiya jiyana xwe de bala xwe bidin ser azadiya rêber Ocalan û bi vê motîvasyonê bijîn. Em ê vê îradeya xwe xurt bikin û têkoşîna xwe ya dîplomatîk bidomînin. Divê em ji bîr nekin ku li dijî berjewendiyên mêtingeriyê yên dewleta tirk ku belav dibin, divê em ji bîr nekin ku dê kampanyayên xwe yên bo azadiya Ocalan û mafên gelê kurd ên li Tirkiye, Sûriye, Iraq û Îranê bidomînin.”
‘Paradîgmaya Ocalan ji bo sedsala nû hêvî ye’
Der heqê paradîgmaya “azadîxwaziya jinan, ekolojîk û demokratîk” a Ocalan de jî Patel ev tişt anî ziman: “Ocalan, di yek ji fikrên xwe yên kûr de dibêje; ‘heta jin azad nebe dê civak jî azad nebe.’ Ev ne vebijartinek e lê mecbûriyetek e. Ocalan, bi parastina xwe ya bo DMME’yê re dîroka têkoşînê nivîsand. Bi vê yekê re me dît ku di vê serdemê de tu rêber nikarin weke Ocalan têbikoşe, xwedî fikrên pir cuda û felsefeyeke kûr e. Ji bo azadiya gelê xwe bi fikar e û vê firsendê ne ji bo xilaskirina xwe û ne jî ji bo lihevkirina bi dewleta tirk re bi kar tîne. Ji bo doz, dîrok û têkoşîna gelê kurd dîsa were pênasekirin, weke firsendek bi kar anî. Nêrîna herî pêşverû ya têkildarî azadiya jinan jî Ocalan anî ziman. Em fêm dikin ku bingeha hizr, felsefe, feraseta Ocalan jî Riya Sêyemîn e. Em ji rizgariya Riya Sêyemîn wê fêm dikin ku heta pederşahîtî neyê rûxandin û astengiyên di navbera wekheviya jin û zilaman de neyên rakirin, nabe. Paradîgmaya Ocalan ne tenê pêkhêner lê di heman demê de şoreşger e û li Rojava ketiye meriyetê. Ev jî bo me tevan hêvî ye, Ocalan hêviyê dide me. Ne tenê ji bo gelê kurd lê ji bo hemû mirovahiyê pêşniyaran dike. Fikra Riya Sêyemîn a Ocalan, li Rojava, Tirkiye, Sûriye, Iraq û cîhanê ji bo bindestan alternatîfeke baştir diafirîne. Lewma ev paradîgma û felsefe û fikrên wî ji bo sedsala nû hêvî ye.”
Modêla Rojava
Bi domdarî Patel wiha got: “Di navbera salên 2019 û 2020’an de beriya dagirkeriya Erdogan a li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, min derfet dît ku biçim Rojava. Li Rojava ne fikrekî hatiye romantîkkirin an jî utopyayeke lê pir girîng e ku mirov weke hewldaneke rasteqîn bibîne. Ez bûm şahid ku jin û mêr bi hev re li dijî pirsgirêkên pederşahîtî û kapîtalîzmê bi xwe re anîne meydanê dixwin. Rêber Ocalan, li dijî netewe-dewletê alternatîfeke nû pêşkeş dike. Dibêje ku divê ji ewil pederşahîtî were rûxandin û azadiya jinên pêk were. Em dikarin bibêjin ku li Rojava berpirsyartiyên jin û mêran weke hev in û di pratîkê de jî jin xwedî hêzeke rasteqîn in. Dibe ku me azadiya xwe ya demokratîk bi dest xistibe lê me hêjta pirsgirêka jinan çareser nekiriye. Em di vê mijarê de zehmetiyan û pirsgirêkan dijîn. Fikr, felsefe û xebatên jineolojiyê nîşanî me dide bê ka dê prangayên pederşahîtiyê çawa bên şikandin. Di konferansê de jî hat gotin ku Efrîqa, Amerîka, Ingilistan û Ewropa ji fikrên Ocalan ên têkildarî jinan bibandor dibin. Lewma di navbera me de têkiliyeke pir taybet çêbû. Tekane bîrewêrê ku ew qas bi vekirî û bi şoreşgerî vedibêje bê ka dê pederşahîtî çawa were têkbirin, rêber Ocalan e.”
Têkoşîna bo azadıya Ocalan
Herî dawî jî Patel wiha got: “Têkoşîna me ya çekdarî, têkoşîna rêberên me û tecrîdkirina wan a li giravan dişibin hev. Lê girtina Ocalan û tecrîda li ser wî, ji ya Mandela xirabtir e. Di sala 2010’an de me ji bo rêber Ocalan gelek kampanyayên îmzeyan ên navneteweyî dan destpêkirin. Bi milyonan îmze hatin komkirin û me pêşkeşî Konseya Ewropayê kirin. Du sal berê jî me radestî NY’yê kirin. Ev stratejiyên me di dema têkoşîna li dijî rejîma Apartheîdê de bi ser ketin. Li rexekî têkoşîna çekdarî û li rexa din jî piştevaniya navneteweyî û hewldanên civakî, boykot û hwd. hebûn. Weke gerîlayekî berê, ji zehmetiyên vê têkoşînê haydar im. Divê em ji bîr nekin ku hemû dijminên me yên naxwazin aştiyê bi me re bikin, rêberên me hedef digirin û hewl didin wan bikujin. Em dibînin ku Tirkiye li Rojava zarok û jinan dikuje. Lê ev êriş û kuştin çareserî nîn in û divê tavilê dest bi muzakerayan bike. Mîna li Efrîqaya Başûr, divê hemû girtiyên siyasî bê merc werin berdan. Çiqas didome bila bidome lê dê ew serkeftin pêk were. Divê neyê jibîrkirin ku Efrîqeya Başûr ne tenê ji sala 1948’an heta 1994’an di bin zilma Apartheîdê de bû. Vê zilmê bingeha xwe ji mêtingeriya 300 sal berê digirt. Têkoşîna me demeke dirêj ajot lê tevî her tiştî em bi ser ketin. Ji bo gelê kurd û rêberê wan jî em xwedî heman hêviyan in. Çareserî ew e ku rêber Ocalan were berdan. Ji bo berdana wî jî divê piştevaniya navneteweyî bidome û were xurtkirin. Divê em serkeftina vî gelê wiha xwedî rêgez û fedekar, bi piştevaniyeke navneteweyî teqez bikin.”